ROJ TV  nûçe,news,kurdistan,amed,dersim,Merdin,cew - Rûpela Pêsin
Add a comment
Recommend
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

03 Resemi 2012 11:04
Nûçegîhanê DÎHA'yê Murat Çîftî ji ber nûçeya 'Þahida nepen' Gulistan Encu hate girtin



Nûçegîhanê DÎHA'yê Murat Çîftî ji ber nûçeya 'Þahida nepen' Gulistan Encu hate girtin Þahida nepen Gulîstan Encu ya li gel Parlementerê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan û Hevseroka BDP'a Rihayê Adile Fîdan ku bû sedema girtina 9 kesên ji doza KCK'ê ya Riyê tên darizandin yekem car ji DÎHA'yê re axivîvîbû. Encu, diyar kiribû ku ew hatiye lîstika polîsan û di bin tundiya polîs û dozger de îfade daye û gotibû "Ez niha bi vîna xwe ya azad rastiyan dibêjim." Nûcegîhanê DÎHA'yê Murat Çîtfçî jî ji ber mikurhatina Gulîstan Encu kir nûçe der barê wî de doz hate vekirin û hate girtin.

Þahida nepen Gulîstan Encu, ku li ser îfadeya wê di 1'ê cotmeha 2010'an de ji doza KCK'ê parlementerê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan û Hevseroka BDP'a Rihayê Adile Fîdan 28 kes hatin binçavkirin û piþt re 9 kes hatin girtin yekem car ji ajansa DÎHA'yê re axivîbû. Li ser îfadeya Encu ya "Dê min biþandana çiya" 28 kes hatibûn binçavkirin û jê 9 kes hatibûn girtin. 9 kes hêj li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê girtî ne. Piþtî girtina 9 kesan Encu yekem car ji DÎHA'yê re axivîbû û gotibû ew hatiye lîstika polîsan. Ji ber ku nûçegîhanê DÎHA'yê yê Rihayê Murat Çîtfçî bi Gulistan Encu re roportaj kir û nûçeya wê weþand di 24'ê çile de ji aliyê Dozgeriya Komarê ya Amedê de der barê wê de doz hate vekirin û dema li Rihayê çû îfade da ji bo rê hate girtin. Çîtfçî piþtî derxistin 4'emin Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bi îdîaya "Alîkarî bi rêxistinê re kiriye hate girtin û þandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê. Em nûçeya Çîftçî ku bû sedema girtina wî dubare didin.

'Min diya xwe di qezayê de winda kir, bavê min ji doza PKK'ê girtî ye'

Gulîstan Encu, diyar kir ku ew bi vîna xwe ya azad dixwaze rastiyan bêje û wiha got: "Li ser min tu tundî tune. Ez dixwazin bi vîna xwe ya azad rastiyan bêjim. Bavê min li Girtîgeha Tîpa D'yê ji doza PKK'ê girtî ye. Min diya xwe di qezaya trafîkê de winda kir. Hêj ez biçûk bûm min li xwiþk û birayê xwe nerî. Bavê min û Þaredarê Pirsûsê Etem Þahîn di heman odeyê de dimînin. Ji min xwestin ku ez êdî rastiyê bêjim."

'Ez li ÞHÇEK'ê bi cih kirim'

Encu, anî ziman ku wê ji hevsera Þaredarê Pirsûsê Etem Þahîn û endama SES'ê Aynur Þahîn alîkarî xwest û li ser vê yekê li cem kuafêra N.A dest bi xebatê kir. Di serî de N.A.bi min re axivî û min zahmetiyên xwe bi wêre parve kir. Piþt re Aynur Þahîn hat bi min re axivî. Ez bi mahra mela zewicîm. Piþt re ji ber ku hevserê min araq vedixwar min xwest vegerim mala bavê xwe. Aynur jî xwest ez baþ bifikirim û piþt re biryara xwe bidim. Lê min xwest ji hevserê xwe biqetim. Piþt re ez li gel Aynûr û Adîle Fîdan çûn Sêwêregê malbata Îbrahîm Ayhan. Li gel me Azîze Yagiz jî hebû. piþt re min û Azîze hinekî sohbet kir. Min di sahbetan de li ser zor û zahetiyên xwe serpêhatiyên xwe vegot. Em qet li ser karên rêxistinî û çiyê neaxivîn. Piþt re li ser daxwaza min ez þandim Amedê. Piþt re ez çûm BDP'a Amedê û Mensure Ergîn ez pêþwazîkirin. Mensure jî ez birim Navenda Pêkanîn û Lêkolîna Pirsgirêkên Jinan a Amedê (DÝKASUM). Ez 4 saetan li wir mam, ez aciz bûm û min qirîz derbas kir. Jinên wir ez rakirim nexweþxaneyê. Ez ji wir sewqî Nexweþxaneya Elezîzê kirim. Piþt re ez teslîmî Þaxa Zarokan a Midûriyeta Polîsan a Amedê kirim. Ez ji wir jî teslîmî SHÇEK'ê kirim.

'Polîsan lîstik anî serê min'

Encu, anî ziman ku Omer Înal ew ji yûrdê derxist û wiha got: "Dema ku ez winda bûn bi ser kuafora N.A'de girt û çek li wan kiþandin. Piþt re li ser daxwaza min hat ez ji yurdê revandin. Piþt re polîsan Omer binçavkirin. Min jî, ji bo ku hevserê min bê berdan got "N.A ez revandim. Hevserê min bêsûc e. Li ser vê yekê polîsan jî kemîn li pêþ min danî. Polîsan ji min re got bêje 'Jinan xwest min birevînin çiyê' û ez jî li ser wê xapiyam."

'Ji min re çi gotin min jî qebûl kir'

Encu, anî ziman ku polîsan ew bir nexweþxaneyê û li wir derman dan wê û wiha pêde çû: "Ez piþt re dîsa birim Þaxa TEM'ê. Ji ber îlacan ez ne li ser hiþê xwe bûm. Ez ji cihê girtî ditirsim. Ez 2 saetan di nezaretxanê de hiþtim. Ji bo min ji wir derxin min got çi bêjin ez dê bikim. Min bang li polîsan kir û got 'Min ji vir derxin hûn çi bêjin ez dê wê bikim. Li ser vê yekê polîsan got çi, min jî qebûl kir. 4-5 polîs hatin ser min. Çi ji min re gotin min jî got erê. Lê di rastiyê de tiþtekî wisa tune bû."

'Piþtî îfadeyê polîsan pere dan min'

Encu, anî ziman ku piþtî îfadeyê polîsan ew birin Þaxa TEM'ê ya Rihayê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ez birim cem dozger. Çawa ku dozger ez dîtim got tundî li ser vê keçikê kirine û polîs derxistin derve. Dozger got netirse rastiyê bêje. Lê ji ber ku ez ji polîsan ditirsiyam min li cem dozger dîsa derew kirin." Encu, da zanîn ku piþt re li ser daxwaza bavê wê ew teslîmî Parlementerê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî hate kirin. Encu, destnîþan kir ku Bînicî ji wê re gotiye 'Tu dixwaze îfadeyê bide ya na?' û li ser daxwaza min Bînîcî ez birim Amedê. Piþtî me çûn Amedê û dozger ez dîtim got em dê sibê îfadeya wê bistînin. Piþtî ku ez dîsa çûm mal û polîsan ez ji malê binçavkirim, dîza polîs û dozgeriyê ez tirsandim û gotin 'Ger ku tu îfadeya xwe biguhere herî kêm tu dê 4 salan di girtîgehê de bimîne." Lê ji ber ku ez tirsiyam min îfadya xwe neguhert. Ez hatim lîstikan û min rastî negot. Ez niha rastiyan dibêjim."

Encu, anî ziman ku ji ber niha rasti gotiye derûniya wê rehet bûye û aram e.

<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>
Add a comment
Title:
Text:
*Ji ber ku ne endamin sîroveyên we bi navê "Mêvant" tê Wesandin . Ji bo endametiya belas bitikînin.
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Yorum ( 0 / 0 )
Diger Kurdistan
» RSS  » Site Map
Copyright © ROJ TV 2011. All rights reserved


Untitled Document
ANF DIHA WELAT POLITIKA GUNDEM MMC