ROJ TV  nûçe,news,kurdistan,amed,dersim,Merdin,cew - Rûpela Pêsin
Add a comment
Recommend
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

28 Sermawez 2011 12:58
Sûcdarên bi zagonên 2-B'yê tên darizamdin tên efûkirin



Sûcdarên bi zagonên 2-B'yê tên darizamdin tên efûkirin Hikûmeta AKP'ê hewl dide ku zeviyên daristanê yên di cemaweriyê de wekî "2-B2 tên zanîn ên "Erka xwe ya Daristanê Windakiriye" derxe piyasê û dest bi firotina wan bike.

- Hikûmeta AKP'ê hewl dide ku zeviyên daristanê yên di cemaweriyê de wekî "2-B2 tên zanîn ên "Erka xwe ya Daristanê Windakiriye" derxe piyasê û dest bi firotina wan bike. Hikûmet xwe amade dike ku di rojên pêþ de vê zagonê li Lijneya wezîran ji bo guhertinê ji îmzeyê re veke. Serokê Komeleya Lêkolînên Pirsgirêkên Daristan, Derdor û Çoltarê Ahmet Demîrtaþ, anî ziman ku zagona "2-B" sûcdarên daristanê efû dike. Demîrtaþ, anî ziman ku di vê pêvajoya ku bala her kesî li ser erdhejê ye dixwaze vê zagona 2B'yê biguhere.

Hikûmeta AKP'ê ji bo zagonan li gorî xwe biguhere di nava hewldanan deye. Hikûmeta AKP'ê hewl dide ku zeviyên daristanê yên di cemaweriyê de wekî "2-B2 tên zanîn ên "Erka xwe ya Daristanê Windakiriye" derxe piyasê û dest bi firotina wan bike. Wezîrê Karê Avê û Daristanê Veysel Eroglu, diyar kir ku dê pêþnûmeya zagona "2B a zeviyên kêrî Daristanê nayê" ku ji sala 2003'an de di rojeva hikûmetê deye di nava 15 rojan de pêþkêþî Lijneya Wezîran bikin. Eroglu, anî ziman ku ev zeviyên 2-B çiqas pere bîne dê Lijneya Wezîran biryarê bide. Ji niha de gelek kes ji bo van zeviyan bikirin ketin rêzê. Hate zanîn ku zeviya di sala 2003'an de 473 hezar hektar bû, niha daketiye 410 hezar hektarî. Li bendê ye ku ji vê zeviyê 22 hezar hektarî (Ji sedî 5) bûne avahî û hatiye firotin. Tê gotin ku dixwazin bi vê zagonê sûcdarên zeviyên daristanê efû bikin.

'Anîna rojevê ya zeviyên 2-B' firsetî ye'

Serokê Komeleya Lêkolînên Pirsgirêkên Daristan, Derdor û Çoltarê Ahmet Demîrtaþ, anî ziman ku zagona "2-B" sûcdarên daristanê efû dike. Demîrtaþ, anî ziman ku di vê pêvajoya ku bala her kesî li ser erdhejê ye dixwaze vê zagona 2B'yê biguhere. Demirtaþ, da zanîn ku Serokwekîle AKP'ê Nûnettîn Çanîklî têkildadrî zeviyên 2-B'an de gotiye '410 hezar hektar zeviyên 2B dê 26 mîlyar TL pere bîne' û wiha got: "Min naveroka vê pêþnûmeya ku niha di rojeva meclîsê de nedîtiye. Mijara zeviyên 2B'ê di 2003'an de anîn rojevê lê nexistin meriyetê. Niha jî dixwazin ji vê gengeþiya erdheja Wanê sûdê bigirin û biguherin. Dixwazin li gorî berjewendiyên xwe van zeviyan pêþkêþî hevkarên xwe bikin.

Demirtaþ, bilêv kir ku li gorî Benda B'yê û Xala 2'an a zagona hêjmar 6831'an a Daristanê beriya sala 1981'an zeviyên rez, bax û bistanan û her wiha ji bo çêra sewalkariyê dihat bikar anîn, di aliyê hiqûqî de wekî zeviyên daristanê neyên binavkirin û niha rayedar vê yekê berovajî dikin. Demîrtaþ, bilev kir ku hikûmet dixwaze hemû zeviya 2B wekî ku avahî lê hatibin lêkirin bide nîþandan û terê rê di firotinê de dibîne.

'Dixwaze zeviyan bi erzanî bide TOKÎ'yê

Demîrtaþ, destnîþan kir ku hikûmeta AKP'ê dixwaze zeviyên 2B li Stebol, Bûrsa, Yalova, Îzmîr, Mugla, Antalya Enqereyê bi pereyên erzan bide TOKÎ'yê. Demîrtaþ, derbirî ku berê jî Yekîtiya Borsa û Odeyên Tirkiyeyê (TOBB) û Odeya Bazirganiyê ya Enqereyê (ATO) der barê zeviyên 2B'yê de daxuyanî dabûn. Dixwazin bi firotina van zeviyan ji TOKÎ'yê re zeviyên erzan bi dest bixin.

'Dixwazin sûcdarên daristanê efû bikin'

Ahmet Demirtaþ, anî ziman ku hikûmet bi van guhertinên zagonan dixwaze kesên li ser van zeviyan sûc kiribe wan efû bike û malê dewletê pêþkêþî sûcdaran bike.

<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>
Add a comment
Title:
Text:
*Ji ber ku ne endamin sîroveyên we bi navê "Mêvant" tê Wesandin . Ji bo endametiya belas bitikînin.
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Yorum ( 0 / 0 )
Diger Rojane
» RSS  » Site Map
Copyright © ROJ TV 2011. All rights reserved


Untitled Document
ANF DIHA WELAT POLITIKA GUNDEM MMC