Endamê konseya rêveber a KNKê Remzî Kartal, li Spanyayê hate girtin.
Kartal ji bo pîrozbahiyên Newrozê çûbû paytexta Spanyayê Madrîdê û 24ê Adarê hatibû binçavkirin.
Kartal piÅŸtî ku derxistin dadgehê hat girtin.....
Serokatiya Kongreya Netewî ya Kurdisatnê bi daxuyaniyekê ev nûçe ragihand.
KNK'ê biryara girtinê û bultena sor ên ku hikûmeta Tirk dabûn înterpolê weke sedemên girtina Kartal eÅŸkere kirin.
KNK'ê diyar kir ku der barê mijarê de hewldanên pêvajoya huquqî dest pêkirine û dewam dikin.
Daxuyaniya KNK'ê wiha ye: "Remzi Kartal ti guneh nekirine, yekane gunehê Kartal ew e ku parlementoya Tirkiyê jî di nav de di her platformê de wî li ser navê Kurdan siyaset dikir.
Di dawiya daxuyaniyê de KNK bang li hikûmet û rayedarên spanî kir da ku tavilê Kartal serbest berdin.
Di daxuyaniyê de banga hiÅŸyarî li gelê kurd jî tê kirin da ku li hemberî bûyera girtina Remzî Kartal bêdeng nemîne û lê xwedî derkeve.