Federasyona Komeleyên Ingilîstanê FED-BÎR û Meclîsa Jinan Rojê çalakî organîze kir û bi sedan kes tevlî çalakiyê bûn.
Xwepêþandaran ji bo dardekirinan rûreþ bikin, 5 sêdar jî anîn cihê çalakiyê.
Welatiyekî Îranê jî li pêþiya sefaretê pasaporta xwe ya Îranê þewitand.
Zarokekî navê wî nehat zanîn jî bi îdîaya di berîka wî de kevir hene, hate binçavkirin.
Li ser vê girseyê çalakiya rûniþtinê li dar xist û rê li çûnûhatinê girtin.
Di daxuyaniya çapemeniyê de hat gotin dardekirin di encama hevgirtina Tirkiye û Îranê de pêk hatine.
Xwepêþandaran got, darvekirina 4 girtiyên PJAKê û bi jehrdayînê qetilkirina 5 gerîlayên HRKê tesaduf nîne.
Xwepêþandaran ji Yekîtiya Ewrûpa û Neteweyên Yekbûyî xwest ji bo rawestandina van gunehên li dijî mirovahiyê tavilê kirinên cezayî yên aborî û siyasî li dijî Îranê pêk bîne.
LI DEN HAAGÊ KURDISTANIYAN ÎDAMKIRIN
RÛREÞ KIRIN
Nêzî 150 xwepêþandarên li pêþiya sefareta Îranê ya li Den Haagê civiyan, rejîma Îranê protesto kir.
Tevî ku ji bo çalakiyê li devê deriyê sefaretê destûr hatibû dayîn jî, ev biryar di kêliyên dawiyê de hat guherandin û ji xwepêþandaran hat xwestin, çalakiya xwe hinekî dûrî sefaretê lidar bixin.
Çalakî ji aliyê meclîsa gel a Den Haagê ê Weqfa Jinan Hêlîn ve hat organîzekirin.
Xwepêþandaran bi sloganan û dovîzên hilgirtin rejîma îranê protesto kir.
<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>