Li Amedê bi munasebeta 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî di navbera 13-22'yê gulanê de meþ, penel û resepsiyon dê bên lidarxistin. Serokê Giþtî yê KURDÎ-DER'ê Burhan Zorooglu, destnîþan kir ku dê bi alfabeya Celadet Elî Bedirxan bersiv bidin derdorên dibêjin "Kurdî tuneye, kurdî nabe zimanê nivîse."
15'ê Gulanê ku roja destpêka weþana Kovara Hewar a kurdî ya di sala 1932'an de ji aliyê Celadet Elî Bedîrxan ve hatibû derxistin , wekî Cejna Zimanê Kurdî hatiye îlankirin. Li Amedê bi munasebeta 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî dê di navbera 13-22'yê gulanê de meþ, penel û resepsiyon dê bên lidarxistin. Di hemû bernameyan de dê balê bikiþînin ser pêkutî û asîmilasyona li ser kurdî. Her wiha daxwazên perwerdehiya zimanê zikmakî jî dê bên bilêvkirin. Serokê Giþtî yê KURDÎ-DER'ê Burhan Zorooglu, der barê çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî de agahî da û destnîþan kir ku dê bi alfabeya Celadet Elî Bedirxan bersiv bidin derdorên dibêjin "Kurdî tuneye, kurdî nabe zimanê nivîse." bidin.
'Ziman ruha gel e'
Zorooglu, di berdewamê de balkiþand ser berxwedana Ferhat Kurtay a di warê kurdî de û wiha axivî: "Di tarîtiya 12'ê Îlonê de di Girtîgeha Amedê de berxwedema Ferhat Kurtay ya di warê kurdî de rêya me ronî dike." Zorooglu, anî ziman ku di rûpela pêþiyê ya yekemîn hejmara Kovara Hewar de hatiye gotin "Hewar dengê zanîstê ye. Zanyarîjî xwe naskirine. Hewara me jî naskirina zimanê me ye." hatiye nivîsandin û wiha pêde çû: "Ruha gelekî zimanê wî ye. Ziman tiþtekî zindiye. Eger nebe zimanê perwerdehiyê wê demê dê bimire. Gelê kurd dixwaze zimanê wî bibe zimanê perwerdehiyê. Em di çalakiyên xwe de dê vê yekê bi dengek bilind biqêrin.
Zorooglu, hemû kes dawetî meþa ji bo 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî kir. Meþ di 15'ê gulanê de ji ber Mêvanxaneya Þaredariya Bajarê Mezin destpê bike û heta Sumer Parkê wê bidome.
Bernameya Cejna Zimanê Kurdî wiha ye:
" *13' gulanê, resepsiyon de bê dayîn
* 15'ê gulanê meþa girseyî dê bê lidarxistin. Piþtî meþê bi zarokên ku di hin malên piþtgiriya perwerdehiyê de dersa kurdî ditine re bernaya ziman dê bê lidarxistin.
* Dê pankartên 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li nava bajar bên dalikandin.
* Dê ji zarokên ku bi hinceta tevli çalakiyan bûne hatine girtin re qartên 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bên þandin.
* Di navbera 17-22'ê gulanê de dê têkildarî ziman penel bên lidarxistin.
<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>