Platforma ji bo aþtiyê ji Ocalan re Azadî' ya 18ê Çile ji aliyê 7 jinan ve damezrandina wê hate îlankirin, dest bi xebatên xwe kir.
Endamên platformê Þebnem Korur Fîncanci, Eren Keskîm, Emîne Ayna, Ayþe Batumlu, Zubeyde Teker, Ayla Akat Ata û Hurriyet Þener civîna xwe ya pêþî li darxistin û plan û biryarên dane bi raya giþtî re parve kirin.
Platformê daxuyaniyek nivîskî da û destnîþan kir, ku ji bo azadiya Ocalan ewê ji xebatên navnetweyî jî sûdê bigrin û wiha hate gotin:
"Em dixwazin parve bikin, çima li ser van axan, em dibêjin 'ji Ocalan re azadî'. Emê bi serdana Baþûrê Efrîkayê, bi rêveberên kampanyaya 'Mandela bila were berdan' re werin cem hev û ji tecrûbeyên wan ên li wir sûdê bigirin. "
Di daxuyaniyê de tê destnîþankirin, ku platforma hatî damezrandin, platformeke kampanyayê ye û ev platform ne tenê bi jinan bi sînorkirî ye ji her kesî re vekirî ye.
Platforma ji Ocalan re Azadî, dema kampanyayê weke 6 mehan destnîþankir..
Têkildarî xebatan, wê Emîne Ayna û Eren Keskîn berdevkiya platformê bikin.
Platform, di 3 mehên pêþî de hem di nava raya giþtî ya hûndir û ya derve de wê çalakiyên ji bo naskirina platformê li darbixe.
Xebata, ku wê bi pirsên weke çima 'em ji Ocalan re azadiyê dixwazin' pêdivî û pêwistiya wê çiye? û bersiva wan were dayîn,,
Di serî de wê bi hemû partiyên li meclîsê re, sefaretxaneyan, sendîka, odeyên pîþeyî û hemû rêxistinên civaka sivîl re were li darxistin.
Platform li derveyî welêt jî bi saziyên siyaset û ji siyasetê bilindtir re û hevdîtinan pêk bîne û dosyayan pêþkêþ bike.
Endamên platformê bi rojnamevan, nivîskar, rewþenbîr, nûnerên saziyan û rusipiyên beþên cihê yên civakê re jî civînan li dar bixe.
Civîna pêþî jî di 2ê Sibatê de wê li Lokala Cemiyeta Rojnamevanan a Çagaloglu ya Stenbolê were lidarxistin.
<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>