Li Ukraynayê lîderê alîgirê Rûsyayê Vîktor Yanûkovîç weke serokdewlet hat hilbijartin.
Bi vê yekê jî, dawî li ÅŸoreÅŸa portakalî ya 2004'an hat.
LÎDERÊ ALÎRIGÊ RÛSYAYÊ YANÛKOVÎÇ
BI SER KET Û ÅžOREÅžA PORTAKALÎ TÊK ÇÛ
Nêzî 37 mîlyon hilbijêrên Ukraynî doh ji bo tûra dûyemîn ya hilbijartina serokdewlet çûn ser sindoqan.
Di encamê de jî weke dihat payin, lîderê mûxalîf û alîgirê Rûsyayê Vîktor Yanûkovîç bi ser ket.
Yanûkovîç ji sedî 48.6'ê dengan girt û serketina xwe îlan kir û xwest namzeta din, serokezîr Yûlîa TîmoÅŸenko îstîfa bike.
Lê belê TîmoÅŸenko got, heta encama fermî diyar nebe, wê binketinê qebûl neke.
Pispor û çavdêrên Ûkraynayê, encama hilbijartinê, weke tola ÅŸoreÅŸa portakalî ya sala 2004'an ya li hemberî Yanûkovîç dinirxînin.