Nivîskarê Îslamî yê ku nêzîkayên wekhevî û azadî tê naskirin Muhammed Nurdenek, rêbazên çareseriya pirsgirêka kurd nîrxand. Nurdenek, destnîþan kir ku bingeha pirsgirêkên Tirkiye newekheviyê û got Kuran-ý Kerîm dibejê ku riya biratî û hezkirine ji bo civaka ji wekheviyê derbas dibe. Nurdenek diyar kir ku bingeha pirsgirêka kurdan newekheviyê û wiha axivî: "Li Tirkiye gelek çand bi hevra dijîn. Ger li civakîkê mafên yek ziman an jî yek netew ji netewên din zedêtir bi dê li wir newekhevî heye. Ev jî bi xwe re þer tîne."
'Ger li derekê þer hebê li wir berxwedan jî heye'
Nurdenek, bilêvkir ku ger li derekê þer hebê li wir berxwedan jî heye û got dera newekhevî hebê þer tune bê demek li wir pêkûtiyêk mezin heye. Nurdenek, diyar kir ku li Tirkiyeyê niha jî þer heye, li dijî hezên hegomanîk gelê kurd li berxwe dide û wiha pedê çû: "Tiþta dikevê li ser milê Mislimana milê kesên bindest bigirin û mil bide milê wan. Ev fermana Kuran-ý Kerîm û Îslamiyetê yê. " Nurdenek, ji jiyana Hz. Musa mînak dan û wiha berdewam kir:
"Li dijî zilma Fîravun ya li ser Îsraîlan berxwerdana Hz. Musa heye. Tiþta li Tirkiyeyê tê jiyan kirin jî diþibe vê. Îsraîlan zilma Fîravun tiþtek wek normal didîtan. Hz.Musa jî ji wan re got 'Hun wek koleyan nehatin cîhanê. Hun jî wek Fîravun û gelê Misirê wekhevin. Hun jî xwedî mafen wan nin.' piþtî vê bangê tekoþîna azadî bûnê da û ew azad kirin."
'Divê makeqanunek ji bo hemû mafên hindikayiya bê çekirin'
Nurdenek, got zilma li Îsraîlan hatiye kirin li Tirkiye kurdan tê kirin û diyar kir ku divê helwesta Hz. Musa ji bo kesên baweriya wan bi olê Îslamiyetê henê li dijî zilma tê kirin bibe mînak. Nurdenek, daxuyand ku divê çareseriya pirsgirêka kurd dê mafe perwerdahiya ziman, mafe aborî, mafên bawerî û mezhep hebin û wiha berdewam kir: "Ger yek tirk zimane dayika xwe perwerdahiyê dibînê, divê kurdek jî zimanê dayika xwe de perwerdahiyê bibînê. Ev mafekê. "
Nurdenek, xebatên makeqanunê yên Meclîsê jî nîrxand û wiha axivî: "Divê makeqanun ji aliyê meclîsa avakirinê ji erêkirina gel derbas bibe. Divê makeqanunê dê mafên hemû hindikayiyan hebin. Tu qanatên min ji bo makeqanun bi destê AKP'ê bê çekirin rast bi tuneye. Divê gelên hindikayî bikevin nav tevgerê. Divê ala îsyanê vekin."
DÎHA
<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>