Endama Komîteya Rêveber a PKKê Sozdar Avesta destnîþankir ku îro mijara herî girîng û sereke ya Kurdan, rewþa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e..
Avesta destnîþankir ku gelê Kurd, tevgera kurd, neyar û dijberên gelê kurd, her kes di zanebûna mîsyona Rêber Apo de ye û wiha pê de çû:
"Di van 40 salên dawî de siyaseta ku herî zêde bandora xwe li Rojhilata Navîn kiriye, siyaseta tevgera kurd a di bin rêbertiya rêber Apo de ye. Ger nêzîkatiya ji Rêber Apo re erênî be, bê guman pirsgirêk dikare bi awayek erînî were çareserkirin, eger ev nêzîkatî li ser bingehê tecrît, înkar, þîdet û tinekirinê be, ev tê wê wateyê ku înkar û îmha heye".
Sozdar Avesta anî ziman ku 13 salin sîstema Îmraliyê ne bi qanûnên dewleta Tirk, bi konsepta komploya navnetewî tê birêvebirin.
Di axaftina xwe de Avesta anî ziman ku zêdetirî 6 mehin hevdîtina parêzeran li gel Ocalan tê astengkirin û dema dixwestin ji bo berjewendiyên xwe roja þemiyê jî hevdîtin dikaribûn pêk bînin..
Li ser derneketina hevdîtinê ya Ocalan a bi malbatê re jî Sozdar Avesta anî ziman ku ji bo lîstikên AKPê werin pûçkirin ev yek pêk hatiye..
Avesta wiha got:
"AKP împarotoriyek ji tirsê daye avakirin. Li gor wê, rêberê me çiqas di tecrîdêde be, ewê ewqas mezin bibe! Ji ber ku Rêber Apo siyaseta xapînok ya AKPê pûç kir. AKP tola xwe ji rêbertiya me digre".
Sozdar Avesta li ser çalakiyên pêngava Tevgera jina kurd a bi slogana "Em Rêber Apo azad bikin, qirkirinê bi dawî bikin" jî agahî dan..
Avesta derbarê çalakiyên jinan û felsefeya Ocalan ya ji bo jinan de wiha got:
"Rêbertiya me bûye malê bi milyonan. Bi fikir, raman, felsefe û paradigmaya xwe li Rojhilata Navîn li ser hîmên modernîteya demokratîk, konfederalîzma demokratîk û KCKê, pergalek nû ava kir. Pêwîste ev misyon baþ bê dîtin. Felsefe û paradîgmaya rêber Apo herî zêde jina Kurd û jinên herêmê kir xwedî gotin".
Avesta anî ziman ku jin bi çalakiyên xwe girêdan û dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re nîþan didin.
Sozdar Avesta destnîþankir ku ji ber ku herêma Botanê herêmek berxwedêr e û ji azadiyê paþ de gav navêje, bûye hedefa êriþên dewletê.
Avesta anî ziman ku tiþta nikaribin bi operasyonên qirkirina siyasî û çandî bikin niha bi komkujiyan dikin..
Avesta wiha got; berî du salan Erdogan çû Colemêrgê, lê gelê
Colemêrgê derneket mîtînga wî û ew protesto kir. Erdogan got, an hunê min qebûl bikin an jî hunê ji vir biçin, êriþ ji ber vê polîtîkayê de pêk tên.
Sozdar Avesta anî ziman ku komkujiya li Roboskiyê jî bi tecrîda Îmraliyê û êriþên eskerî û siyasî ve girêdayî ye..
Di mijara girtina televizyona me de jî Avesta anî ziman ku di encama bazara navnetewî de ROJ Tv hatiye girtin..
Sozdar Avesta destnîþankir ku hêzên navnetewî bi sed salan e ji bo berjewandiyên xwe hemû tiþtî dikin..
Avesta anî ziman ku girtina ROJ TV jî bi konsepta giþtî ya li ser gelê Kurd ve girêdayî ye.
<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>