Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ku ev 126 roj in nikarin bi miwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin ji bo hevdîtinê hatin Fermandariya Cendirmeyan a Gemlîkê bi hinceta "keþtî xirab e" hatin vegerandin.
Piþtî ku hefteya borî 33 parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan operasyona di bin navê KCK'ê de hatin girtin, parêzer duh ji bo ku biçin giravê duh ji nû ve serî li dozgeriyê dabûn. Ji ber ku bersiveke erênî yan jî neyînî ji aliyê Dozgeriya Komarê ya Bursayê ve nehat dayîn parêzer Mazlum Dînç, Azîze Denîz Taþdemîr û Baran Dogan ji bo ku bikaribin biçin Îmraliyê hatin navçeya Gemlîkê. Parêzerên ku hatin Fermandariya Cendirmeyan a Gemlîkê li vir nêzî saet û nîvekî hatin rawestandin.
Dînç, Taþdemîr û Dogan bi hinceta ku "keþtî xirab e" hatin vegerandin. Parêzerên ji bo çûyîna giravê destûr nehat dayîn ji bo ku bi Dozgeriya Komarê ya Bursayê re hevdîtinê pêk bîne derbasî Bursayê bûn.
Hefteya borî operasyona di bin navê KCK'ê de 33 parêzerên Ocalan hatibûn girtin. Ji 27'ê Tîrmehê heta niha ji bo ku parêzer bi Ocalan re bi hincetên "muxalefeta hewayê" û "keþtî xirab e" nikarin hevdîtinê pêk bînin.
<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>