dijminahiya dewleta Tirk a li dijî Kurdan bi nêzikatiya wan a xwezaya Kurdistanê jî xwe dide der.
Piþtî þewitandina daristanan û çêkirina bendavan, niha bi peravên behra Wanê ya Dîrokî jî dileyzîn.
Muduriyeta çêkirina rêyan, peravên gola Wanê bi moloz û bermahiyên sergoyan dadigire û xwezaya peravan xirab dike.
Gola Wanê gelek caran bi qirêjiyê jî tê rojevê.
Lê tevî ku qedexe ye, di serî de parlementerên AKP'ê gelek saziyên dewletê niha li peravên wê ji xwe re avahî koçkên havînê çêkirine.
Ev jî ne bes e, ji bo rêya di navbera Wanê û navçeya wê Westanê de fireh bikin niha peravên golê dadigrin.
Bi vê armancê li gelek deveran ax, bermahiyên bêtonê û sergo rûdikin peravan.
Komisyonek ji bo vê talankirina xwezayê tesbît bike hat avakirin û li cihê bûyerê lêkolîn pêk anî.
Nunerên komisyonê anîn ziman, ku perav bi tevahî tên tinekirin û dagirkirin, ji bo pêþî li vê talankirnê bigrin ewê serî li sazî û dezgehên pêwendidar bidin.
<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>