Li Stenbolê bi hezaran kesan di çarçoveya kampanyaya "Ez livirim" a ji aliyê BDP'ê ve li dijî operasyonên di bin navê "KCK'ê" de dimeþe li edliyeyên Stenbolê xwe îxbar kirin. Piþtî duh 155 kesan li xwe îxbar kiri, polîs çûn mala 50 BDP'iyan. Piþtî endamên BDP'ê xwe îxbar kirin Walîtiya Stenbolê bi riya telefonê li malên BDP'iyan geriya û ji bo ziyaretê randevu xwest. BDP'iyên randevû dan rayedarên Walîtiyê, diyar kirin ku li þûna rayedarên Walîtiyê polîs hatin malên wan.
'Polîsên sivîl em xistin nava lêpirsê'
Endamê Rêxistina BDP'ê ya Kuçukçekmeceyê Berhem Ozer, diyar kir ku piþtî wî daxwaznameya îxbarê da kesê xwe wekî rayedarê Walîtiya Stenbolê da naskirin randewû ji wî xwest. Ozer, anî ziman ku wî ji kesên randevu xwet pirsa "hûn çima randevuyê dixwazin" kir û kesê li wî geriya jî bersiva "dema ku em hatin malê em dê bersivê bidin" dan. Ozer, têkildarî kesên piþtî randevuyê hatin mala wî wiha got: "Dema ku ez çûm malê polîsekî nasnameya xwe nîþanî min da. Min ji wan re got 'Hûn çima hatin vir. Min randevû da Walîtiyê. Polîsan jî got, 'Em li ser biryara Walîtiyê hatin malan ziyaret dikin.'" Ozer, anî ziman ku polîsan ji wî pirsên "Hûn pirsgirêka kurd çawa di nirxînin? Hûn çawa berê xwe didin çalakiyên bombekirinê û kevir avêtin? Di bin çavan de îþkence kirin? Rewþa we ya aborî çawaye? Zarokên we tevlî meþan dibin?" pirsîne. Ozer, da zanin ku piþtî axaftinê polîsan li nava malê wêneyên wî hevsera wî kêþandin.
'Polîsan li malê wêneyê me kiþandin'
Welatiyê bi navê Cemal Tanrivermîþ jî diyar kir ku rayedareke Walîtiyê li wî geriya û randevû xwest. Tanrivermîþ, anî ziman ku wî ji kesê randevu xwet re got, "Heya hûn hinceta randevuyê nebêjin ez randevuyê nadim" Tanrivermîþ, da zanîn ku kurê wî berê ji ber sedemên siyasî salekê di girtîgehê de ma. Tanrivermîþ, bilêv kir ku polîsan pirsên "Çima zarokê we ket girtîgehê? Hûn çawa berê xwe didin çalakiyên bombekirinê û kevir avêtin? Rewþa we ya aborî çawaye? Zarokên we tevlî meþan dibin?" pirs ji wî kirin. Tanrivermîþ, destnîþan kir ku polîsan pirsa di navbera dema 12'ê Îlona 1980'an de û îro çi cudahî hene kirin û wiha axivî: "Dema ku min bersiva vê pirsê da polîsan gotinên min not girtin." Tanrivermîþ, da zanîn ku hêj polîs ji malê derneketin wêneyên wan kiþandin.
Hevseroka Rêxistina BDP'ê Asiye Kolçak têkildarî pêkanînên li dijî endamên wan wiha got: "Ji bo partiya me di bin gumanê de bihêlin van pêkanînan dikin. Xebatên partiya me wekî îlagal nîþan didin. Lê ev yek mafekî demokartîk e.
<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>