Bernameya meþa dirêj a Konfederasyona Komeleyên Kurd a Ewrûpayê KON-KURD organîze dike zelal bû.
Meþ wê bi tevlîbûna nûnerên saziyên Kurdan, siyasetvan, rewþenbîr û hunermandan bi slogana 'Ji Ocalan re azadî ji gelê Kurd re statuya siyasî' pêk were.
Meþa dirêj 31ê Çile wê li bajarê Cenevre yê Swîsreyê bi mitîngekê were destpêkirin û 1ê Sibatê saet 8ê Sibê wê destpê bike.
Rawestgeha çalekgeran jî wê bajarên Swîsre Nyon, Morges, Lozan, Bern, Burgdorf, Langerthal, Olten, Liestal, Basel û bajarên Fransa Sierentz, Mulhouse, Meyenheim , Colmar, Selestad, Erestheim bin.
Çalakger 15ê Sibatê wê bigihîjin Strasbourgê.
16ê Sibatê jî wê Kurdistanî bimeþin Parlemena Konseya Ewrûpayê.
Li vir heyetek wê were sazkirin û hevdîtin pêk werin û dosyayên daxwazên Kurdistaniyan têde bidin rayedaran..
Çalakger 17ê Sibatê jî wê li pêþiya avahiya Komîteya Pêþîlêgirtina li Êþkenceyê CPTyê bin.
Li vir jî têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ev 6 meh zêdetire dewam dike, hevdîtin pêk werin û dosya werin pêþkêþkirin.
18ê Sibatê jî beþdarên meþa dirêj, wê tevlî meþa 13. salvegera komploya navnetweyî ya li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, bibin.
Hûn dikarin agahiyên ji bo meþê ji navnîþanên îmaîlê yên ' mesazadi2012@yahoo.com, info@kon-kurd.org û hejmara telefonê 003226479953 wergirin.
KON-KURD armanc û daxwazên meþê jî carekedin bibîrixst..
Konfederasyonê bal kiþand zextên li ser Roj Tv û polîtîkaya qikirinê ya li hemberî gelê Kurd zêde bûne.
KON-KURDê destnîþan kir, ku tecrîda ev 13 salin li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê zêdetir bûye û got, helwesta hevkar a Neteweyên Yekbûyî, Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê û CPTyê yên li hemberî vê tecrîdê bêdeng in, fikar û nerazîbûnan zêde dike.
<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>