Sefîrê Mezin ê Emerîkî Francis Rîciardone, hin rojnamevan li ba xwe kirin mêvan û der barê astangkirina weþanên Roj Tv de daxuyaniyên balkêþ dan.
Rîcîardone got, ji bo weþana me were astengkirin Emerîka bi xwe ketiye dewrê.
Û bi van gotina ev yek îtîraf kir, 'Mesala ji bo Roj Tv were girtin me ji dostên xwe yên Ewrûpî rica kir. Ji xwe ev parçeyek ji hevkariya me ye. Di encamên de Roj Tv bê deng bû'.
Ricciardone îdîa kir, ku ti têkiliya Emerîkayê bi operasyonên derveyî sînor ên Tirkiyê re nîne.
Û dîsa îdîa kir, ku di komkujiya Roboskiyê de wan hedefek ne hilbijartiye, tenê li dijî PKKê wan piþtgiriya îstîxbaratê daye Tirkiyê.
Ricciardone diyar kir, Tirkiyê qabiliyetên xwe bi karanîne û got,
'Em jî ji ber agahiyên kêm, xetayan dikin, ev normal e. Di rabirduyê de ji ber vê yekê min lêborîn jî xwestibû. Ev rewþ jî xetayeke trajîk bû'.
Ricciardonê rewþa rojnamevanên girtî jî nirxand û wiha axivî,
'Tirkiye welatekî demokratîk e, lê belê çawa entellektuel û rojnamevan di girtîgehan de ez wê fêm nakim'.
Ricciardone got, ji bo Îranê dema hilbijartinê hatiye û destnîþan kir, ku ew 'Iraqê terkî destên Îranê nakin"'
Û diyar kir, ku li Kurecîkê mertalên fuzeyan di dewrê de ne û îdîa kir, mertal tenê ji bo parastinê ne.
Ricciardone têkildarî qebûlkirina pêþnûmeqanûna der barê Qirkirina Ermeniyan de jî got, 'Fransa dostekî kevin û hêja yê Emerîkayê ye û Tirkiye jî wisa. Em dixwazin Tirk û Ermenî bûyerên 1915an, rastiyan bi temamî û bi awayekî ji dil qebûl bikin'.
Ricciardone her wiha der barê mijara Surî de jî diyar kir, ku ew û Tirkiyê li ser heman noqteyê ne.
<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>