Li aliyekî Serokwezîr li þûna konteynir û malên prafabrîk li welatiyan belav bike got heta meha tebaxe îdare bikin, li aliyê din Midûriyeta Wezareta Piþtgirî û Alîkariya Civakî li þûna pirsgirêka sermayê çareser bike li welatiyan komira bê qalîte belav dike û welatiyan jahrînî dike. Dayika 7 zarokan Elîf Ateþ, diyar kir ku erdhejê ew nekuþtin, lê dibe ku komir wan bikuje.
Li Wanê piþtî erdhejên 23'ê cotmehê ya hêza wê 7,2 û 9'ê mijdarê hêza wê 5,6 pêk hat; 28 hezar û 500 xanî hilweþiyan û 644 welatiyan di bin xerabeyan de jiyana xwe ji dest dan. Li þûna ku Serokwezîr konteynir û malên prafabrîk li welatiyan belav bike got heta meha tebaxe îdare bikin. Dîsa li aliyê din Midûriyeta Wezareta Piþtgirî û Alîkariya Civakî li þûna pirsgirêka sermayê çareser bike li welatiyan komira bê qalîte belav dike. Li wanê ku serma dadikeve bin sifirê 10 dereceyan, welatî þevên pir sar û dijwar derbas dikin. Ji ber ku Midûriyeta Piþtgirî û Piþtevaniya Civakî komira bê kalite belav dike welatî bi pirsgirêka jahrînê re rû bi rû ne. Midûriyeta Civakî niha li baxçê Dibistana Seretayî ya Kazim Karabekîrê ya navçeya Erdîþê, komira sala par ku hatibû depokirin li weyatina belav dike. Ji bo komirê her roj bi sedan kes dikevin dorê û hewl didin ku çend torbe komir bi dest bixin da ku di þevê sar de xwe pê germ bikin. Welatiyê bi navê Ergun Yigit, diyar kir komir kevne û gefan li jiyana wan dixwe. Yîgît xwest ku piþtî komir hate venêrtin û þûnde li welatiyan bê belavkirin.
'Em jahrînî dibin'
Dayika 7 zarokan Elîf Ateþ ku li pêþ Kiþlaya Cemal Gursel di kon de dijî, anî ziman ku ji ber midûriyet komira kevn û bê kalîte li wan belav dike, pir ditirse ku tev zarokên xwe jahrînî bibe û bimirin. Ateþ, anî ziman ku ew di erdhejê ne nemirin, lê dibe ku ji ber komira qirêj û hewaya qirêj jiyana xwe ji dest bidin.
<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>