Di operasyonên li dijî tevgera siyasî ya kurd a di sala 2009'an de dan destpêkirin heta niha hezaran kes hatin girtin. Di operasyonan de ji bilî siyasetmedarên kurd, parêzvanên mafên mirovan, sendîkavan, rojnameger, þaredar, parêzer û û hemû kesên nêzî tevgera kurd hatin girtin. Di operasyonên 3 salin bê navber berdevam dikin bi hezaran siyasetmedarên kurd di girtîgehan de ne û hêj li dadgehan îfadeyên wan nehatine girtin. Operasyonên li dijî siyaseta kurd pêk tên wekî "operasyonên qirkirina siyasî" hatin binavêkirin. Rayedarên AKP'ê jî îtîraf kirin ku ev operasyon bi tevkariya hikûmet û dadê pêktên.
Di çarçoveya operasyonên di bi navê "KCK'ê" de li dijî siyasetmedarên kurd pêktên di 20'ê kanuna 2011'an de jî li dijî çapemeniya kurd pêk haty û di nav de nûçegihanên ajansa me Omer Çelîk û Çagdaþ Kaplan jî hene 36 rojnameger hatin girtin. Çelîk û Kaplan di Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê de bi girtiyên KCK'ê re dîziyeke hevpevînê amade kirin. Di hevpevîna îro de ji Edîtorên DÎHA'yê Ramazan Pekgoz di hundûr de dahurîneriya operasyonên "KCK'ê" kir.
'Operasyona çapemeniyê perçeyekî operasyonên berê ye'
Pekgoz, anî ziman ku piþtî hikûmeta AKP'ê hegemonyaya xwe ava kir wekî dînê "ez çi bûm" tevgeriya. Pekgoz, da zanîn ku AKP'ye bû dewlet di serî de gelê kurd û hemû dînamîkên din ên civakê xwest ku tasfiye bike û wiha got: "Plansaziya tasfiyeyê di bin 4 sernavan þênber kir. Yek; Tecrîda li Îmraliyê. Du; operasyonên leþkerî. Sê; siyaseta bi kelepçeyî û çar; hêzên demokratîk bi tepisîne û teslîm bigire. Ev wêne, wêneyên qirkirinê ye. Operasyona li dijî çapemeniya kurd a bi gelek bedelan heya îro hate jî perçeyekî vê yekê bû."
'Me durûtî deþîfre kir, em bûn hedef'
Pekgoz, bilêv kir ku, desthilatdariya AKP'ê di serdema polîtîkayên durû yên "ustahiyê" dijî û wiha axivî: "Civak tu caran ewqas bi usahî nehatibû xapandin. AKP'ê got 'bêpirsgirêkê" lê hemû pirsgirêk wekî xwe dimînin. Pirsigirêka kurd, pirsgirêka ermeniyan, endamtiya YE, azadiya raman û çapemeniyê û gelek pirsgirêkên din hêj li holê ne. Çapemeniya kurd a bi rêgeza 'Ji rastiyan tawîz nayê dan' tevgeriya û polîtîkayên AKP'ê yên durû deþîfre kirin bû hedefa hikûmeta AKP'ê. Ji ber ku çapemeniya kurd li gorî desthilatdariyê tevnegeriya xwestin bêdeng bikin."
'Çapemeniya kurd peywira xwe li Qilebanê kir'
Pekgoz, destnîþan kir ku þîfreya operasyona li dijî çapemeniya kurd di komkujiya Roboskê ya 34 welatî hatin qetilkirin de hate dîtin û hate deþîfrekirin. Pekgoz, diyar kir ku ji bo deþîfrekirina komkujiyê çapemeniya kurd rastî bi awayekî lezgîn bi raya giþtî re parvekirin. Pekgoz, anî ziman ku para deþîfrebûna komkujiya Roboskê piranî ya çapemeniya kurd e û wiha axivî: "Heke çapemeniya kurd nebe dê dîsa wekî komkujiyên din ev jî hatiba veþartin. Desthilatdariya AKP'ê çapemenî wekî di pirsgirêka kurd de jî bêdeng kir. Lê ji ber ku çapemeniya kurd li gorî AKP'ê tevnegeriya bû hedefa AKP'ê. Operasyona li dijî çapemeniyê pêk hat rayedarên hikûmetê bi xwe îtîraf kirin þaþ bû. Dad êdî teslîmî hikûmetê bû. Dade pirsên ji rojnamegeran ên 'Te çima nûçe þopand. te çima ev nûçe çêkir' heye. Li tu welatên cîhanê de rojnamegerek bi piþeya xwe nayê darizandin. Li Tirkiyeyê azadiya raman tuneye. Girtina zêdehî 100 rojnamegeran nîþaneya vê yekê ya herî li ber çav e.
'Rast e, em rojnamegerên desthilatdariyê nîn in'
Pekgoz, gotinên rayedarên hikûmetê yên têkildarî rojnamegeran ên "Ew rojnameger nîn in" jî nirxand û wiha axaftina xwe berdevam kir: "Rast e, em rojnamegerên hikûmetê nîn in. Em rojnamegerên civakê ne. Dixwazin bi van gotinan ji bo operasyonên dijzagonî kilif amade bikin. Lê ev yek beyhude ye. Çapemeniya Tirkiyeyê di bin kontrola hikûmetê de ye. Helwesta xwe ya muxalîf û rexnekirinê winda kir. Yên AKP'ê rexne dikin an tên girtin an jî tên bêdeng kirin. Mehmet Alî Bîrand got, 'Me di salên 90'an de þaþtî kir' Ji ber ku çapemeniya kurd heta rêzê hikûmet nerehet bû. Çapemeniya kurd dê vê yekê berdevam bike. Ya hikûmetê jî ditirsîne berxwedana çapemeniya kurd e. Çapemeniya kurd bersiva vê operasyonê bi awayekî zelal da û got 35 biçin dê 35 hezar þuna wan bên."
Pekgoz, bilêv kir ku çapemeniya bêdeng civaka bêdeng e. Pekgoz, destnîþan kir ku êdî civaka Tirkiyeyê bêdeng nabe sed hezarên ji bo bîranîna Hrant Dînk hatin cem hev nîþaneya vê yekê ye.
Pekgoz, diyar kir ku çapemenî di bin dorpêça hikûmet, ewlehî û dadê de ye û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Divê hemû kes bi hev re dengê xwe bilind bike. Rojnameger, saziyên çapemeniyê, rêxistinên piþteyî yên çapemeniyê bernameya çalakiyan derbixin. Di TMK'ê de em bêhêz man. Divê em heman þerêmê nejin. Berpirsiyarî dikeve ser milê hemû rojnamegeran. Divê ji bo azadiya raman û çapemeniyê her roj çalakî bên lidarxistin. Divê rû bi rûbûnê û hesab danê em di xwe de dest pê bikin."
DIHA
<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>