ROJ TV  nûçe,news,kurdistan,amed,dersim,Merdin,cew - Rûpela Pêsin
Add a comment
Recommend
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

05 Berfanbar 2011 10:34
Prz. Gumuþ: Siyasî ketiye xwîna hiqûqê



Prz. Gumuþ: Siyasî ketiye xwîna hiqûqê Parêzer Mesut Beþtaþ, têkildarî operasyonên KCK'ê û binçavkirina rêveberên BDP'ê yên ji aliyê Dadgeha bi Rayeya Taybet ve tê meþandin, diyar kir ku tê xwestin BDP'ê îlegal bidin nîþandan û wiha got: "Divê ne dadgehên herêmî, Dadgeha Makeqanûnê der barê partiyek siyasî de biryar bide. Prz. Fethî Gumuþ jî anî ziman ku siyaseta AKP'ê ketiye nava hiqûqê û ketiye nava Dadgehên Bi Rayeyên Taybet.

Parêzer Mesut Beþtaþ, têkildarî operasyonên KCK'ê û binçavkirina rêveberên BDP'ê yên ji aliyê Dadgeha bi Rayeya Taybet ve tê meþandin, diyar kir ku tê xwestin BDP'ê îlegal bidin nîþandan û wiha got: "Divê ne dadgehên herêmî, Dadgeha Makeqanûnê der barê partiyek siyasî de biryar bide. Prz. Fethî Gumuþ jî anî ziman ku siyaseta AKP'ê ketiye nava hiqûqê û ketiye nava Dadgehên Bi Rayeyên Taybet.

Li Tirkiyeyê di 1963'an de Dadgeha Makeqanûnê hate avakirin. Ji dema Dadgeha Makeqanûnê hate avakirin heta niha, der barê 26 partiyên siyasî de biryara girtinê hate dayîn. Ji salên 1990'an heta niha partiyên HEP, OZDEP, DEP, DDP, DKP, HADEP, HAK-PAR, DEHAP û DTP ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd hatin ketin nava hewldanan hatin girtin. Her çend piþtî referamdûma 12'ê îlonê ya makeqanûnê girtina partiyên siyasî zahmet bûn jî dîsa BDP di bin þopandina daraz û darizandinê deye. Di salên dawî de hemû xebat û çalakiyên BDP'ê ji ailyê dozger û dadgeran ve wekî "banga rêxistinê" û "propaganda rêxistinê" tê dîtin û tê xwestin îlegal bê nîþandan. Pergala darazê dîsa vediguhere Dadgehên Ewlehiyê yên Dewletê (DGM). Dadgehên Bi Rayeya Taybet wekî DGM'ê tev digerin û hemû hewldanên siyasî dixin bin lêpirsînê. Di demên dawî de hemû xebamtên BDP'ê ji aliyê Dadgehên Bi Rayeya Taybet ve ji nêz ve tên þopandin û girtin û binçavkirinên li ser endamên BDP'ê zêde bûn. Di 3 salên dawî de operasyonên wekî "Qirkirina siyasî" tê bi navkirin û bi navê "KCK" tên meþandin bi hezaran endam û rêveberên BDP'ê hatin girtin. Parêzeran têkildarî helwesta darazê ya li ser BDP'ê nirxandin.

Prz. Beþtaþ: Tu biryara derd barê BDP'ê de tune

Ji 14'ê nîsana 2009'an heta niha li ser navê "KCK" bi hezaran siyasetmedarên kurd hatin binçavkirin û girtin. Prz. Mesut Beþtaþ, der barê girtin û binçavkirinên liser endamên BDP'ê de diyar kir ku darazê li ser navê operasyonên KCK'ê BDP xistiye bin þopa darazê. Beþtaþ, anî ziman ku her diçe pêlên operasyona li ser navê KCK'ê pêk tê fireh dibe û herî dawî heta parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî belav bûye. Beþtaþ, anî ziman ku di çarçoveya operasyonên KCK'ê de endam û rêveberên baskê ciwanan û baskê jinan ên di bin BDP'ê de xebatên zagoni dimeþînin û rêveberên BDP'ê yên navendî û bajaran jî tên girtin û binçavkirin. Prz. Beþtaþ, destîþan kir ku kar û xebatên ciwan û jinan ên di bin baneyên BDP'ê de dimeþînin jî wekî karên îlegal nîþan didin û dixazin BDP'ê îlegal bidnin nîþan. Beþtaþ, bal kiþand ser akademiyên siyasê yên BDP'ê jî û bilêv kir ku li ser navê operasyonên "KCK'ê" dixwazin xebatên BDP'ê yên li gorî rêziknameye dimeþînin jî wekî îlegal nîþan bidin. Beþtaþ, bilêv kir ku dadgehên herêmî nikarin der barê partiyên siyasî de biryarê bidin û tenê Dadgeha Makeqanûnê divê der barê partiyen siyasî de biryarê bidin.

Prz. Gumuþ: Li Kurdistanê hiqûq xelas bûye

Prz. Fethî Gumuþ jî anî ziman ku ji sala 1973'an heta niha parêzeriyê dike û wiha got: "Di sala 1980'an de Dadgeha Rêveberiyên Awarte (SYM) hatin avakirin. Di sala 1990'an de Dadgehên Ewlehiyê yên Dewletê (DGM) hatin avakirin. Niha jî Dadgehên Bi Rayeya Taybet ku li þûna DGM'ê cih digirin hatine avakirin. Piþtî Dadgehên Bi Rayeya Taybet hatin avakirin êdi em li SYM û DGM'ê digerin. Di serdema hikûmeta AKP'ê de piþtî Dadgeha Bi Rayeya Taybet hate avakirin siyaset ket nava xwîna hiqûqê. Îro parêzer û dadger bi fermana AKP'ê tev digerin. Pêkanîn bi vî renegî nameþe."

Gumuþ, anî ziman ku bi taybetî li herêmê bêhiqûqî zêdetir e û wiha berdewam kir: "Bi taybetî li Kurdistanê bêhiqûqî zêdetir e. Li vir dadgehên siyasî hiqûq xelas kiriye. Li dadgehan dadger bêalîtiya xwe winda kirine. Dadger û dozger ne serbixwe ne. Dadger û dozger li gorî ferman û daxuyaniyên Wezîr û Serokwezîran tev digerin. Rejîma dîktatoriyê tê meþandin. Pêþeroja Tirkiyeyê bi dîktatoriya AKP'ê re rû bi rû ye.

<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>
Add a comment
Title:
Text:
*Ji ber ku ne endamin sîroveyên we bi navê "Mêvant" tê Wesandin . Ji bo endametiya belas bitikînin.
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Yorum ( 0 / 0 )
Diger Rojane
» RSS  » Site Map
Copyright © ROJ TV 2011. All rights reserved


Untitled Document
ANF DIHA WELAT POLITIKA GUNDEM MMC