Sedemê mirina Fîrewinê misirî Qral Tutankamon hate zelalkirin
Fri, 19 Feb 2010 03:32:00
Komeke lêkolîneran li ser bermahiyên laşê fîrewnên Misrî yê herî bi nav û deng Qral Tutankamon ku beriya 3 hezar salan di temenê xwe yê ciwan de miribû, lêkolîn pêk anî û piştî xebata 2 salan bi testa DNA'yê agahiyên nû derxistin holê.
Sedemê mirina Fîrewinê misirî Qral Tutankamon hate zelalkirin
Komeke lêkolîneran li ser bermahiyên laÅŸê fîrewnên Misrî yê herî bi nav û deng Qral Tutankamon ku beriya 3 hezar salan di temenê xwe yê ciwan de miribû, lêkolîn pêk anî û piÅŸtî xebata 2 salan bi testa DNA'yê agahiyên nû derxistin holê.
Komek lêkolîneran ku ji zanyarên dewletên wekî; Misir, Almanya û gelek welatên din pêk dihatin bi testa DNA û CT'ê yên li ser mumyaya desthilatdarê ciwan Qral Tut agahiyên nû detxistin holê. Li gorî xebatên lêkolîneran ku çarÅŸemê di Journal of American Medical Association de hate belavkirin; zanyaran diyar kir ku dema qralê ciwan ji dayîk bûye zimandevê wî qeliÅŸî bû û girê li lingên wî hebûn. Ev jî nîÅŸan dide ku bi îhtîmaleke mezin dayik bavên wî xwîÅŸk û bira ne. Li ser navê komê Arkeologê mezin ê misrî Zahî Hewas wiha got: "Ev jî diyar dike ku Qral Tut ji ber sedemê lerzetayeke tirsnak miriye. Em dikarin bêjin ku ev cara yekemîn e ku sirên nepenî yên malbata Xortê Zêrîn- Qral Tut tên kiÅŸifkirin."
Qral Tut leng bû
Hewas di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku ew piÅŸtî lêkolînê gihiÅŸtine encamên balkêÅŸ û wiha got: "Di tiliya wî ya lingê çepê de nekroz û bêÅŸêwebûn hebû, ew jî dibû sedemê jan û eÅŸên giran. Ev jan bû sedem ku Qral bilenge (kulek) û bi asahî nedikarî bimeÅŸe. Dema ew ji nava axê hatiye derxistin di gora wî de 130 gupal hatin dîtin. Mereqa ji bo aÅŸkerakirina sirên Qral Tut di sala 1922 û ÅŸûn de dema gora wî bi saxlemî hatiye dîtin dest pê kiribû. Di gora wî ya saxlem de gelek alavên zêrîn û xizîne hatibûn dîtin."
Di 10 saliya xwe de hatiye ser text
Tê bawer kirin Qral Tutankoman di 10 saliya xwe de hatiye ser text. Lê beriya 20 saliya xwe, ango di derdora sala 1324 a Beriya Zayînê (BZ) miriye. Der barê vê yekê de Hewas wiha got: "Ji bo mirina wî gelek sedemên nexwezayî tên destnîÅŸankirin. Mînak; tê gotin ku ji hela xwîÅŸka xwe ve hatiye jehrîkirin û hinek nexweÅŸiyên din ên genetîk mîna sedem tên nîÅŸand."
Dema mumyeya Qral hate derxistin kunek li qapê serê wî hebû. Heta niha dihat payîn ku têkiliya wê kunê bi mirina wî re heye. Lê di encama 2500 kontrolên CT de derketiye holê ku ew kun di encama mumyakirinê de vebûye.
Bûye qûrbanê zewaca navmalbatî
Ji vedîtinên dawiyê diyar dibe ku Fîrewinê Ciwan Tutankoman di hêla sîstema genetîkî de pir lewaz bû. Ji ber ku ew di encama zewaca xizmên nêzîk yên di navbera malbata qraliyeta Misrê de çêbûye. Lêkolîneran bal kiÅŸandin vê yekê û diyar kirin ku ew ji ber sedemên tevlihev yên ÅŸikestina lingê wî û girêdayî wê enfeksyona lerzetayê miriye.
Bavê wî bi xwîÅŸka xwe re zewiciye
Di encama lêkolînên dawî de gelek agahiyên nû li ser nijada Qral Tut derketin holê. Her wiha bû sedem ku nêzîkî 15 mumyayên din bikevin ber lêkolînan. Tê payîn ku bavê Tutankamon, Fîrewin Akhenaton ku 17 salan bi Qralîçe Nefertirî re Misir bi rêve biriye. Têkildarî vê yekê jî Arkeolog Hawas wiha got: "Ez bawer dikim ku sedema bêÅŸewebûn û lewaziya hestiyên Qral Tut ew e ku bavê wî Akhenaton bi xwîÅŸka xwe re zewiciye."
Nasnameya dayîka biyolojîk ya Tut hîn tam nehatiye zelalkirin.