Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), 6'emîn Komcivîna Giþtî ya Asayî li Salona Vedat Aydin a li avahiya BDP'ê ya Amedê pêk pêk anî. Di komcivînînê de Hevserokê Giþtî yê BDP'ê Selahattin Demîrtaþ, Hevserokên Giþtî yên KCD'ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk, 715 nûnerên saziyên sivîl ên cvakî ku ji herêmê hatibkûn, Serokê GUNSÎAD'ê Þah Îsmaîl Bedîrhanoglu, Parlementerên BDP'ê û rêveberên BDP'ê yên bajar û navçeyan, þaredarên BDP'î jî amade bûn.
Beriya komcivînê starên kurdî ên çalak hatin stirn û vê yekê bandora xwe li ser delegeyên komcivînê jî kir. Delegeyên ku hatin komcivînê piþtî navên xwe nivîsandin û qeydên xwe kirin derbasî salona komcivînê bûn. Li salonê pankartên "Tecrida li ser Ocalan, tecrida li ser gelê Kurd e", "Em bi Kurdistana xweser û demokratik ber bi yekîtiya netewî ve dimeþin", "Em zagona bingehîn a neteweya demokratîk dixwazin", "Bi ked û baweriya demokratîk emê tekoþîna azadiya jinê bilind bikin", "Jiyana azad, Kurdistana azad" û wêneyên kesên di komkujiya li Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dan hatin daliqandin.
'AKP bi polîtîkaya înkarê nêzî çareseriya kurd dibe'
Piþtî dîwana komcivînê hate avakirin, ji bo Serokê BDP'a Qersê Halîs Ozen, hesapgirê BDP'ê Îzzet Varli ku duh li Bedlîsê di qezayê de jiyana xwe ji dest dan û kesên di têkoþîna aþtî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan rêz hate girtin. Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, axaftina destpêkê kir û Ozen û Varli bibîr anî. Turk, li ser operasyonên ku di bin navê "KCK'ê de li dijî gelê kurd û siyasetmedarên kurd tên meþandin rawestiya û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê û Serokwezîr dixwaze bi înkar û îmhayê pirsgirêka kurd çaremer bike. Di fesareta wan de çareserî tune înkar heye. Wer bawer dikin ku bi înkar û îmhayê kurdan tune bikin û pirsgirêkê çareser bikin. Kurdan bi têkoþîna xwe polîtîkayên AKP'ê deþîfke kirin. Em guhertin û veguhertina Rojhilata navîn esas digirin. Em tu carî feraseta AKP'ê qebûl nakin."
'Projeya Xweseriya Demokratik, projeya yekîtiya azad e'
Turk, bilêv kir ku gelê kurd bi hêza xwe ya cewherî têkoþîna xwe ya hebûnê dide û wiha berdewam kir: "Kurd nabin lîstik û maþikên hêzên emperyalîst. Ji ber vê yekê bûne hedef. Hêzen Emperyalîst kurd û hêzên demokratîk kirine hedefa xwe. Li gel ku hemû hêzên emperyalîst li ser kurdan bûne yek jî kurd teslîmî polîtîkayên wan nabin. Em Misir û Suriyeyê dibînin ku li hemberî daxwazên gel êdî xetimîne. Ji ber vê yekê projeya Xweseriya Demokratîk, projeya yekitiya azad e. Ev dê demokratîkbûna gelû gelê rojhilata navîn pêþ bixe. Ev projeya gelê kurd a bi gelê tirk re azad, wekhev û di nava yekîtiyê de bijîn e. Em dixwazin wekî KCD'ê Statuya gelê kurd bidin naskirin. Êdî 20 mîlyon kurd nabe kole.
'Siyaseta demokratîk eyneya gelê kurd e'
Turk, anî ziman ku gelê kurd dê siyaseta demokratîk pêþ bixe û wiha berdewam kir: "Siyaseta demokratîk eyneya gelê kurd e. Divê daxazên gelê kurd rast bê famkirin û xwendin."
'Bi çekan û girtîgehan ev gel nayê bêdengkirin'
Turk, bal kiþand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Hemû kes dizane ku Birêz Ocalan ji bo aþtî, pêþerojeke azad û çek bêdeng bibin gelek kedeke mezin da. Birzê Ocalan ê ku ji bo aþtiyê û biratiyê peyma dan niha di bin tecrîdeke gelek giran de ye. Mantiqekî wisa kor tê bikaranîn. Em careke din li vir bang dikin. Êdî bi polîtîkayên þer û tepsandinê tu encama nayê girtin û di nava 30 salan de ev yekê her tim derket holê. Bi çekan û girtîgehan hûn nikarin dengê vî gelî qut bikin. Gelê kurd di salên 90'an de serî li dijî bûyerên kiryar nediyar nedanî û dest ji berxwedanê berneda. Di vê pêvajoyê de jî dest ji berxwendanê bernade û serî natewîn e." Turk, banga "Werin em daxwazên gelê kurd bi diyalogê çareser bikin" kir û wiha axivî: "Pirsgirêka gelê kurd bêyî kurdan û daxwazên demokratîk pirsgirêka kurd nayê çareserkirin. Hûn nikarin bi polîtîkayên qirêj vî gelî bi tepisînin. Komareke Demokratîk, pêþerojeke demokratîk, pêþeroja gelê kurd û ya me hemuyan e. Em bang li hemû kesî dikin ku tehemulê nîþanî jiyanekî wekhevî û adîl bikin dikin. Heke Tirkiye bi vî mantiqî tevbiger dê pirsgirêkên xwe çareser bike."
'Heye bedel neyêndan azadî bi dest nakeve'
Turk, axaftina xwe wiha berdevam kir: "Têkoþîna gelê kurd dide tenê ji bo gelê kurd în e ji bo hemû gelan e. Li gel hemû geþedanên neyînî li dijî polîtîkayên înkarê gel dê xwe bi rêxistinî bike. Em bawer dikin ku têkoþîna mafên mafdar dê serbikeve. Israra me ya têkoþîna demokratîtk dê me bigihijîne encamekê. Ev pêvajo dê li gorî daxwaz kesên têkoþîna azadiyê didin bi encam bibe. Bila hemû gelên Tirkiyeyê bizanin ku heye bedelen neyên dan azadî nayên bidestxistin. Êdî gelê kurd dê xwedî statuyekê bibe. Hêz herî bi biryar a li Rojhilata Navîn nayê jêbirin. Hewcehî bi makezagonekî hemû cudahiyan û baweriyan di nav xwe de bihewîne heye. Êdî 20 mîlyon gelê kurd bi têkiliyên xulam û beg nayê rêvebirin. Em dê teqez statuya kurdan diyar bikin û ser bikevin. Divê hemû kes vê yekê qebûl bike wisa bibîne. Em di siyaseta xwe de vê yekê bi awayekî zelal tînin ziman. Em daxwazên xwe bi awayekî zelal tînin ziman. Divê daxwazên gelê kurd bi cidî bên dîtin."
Civîn ji çapemeniyê re girtî berdevam dike.
Piþtî axaftina Turk Lijneya Giþtî ji çapemeniyê re hate girtin û civîn berdevam dike. Hate zanîn ku civîn dê heya sibê piþt nîvro berdevam bike.
DÎHA
<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>