AKP di çarçoveya siyaseta þantajê û tolhildanê de, 189 rojin hevdîtinên parêzeran ên bi Ocalan re asteng dike.
AKP bi vê yekê dixwaze tola deþîfrebûna siyaseta tesfiyekirinê ji Ocalan bigire.
Lê belê Ocalan tevî þertên dijwar, plan û lîstikên AKP'ê xera dike.
Herî dawî hefteya dawî, AKP ji bo siyaseta þantajê veþêre birayê Ocalan Mehmet Ocalan û xizmên 2 girtiyên din birin Îmraliyê.
Lê belê Ocalan bi derneketina hevdîtinê careke din plan û hesabên AKP'ê xera kirin.
Ocalan nota nivîskî ya wekî "Ev der pir hesas e. Derketina hevdîtinê ne musaîte.Haya me ji tiþtên wir çê dibin nîne" þand
Ocalan bi vê yekê careke din bal kiþand ser sîstema êþkencê ya Îmraliyê û destûr neda lîstika AKP'ê.
Ocalan bi vê peyama kurt rê li ber nîqaþan vekir û ev nîqaþ jî hê didomin.
Li aliyê din, çalakiyên kurdistaniyan ên li dijî sîstema êþkencê ya Îmraliyê jî her ku diçin zêde dibin.
Jinên li Amed û Mersînê xwe ji bo mitingên li Amed û Mersînê amade dikin.
Heyecana jinan ên wê li Amedê bi herikin meydana Stasyonê di asta herî jor de ye.
Amadekariyên Mitînga li Amedê jî dewam dikin.
Di civînên jinan ên li navçeya Bismîlê de, banga tevlîbûna mitingê hate kirin.
Li navçeya Riha Pirsûsê jî, rêxistina BDPa navçeyê li pêþ avahiya partiyê, li dijî tecrîdê daxûyanî da.
Tevlî rêveberên BDP'ê , dayikên aþtiyê jî tevlî daxûyaniyê bûn.
Rêveberên Rêxistina bajêr a Edeneyê jî, qanûna ku tê plankirin vê hefteyê bixin rojeva meclîsê û tê wateya rewakirina tecrîdê, bi daxûyaniyekê protesto kirin.
Bi sedan daxwazname û faks, ji postaxaneya Navendê þandin Serokatiya Parlamenê.
Berxwedana girtiyên ji doza PKK û Pjakê, ya li dijî siyaseta tecrîdê dewam dike.
Girtiyên ji doza PKK'ê yên di girtîgeha Tîpa E ya Gumuþhaneyê de diyar kirin, ku wan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem dane destpêkirin.
Hate destnîþankirin ku, ji girtiyan Îbrahîm Ûgûr, Alaattîn Befre, Þukru Ozalp û Sûat Sansûr ji 16'ê meha Çilê û vir ve di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.
Di vê navberê de, Sendikaya parezerên demokrat a Ewrûpa çalekiya xwe ya Îsal ji bo 36 parezerên Ocalan yên di girtigehan de ne pêk tîne.
Li Belçika, Hollanda, Elmanya, Ýspanya, Ýtalya, Fransa û Tirkiye wê îro çalakî werin lidarxistin..
Sendikaya parezerên Fransa, komeleya hiquqnasên hemdem û Plaforma Azadiyê ya piþti ku parezerên Ocalan hatin girtin hat avakrin, piþtgiryê didin çalakiyê.
Li paytexta Fransa Parîsê sendikaya parezerên demokrat bi kincên xwe yên li ser Kar bang li hemû hepîþeyên xwe kirin, ku sibê saet 15'an de tevli çalakiyên li ber konsolosxaneyên Tirkiyê bibin.
Endamên platforma azdiya Ocalan jî, wê li navçeya Beþiktaþ a Stenbolê çalakî lidarbixin..
Endamên rêxistina huqûqnasên Hemdem jî wê saet di 12'an de li ber dadgeha Enqerê wê werin cem hev.
<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>