Piþtî 2 erdhejên mezin li Wanê pêk hatin, bi 100 hezaran welatî koç kirin. Bi sedan welatî jî ji aliyê Walîtiya Wanê ve li bajarên derve hatin bicihkirin. Hin welatî bi derfetên xwe li bajarên din bicih û war bûn. Hin welatî jî li cem xizmên xwe bi cih bûn. Welatiyên ku çûn bajarên din û cih war bi dest nexistin jî dîsa li Wanê vegeriyan. Welatiyên ku ji aliyê walîtiyê ve jî li Dilok, Edene, Mêrsîn, Hatay û Antalyayê hatin bicihkirin rastî pirsgirêkên mezin û neheqiyê tên. Piþtî malbaten ku li Antalyayê û Dîlokê ve hatin bicihkirin neçar man vegeriyan Wanê. 312 malbatên mexdûrên erdheja Wanê ku ji aliyê Walîtiyê ve li Tesîsên Kapîzlî ya Wezareta Karên Hundir a li navçeya Sîlîfkeya Mêrsînê hatin bicihkirin rastî pirsgirêkên mezin tên. Welatiyên, anîn ziman ku rayedarên tesîsê navê kev, kifnikî û kurm têde li wan belav dike û nehehiqê li wan dike. Welatiyan, anîn ziman ku ber xwarina kevn û genî li wan belav dike nexweþiyên wekî enfeksiyon, mîde li wan derdikeve. Welatiyan anîn ziman ku rayedar pirsgirêkên wan paþguh dikin û qîmetê nadin wan.
'Êrîþên nijadperestî didomin'
Mexdûrê erdhejê Fatîh Teknaz, bertekên xwe anîn ziman û diyar kir ku ji ber ew xwarina li tesîsan dixwin êdî di mîde, rovî û zikê wan de nexweþiyên mezin derdikevin û wiha got: "Di xwarinê wan de paqijî tune. Bêyî ku fekîyan biþon didim me. Runê demborî û zeqîreyên bi kurm û kifnikî didim me. Ji roja ku em hatine Sîlîfke û heta niha em gelek caran rastî êrîþên nijadperesti hatin. Carekê li ketina Atakentê em rastî komek nijadperest hatin. Em her tim rastî gefan û neheqiyên nijadperestan tên. Her tim bi çave cudakaran li me dinerin. Dema em diçin nava sûkê û em diçin esnafan ji ber ku em ji Wanê ne em rastî neheqiyan tên. Em bang li rayedaran dikin û dixwazin li hemberî van pirsgirêkan bi hestiyar tev bigerin."
'Xwarina kevn a 3-4 roj berê didin me'
Welatiya bi navê Zumrete Kaya jî bertekên xwe anîn ziman û wiha got: "Tiþtên ku min li xwaringeha tesîsê dît min ji çavê xwe bawer nekir. Xwarina berê hatiye çêkirin germ dikin û mast lê dikin û serwîs dikin. Xwarina 3-4 roj berê didin me. Zarokên me bi mehanin nikarin goþt bixwin. Zarokên me ji ber xwaina tesîsan dixwin bi îshalê dikevin. Bila li þuna xwarirê pereyan bidin me, em dê bi xwe xwarinê ji xwe re çekin.
'Hikûmeta AKP'ê cudakariye dike'
Welatiya 70 salî Medine Ozlu jî anî ziman ku pêkanînen piþtî erdhejê li Sîlîfkeyê ditin ji êra erdhejê mezintir e. Ozlu, da zanîn hikûmeta AKP'ê cudakariyê dike û wiha got: "Em dixwazin li Wanê vegerin. Lê di nava van þert û mercan de vegera Wanê pir zahmet e. Ciheki em biçin tune. Xwarina didin me bi kurm û genî ye. Dewlet li þûna xwarinê jahrê dide me."
Xwendekara pola 7'an Ozlem Kaya jî anî ziman ku li dibistanê rastî pêknînên nijadperst tên. Kaya, bilêv kir ku mamoste li hemberî vê yekê bêdeng dimînin. Kaya, bilev kir ku ji bo wan polek cuda hatiye vekirin û dema barhan dibare zahmetiyan dikiþînin. Kaya, zanîn ku xwarinê kêm ji wan re diþînin û berê xwendekarê didin xwarinê din û piþt re xwarine didin wan û wiha got: "Em rastî êrîþên nijaderest û neheqiyên mamosteyan tên."
Cîgirê Midûrê Tesîsê Alî Gultekin jî dijberî vê yekê diyar kir ku xwarina wan nû û paqij e û tu pirsgirêka xwarinê tune.
DIHA
<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>