MAZLUMDER'ê Rapora Binpêkirinên Mafên Mirovan a 2011'an û raporên salên 2009, 2010 û 2011'an dan ber hev û li navenda MAZLUMDER'ê aþkera kir. Alîkarê Sekreterê Giþtî yê MAZLUMDER'ê Haþîm Savaþ rapor aþkera kir. Savaþ, diyar kir ku pirsgirêka kurd di sala 2011'an de jî pirsgirêka herî girîng bû û wiha got: "Dewletê ji bo çareseriya pirsgirêkê dest bi riya bi hemû aliyan re hevdîtinan bike kiribû lê piþt re vegeriya rêbazên berê yên þîdet û ewlehiyê." Savaþ, anî ziman ku kurd bi salanin tên tepisandin û wiha axivî: "Gelê kurd bi salan rastî terora dewletê hatin. Ji ber polîtîkayên dewletê yên terorê îro rihê cudabûnê zêdebû."
'Li Qilebanê dewletê bombe li ser welatiyan barandin'
Savaþ, da zanîn ku divê dewlet dest ji polîtîkayên ewlehiyê berde û mafên kurdan ên xwezayî bidê. Savaþ, bilêv kir ku wekîlê bi dengê gel hatin hilbijartin di girtîgehan de tên girtin tê wateya vîna gel nasnakin. Savaþ, destnîþan kir ku neheqiya li dijî Hatîp Dîcle hate kirin li dijî tu kesî nehatiye kirin. Savaþ, diyar kir ku li Qilebanê dewletê bombe li ser welatiyên xwe barandin û wiha got: "Em di vê komkujiyê de helwesta çapemeniyê ya tepisandin dît."
34 hezar binçavkirin, 158 bûyerên kiryar nediyar..
Savaþ, anî ziman ku di sala 2011'an de 158 bûyerên kiryar nediyar pêk hatin. Savaþ, da zanîn ku hejmara kesên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan û birîndarbûn di sala 2010'an 111 kes di sala 2011'an de jî 130 kes in. Savaþ, bilêv kir ku çalakiyên li dijî sivîlan di sala 2010'an de 25 bûyer pêk hatin, 4 kesan jiyana xwe ji dest da û 187 kes jî birîndar bûn û di sala 2011'an de jî ev hejmare derket 141'an û 64 kesan jiyana xwe ji dest da û 342 kes jî birîndarbûn. Savaþ, destnîþan kir ku di sala 2010'an de di teqîna mayîn û bombeyan de 51 kesan jiyana xwe ji dest da di sala 2011'an de jî 259 kesan jiyana xwe ji dest da. Savaþ, derbirî kir ku di sala 2011'an de 34 hezar û 947 kes hatin binçavkirin. Savaþ, da zanîn ku di vê pêvajoyê de 516 kes jî hatin girtin. Savaþ, anî ziman ku di sala 2011'an de li girtîgehan 84 bûyer pêk hatin û 18 kesan jiyana xwe ji dest dan. Savaþ, diyar kir ku ji ber azadiya raman 4 hezar û 624 sal ceza tê xwestin û cezayên hatin dan jî 6 hezar û 625 sal in.
Li gorî raporê di sala 2011'an de 7 bûyerên rawestandin û qedexeya weþanan pêkhat. Di raporê de hate destnîþankirin ku li dijî rojnamegeran 16 bûyer pêk hatin û 56 rojnameger hatin binçavkirin.
DÎHA
<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>