ROJ TV  nûçe,news,kurdistan,amed,dersim,Merdin,cew - Rûpela Pêsin
Add a comment
Recommend
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

24 Sermawez 2011 13:17
Þandên dewletê nameyên Ocalan birin Qendîlê



Þandên dewletê nameyên Ocalan birin Qendîlê Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaþ li ser hesabê xwe yê Twitterê bersiv da îdîayên di çarçoveya operayonên di bin navê KCK’ê de, der barê wî de tên kirin.

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaþ li ser hesabê xwe yê Twitterê bersiv da îdîayên di çarçoveya operayonên di bin navê KCK’ê de, der barê wî de tên kirin. Demîrtaþ nerazîbûn nîþanî nûçeya "Parêzeran fermana Ocalan bir Qendîlê" ya çapemeniya Tirk da û got; “Nameyên ji Îmraliyê diçûn Qendîlê ne bi riya parêzeran, bi haya Serokwezîr û bi riya þandên dewletê diçûn Qendîlê.”

Demîrtaþ bi 10 twîtan helwesta çapemeniya Tirk a li hemberî operasyonên di bin navê KCK’ê de têne meþandin rexne kir. Demîrtaþ ji bo nûçeyên di çapemeniyê de wiha nivîsand; "Rojbaþ, saziyên çapemeniyê yên AKP’ê, y.þafak,zaman,bugun,akit... propagandaya qirêj a þer ji yên 28’ê Sibatê fêr bûn. Statîkoperestên wê demê jî."

Demîrtaþ destnîþan kir ku operaysonên di bi navê KCK’ê de têne meþandin “dafik” in û got ku ji aliyê Serokwezîr Erdogan ve têne birêvebirin. Demîrtaþ wiha domand; "Li hemberî Îslamiyan jî êriþeke wiha neheq meþandin, Lê winda kirin. Ji ber gel rastiyan baþ dizanî. Niha jî hêza desthilat AKP û çapemeniya wê êriþê Kurdan dikin, lê wê winda bikin, ji ber ku gel rastiyan dizane. Herî baþ Serokwezîr Erdogan dizane nunerên wan kî ne. Ji ber ku gelek caran bi wan re hevdîtin pêk anîn. Nameyên li Îmraliyê hatin nivîsandin, ne bi riya parêzeran, bi haya Serokwezîr û þandên dewletê çûn Enqereyê. Ger tiþtên ji Îmraliyê tên ferman bin, wê çaxê, postavan û navbeynkar jî AKP ye.”

Demîrtaþ diyar kir ku ew tiþtên ku di pêvajoya aþitiyê de dihatin kirin, asayî dibînin, lê ku dor hate parêzeran û BDP’ê. Demîrtaþ got; "Ev êriþên wiha qirêj, dibe sedem ku zoriyê bidin peydakirina zemînek nû ji bo aþitiyê û bêqîmê bi xwe re tîne. Lê di her pêvajoyekê de gotinek rast a serokwezîr heye; BI ZILMÊ ABAD NABE. Ji bo îdîayên der barê min de jî tenê bikevin Googleyê, hûn ê dîroka wan nivîsan û rastiyan bibînin."

<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>
Add a comment
Title:
Text:
*Ji ber ku ne endamin sîroveyên we bi navê "Mêvant" tê Wesandin . Ji bo endametiya belas bitikînin.
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Yorum ( 0 / 0 )
Diger Polîtîka
» RSS  » Site Map
Copyright © ROJ TV 2011. All rights reserved


Untitled Document
ANF DIHA WELAT POLITIKA GUNDEM MMC