Cenazeyê Serdar Tekîn ê HPG'î yê lu navçeya Pîranê ya Amedê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê 10 hezar kesan ve li gundê jê dayik bûye hate definkirin.
Cenazeyê Serdar Tekîn (Ciwan Amed) ê HPG'î ku li navçeya Pîranê ya Amedê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da li gundê Helhel a navçeya Hezroya Amedê hate definkirin. Cenazeyê Tekîn serê sibehê li Goristana Yenîkoyê piþtî wecîbeyên olî hatin bicihanîn bi konvoyeke bi sedan wesayîtan pêk tê ber bi gundê lê dayik bûye ve hate derxistin. Parlamenterê BDP'ê yê Colemêrgê Adil Kurt, rêveberên BDP'ê yêh bajar, Serokê Giþtî yê MEYA-DER'ê Huseyîn Kugu, serokên Rêxistinên BDP'ê yên Hênê, Licê, Karaz, Bismîl, Hezro, Farqîn û Pasûrê, endamên Însiyatîfa Dayikên Aþtiyê û þaredaran jî di konvoyê de cih girtin û li 3 kîlometre dûrî gundê Helhelê bi dirûþmên "Þehîd namirin" û alên PKK'ê KCK'ê hate pêþwazîkirin.
10 hezar kes bi dirûþma 'Þehîd namirin' ve meþiyan
Li vir bi hezaran kesên ku ji wesayîtan daketin cenaze girtin ser milên xwe û ber bi gund dest bi meþê kirin. Bi sedan kesên ku ji gundên derûdorê hatin jî beþdarî meþê bûn. Hejmara girseyê bi tevlibûnan gîhiþt deh hezar kesan û malbata Tekîn jî bi siniya li ser find û hine hebû ve meþiya. Di meþê de pankarta ku wêneyên Tekîn û 2 hevalên wî yên di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabûn jî hebû hate vekirin û bênavber dirûþmên "Þehîd namirin" "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin. Ji bo cenazeyê Tekîn gundên derûdorê jî wekû ku vala bûn. Li girê jora gund ciwanan bi keviran "PKK" "Apo" nivîsandin.
'Pêwîst be 7 zarokên min jîdê biçin çiya'
Ji bo nimêja cenazeyê Tekîn deh hezar kesan ref girîdan. Piþtî nimêja cenaze bapîra Tekîn Dilþa Tekîn axivî û got ku 7 kurê wê hene û heke pêwîst be ew ê jî biçin çiyan. Cenaze bi dirûþman hate definkirin û piþtre jî ji bo kesên di têkoþîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan rêz hate girtin.
Ji bo Tekîn dê sersaxî li gund bên qebûlkirin.
<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>