Xwendekarên Mala Piþtgiriya Perwerdehiyê ya ji aliyê Þaredariya Dêrsimê ve ji bo bîranîna Dîlek Sarin a 3 salî bi dayîka xwe re di operasyoneke leþkerî de winda bûn hatibû vekirin, piþtî hate girtin mexdur bûn. Ji bo Mala Piþtgiriya Perwerdehiyê çareke din bê vekirin, þaredarî dê biryarê îtîraz bikin. Li Mala Piþtgiriya Perwerdehiyê li ser baweriya elewiyan û zimanê zikmakî perwerdehî dihate dayîn û xwendekarên malê filmekî kin a bi navê "Þahmeran" jî kiþandibûn.
Li Dêrsîmê di çarçoveya "Hewildana elewiyan" li zanîngehê têkildarî baweriya elewiyan de ders hatin dan û di heman çarçoveyê de Waliyê Dêrsîmê "Dersên elewîtiyê" dan polîsan. Li gel vê yekê, Mala Piþtgiriya Perwerdehiyê ya Dîlek Serîn a Þaredariya Dêrsîmê hate girtin. Mala perwerdehiyê ku sala par ji aliyê þaredariyê ve hate vekirin, ji aliyê Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ve bi hînceta "Li dijî madeya 42'yan a Makezagonê û madeyên 56-57 ên Zagona Bingehîn a Perwerdehiya Neteweyî ya hejmara 1739'an xebatê dike" hate girtin. Walîtiyê xwest tabeleya navê Dîlek Serîn li ser nivîsî bê daxistin. Bertekên li dijî vê yekê berdevam dikin. Þaredara Dêrsîmê Edîbe Þahîn, diyar kir ku gelê Dêrsîmê vê biryarê qebûl nakin û dê li dijî vê yekê îtîraz bikin. Þahîn, anî ziman ku ev biryar ji biryarên din ên li dijî malên perwerdehiyê yên þaredariyên BDP'î vekirin serxwebûn nîn e.
Li mala perwerdehiyê 200 xwendekaran perwerdehiya baweriya kizilbaþ a elewiyan û zaravayê kirmançkî yê kurdî digirt. Malbatên dixwastin perwerdehiya "dersên olê yên bi zorê" bên rakirin diyar kirin ku ji bo zarokên wan hînî baweriya elewiyê bibin rêdikirin malba perwerdehiyê. Malbatên rewþa wan ne baþ ên zarokên xwe diþandin mala perwerdehiyê jî diyar kirin ku heke di betlanaya navberê de mala perwerdehiyê neyê vekirin dê vê biryarê þermezar bikin.
Li Mala Piþtgiriya Perwerdehiyê di hemû qadan de pol hatin vekirin û li gel vê yekê xebatên çandî û hûnerî jî dihatin meþandin. Di çarçoveya xebatên çandî de komeke xwendekaran filma bi navê "Þahmeran" kiþand û film dê di Mihrîcana Dêrsîmê de bê pêþandan.
Windaya herî biçûk: Dîlek Serîn
Mala Piþtgiriya Perwerdehiyê ya Dîlek Serîn a Þaredariya Dêrsîmê par ji bo bîranîna Dîlek Serîn a 3 salî ya ku bi 7 endamên malbata xwe re di operasyona Tugya Komando ya Bolu de windabûn hate vekirin. Ji bo vekirina saziyê gelek xizmên windan tevlî bûn.
(ft/mae)
<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>