Endamê Komîteya Parastina Rojnamevanan û rojnamevanê Danîmarkî Magnus Ag biryara Eutelsatê ya astengkirina weþana me, bi nîveseke sernavê 'Bi doza Roj Tv mafên çapemeniya kêmnetew û qanûnên terorîzmê di rojevê de ne' nirxandin.
Di nivîsê de hate destnîþankirin, ku biryar tevî serlêdana Roj Tv a dadgeha bilind hatiye wergirtin.
Û hate gotin, pêvajoya dozê dikare heta bi Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê jî biçe..
Hate bibîrxistin, ku dadgehê destûr nedaye, ku ji bilî dîmenên dozger pêþkêþ kirine, dîmenên alternatîf werin pêþkêþkirin.
Magnus Ag diyar kir, ku ji bo naveroka weþana Roj Tv bi awayekî adilane were nirxandin, divê zextên li ser azadiya xweîfadekirinê ya li Tirkiyê û pirsgirêka Kurd baþ were fêmkirin.
Ag got, çiqasî sekreteriya medyayê ya Danîmarkayê gotibe, ewê li gorî biryara dadgehê lîsansa Roj Tv di ber çavan re derbas bike jî, nayê texmînkirin, ku beriya biryara dadgeha bilin vê yekê binirxîne.
Lê belê hate bibîrxistin, Eutelsat bêyî ku li hêviya biryara dadgehê bisekine biryara rawestandina weþanên Roj Tv da.
Ag destnîþan kir, Roj Tv ya ku Eutelsatê biryara rawestandina weþana wê da, li Ewrûpa û Rojhilata Navîn bi milyonan temaþevanên wê hene.
Endamê Komîteya Parastina Rojnamevanan Magnus Ag got, biryara þîrketê cihê tirs û fikaran e û bi vê biryarê saziyên çapemeniyê yên kêmnetewan di bin tehdîtê de ne.
Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas RSF, ku navenda wê jî li Parîsê yê daxuyaniyek dabû û li dijî biryara þîrketa Eutelsatê nerazîbûneke tund nîþan dabû.
RSFê destnîþan kiribû, ku Eutelsatê xwe xistiye þûna edalatê û bi vê biryarê azadiya xweîfadekirinê binpêkiriye û biryareke sosret e.
Ajansa The Epoch Times jî, bi manþeta "Eutelsat weþana Roj Tv dide seknandin" ji xwendekarên xwe re ragîhand.
Ajansa nûçeya The Epoch Times, herwiha cîh da daxuyaniya Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas û desîþankir ku, bi vî awayî mafê ragihandinê tê binpêkirin.
<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>