Ev ambargo hemû hevpeymanên nû yên petrolê yên li gel Îranê hatine îmzekirin tune dihesibîne. Tenê hevpeymanên beriya 1ê hezîranê derbas bibin.
Welatên Yekitiya ewropayê muþteriyên baþ ên petrola Îranê ne. Di roja me de ji sedî 20ê petrola Îranê diçe welatên YEyê.
Beriya civîna wezîrên YE'yê ya li Brukselê ev mijara ambargoyê di rojevê de bû.
Alîkarê Serokê Komîteya Ewlekariya Netewî û Têkiliyên Derve yên Meclîsa Îranê Mihemed Kossarî dabû diyarkirin ku, ger li ser Îranê ambargoya îxracatkirina petrolê bê pejirandin ewê bi temamî Tengaca Hurmuzê bigirin.
Kossarî daxuyaniya ku dayî ajansa nûçeya ya Farsê, Ger ambargoyê danin ser îxracata petrola Îranê, ewê deriyê Tengava Hurmuz bigirin.
Di vê navberê de Wezîrê Parastina DYAyê da diyarkir ku, keþtiyên þer yên DYA, Îngilîz û Frenseyê bê ku astengiyek çêbibe di deriyê Tengava Hurmuzê re derbasî Korferzê bûne.
Îran li hemberî van zextan xwe bi hebûna mefaê wê yê çêkirina santralên nuklerî diparêze.
Hikûmeta Tehranê diyar dike ku pêwîstiya Îranê ya ji bo enerjiyê zêde bûye û ji ber vê jî hem bi van santralan dixwaze vê pêwîstiyê bibersivîne û hem jî dixwaze xwe ji bin bandora enerjiya fosîlan rizgar bike.
Heta vêderê kesek ji vê neyta Îranê re tiþtekî nabêje, lê bûyina xwediya vê enerjiyê derletên herêmê û bi taybetî jî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dixe nav fikaran.
Ev fikar jî ji ber tirsa çêkirina muxtemel ya çekên atomî ya Îranê ye.
Lewra di van xebatên xwe de Îran uranyûmê dewlemend dike da ku wekî enerjî bikarbîne, lê vê ûranyûma dewlemendkirî dikane wekî bombeyê jî were bikaranîn.
Niha hemû xebatên nuklerî yên cîhana me, divê di bin kontrola Saziya Neteweyên Yekbûyî ya Ajansa Atomê de bin.
Ev ajans gereke kontrol bike ka enerjiya nuklerî ji bo çekan tê bikaranîn en ji bo bidestxistina enerjiyê ye ku wekî elektrîkê li gelek welatan ev enerjî tê bikaranîn.
Di salên borî de Îranê vê kontrola Ajansa Navnetewyî red kiribû û heta ku nêzîkbûna wê ya ji cîhana rojava re peyda bûbû, ev redkirina Îranê wekî krîzekê li pêþ bû.
Bi taybetî dewletên Ereb fikarên xwe yên ji ber vê xebata nuklerî ya Îranê ragihandibûn.
Ji vî alî ve ew dewletên ereb û Îsraîl dighêjin hevdu. Lewra Îranê dewleta Îsraîlê wekî dijmina sereke ya alema Îslamê nîþan dide û rêveberiya wê ji holê rakirina Îsraîlê wekî hedefeke xwe her tînin zimên.
<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>