ROJ TV  nûçe,news,kurdistan,amed,dersim,Merdin,cew - Rûpela Pêsin
Add a comment
Recommend
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

28 Rebéndan 2012 15:08
Parlementoya Alman di îlonê de ji bo îmzeyên Kurdan dicive!



Parlementoya Alman di îlonê de ji bo îmzeyên Kurdan dicive! Li Almanyayê 30 sazî û rêxistinên ku di nav de Federasyona Komeleyên Kurd (YEK-KOM) û organîzasyonên koçberên Tirkiyeyî jî hene di meha îlonê de 60 hezar îmze dan Parlementoya Federal a Almanyayê û bang li hikûmeta Alman kir ku nasnameya Kurd binase.

Nunerên saziyên Kurdan, demeke di çarçoveya vê kampanyayê de li Berlînê hevdîtinan pêk tîne. Kurdan duh bi parlementerên Partiya desthilat a CDU/SCU re hevdîtin pêk anîn û piþtî wê jî bi parlementerên partiya Çepgir re jî hevdîtin pêk anî.

Serokê YEK-KOM’ê Yuksel Koç, Serokê AGÎF’ê Bakî Selçûk, bi navê Komeleya Navenda Zanîstê ya Mezopotamya Almanyayê Bervîn Kaplan, bi navê YEK-MAL’ê Hatîce Akar û bi navê PYD’ê jî Evdilxaliq Mehmûd beþdarî hevdîtinan bûn. Bi navê Partiya Çepgir û endamên Parlementoya Federal parlementer Ingrid Remmers û Ulla Jelpke beþdarî hevdîtinê bûn.

Hevdîtin, roja înê li Parlementoya Federal a pêk hat û qasî demjimêrekê dirêj kir. Di hevdîtinê de 60 hezar îmzeyên ku Kurdan di îlona 2011 de pêþkêþê parlementoya kiribûn hate gotûbêjkirin.

Serokê YEK-KOM’ê der barê hevdîtinê de agahî û got ku Parlementer Ingrîd Remmers der barê îmzeyan de agahî daye wana û got; “Li gorî agahiyên ku dane me, dê Komîsyona Daxwaznameyan a Parlementoya Federal di mehên gulan û îlonê de bicivin û dê di civîna meha îlonê de îmzeyên ku Kurdan dane gotûbêj bikin.”

Koç diyar kir ku bi awayeke erênî daxwazên wan pêþwazî kirine û got; “Me careke din dît ku ne tenê partiya Çepgir, hemû partiyên din jî bi dilgermî nêzî daxwazên Kurdan dibin. Hefteya borî me bi nunerên CDU’yê re jî hevdîtin pêk anî. Wana jî van tiþtan ji me re gotibûn. Li gorî agahiyên me ji cihên din jî girtine, wiha ne. Em hêvîdar in ku di civîna meha îlonê de bi awayeke erênî daxwaza kurdan gotûbêj bikin. “

Koç destnîþan kir ku dê hevdîtinên wan ên bi aliyên siyasî re berdewam bike.

<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>
Add a comment
Title:
Text:
*Ji ber ku ne endamin sîroveyên we bi navê "Mêvant" tê Wesandin . Ji bo endametiya belas bitikînin.
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Yorum ( 0 / 0 )
Diger Nûçe
» RSS  » Site Map
Copyright © ROJ TV 2011. All rights reserved


Untitled Document
ANF DIHA WELAT POLITIKA GUNDEM MMC