Site Search:

    

Weşana Rojê
  
Mon, 22 Feb 2010 04:05:00

Bi hezaran Amedî ji bo zimanê dayikê meşiyan

Mon, 22 Feb 2010 04:05:00
2.5 / 5 (4 Votes)
Tevgera Ziman û Perwerdehiya Zimanê Kurdî (TZPKurdî) bi mebesta 21'ê Sibatê Rojana Ziman a Cîhanê li Amedê, ji ber avahiyê KURDÎ-DER'ê heta parka Koşuyoluyê meşeke girseyî pêk anî.
Bi hezaran Amedî ji bo zimanê dayikê meşiyan
Tevgera Ziman û Perwerdehiya Zimanê Kurdî (TZPKurdî) bi mebesta 21'ê Sibatê Rojana Ziman a Cîhanê li Amedê, ji ber avahiyê KURDÎ-DER'ê heta parka KoÅŸuyoluyê meÅŸeke girseyî pêk anî. Serokê GiÅŸtî yê KURDÎ-DER'ê li ber parka KoÅŸuyoluyê daxuyaniyek da çapemeniyê û got: "TêkoÅŸîna me ji bo vê yekê ye û heta ku em van mafên xwe yên rewa û demokratîk bi dest bixin ew ê bidome. Bi van bîr û baweriyan em Roja Zimanê Dayikê û Sala Wekheviya Çand û Zimanan li hemû mirovên azadîxwaz pîroz dikin." Li parkê dersa metamatîkê ya bi kurdî hate dayîn.

TZPKurdî, bi mebesta Roja Ziman a Cîhanê li Amedê meÅŸeke girseyî pêk anî. Di nav de Hevserokê BDP'ê Selahattîn DemîrtaÅŸ, Wekîlê Åžaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Metîn Kilavuz, ÅŸaredar û siyasetmedarên kurd, nivîskar û rewÅŸenbîr jî heyî girseyeke qelebalix li ber Avahiyê Navenda GiÅŸtî ya KURDÎ-DER'ê li hev civiyan û heta parka KoÅŸuyoluyê meÅŸiyan. Hejmara girseya ku her çû zêdetir bû li nêzî KoÅŸuyoluyê bû nêzî 8 hezar kesî. BeÅŸdaran dowîzên daxwazên gelê kurd ên ji bo maf û azadiyên xwe û perwerdehiya bi zimanê zikmakî hilgirtîn û li pey parkartên ku bi kurmancî, dimilkî û tirkî 'Asîmîlasyon sûcê mirovahiyê ye' û 'Em perwerdehiya bi zimanê zikmakî dixwazin' li ser nivîsandibû meÅŸiya û slogan wekî 'Jiyan bi ziman xweÅŸe' gotin.

Hêviyên çareseriyê diÅŸkênin

PiÅŸtî meÅŸa bi 'Sirûda Çerxa ÅžoreÅŸê' li KoÅŸuyoluyê bi bi dawî bû li ber parka KoÅŸuyoluyê li ser navê TZPKurdî, Serokê GiÅŸtî yê Komeleya Lêkolîn û PêÅŸvebirina Zimanê Kurdî (KURDÎ-DER) Dr. Remzî Azîzoglu daxuyaniyek da çapemeniyê. Azîzoglu bi pîrozkirina rojê dest bi axaftina xwe kir û wiha got: "Par em bi hêviyên mezin ketin sala nû. NîqaÅŸeke geÅŸ û gur li ser kurdan hebû. Bi vê yekê re rewÅŸa zimanê kurdî bi berfirehî dihat nîqaÅŸkirin. Her çiqas di warê zimanê kurdî de ji bilî TRT 6'ê tu gavên berbiçav nehatibûn avêtin jî, vê nîqaÅŸê hêviya aÅŸtî û çareseriyê dida mirovan. Lê mixabin hê em negihîÅŸtibûn nîviya salê, li ÅŸûna ku operasyonên leÅŸkerî rawestin deriyê aÅŸtî û aramiyê vebe, operasyonên siyasî li ser siyasmedarên kurd dest pê kir. Tevgera kurd ji bo vekirina riya çareseriyê, komên aÅŸtiyê ÅŸandin Tirkiyeyê, lê îcar pêÅŸwazîkirina wan koman bû hinceta êrîÅŸên li ser saziyên demokratîk. Operasyonên siyasî û leÅŸkerî, girtina DTP'ê wekî aÅŸîtekê bi ser hêviyên me yên çareseriyê de hat, wekî lehiyekê hêviyên me dane ber xwe û malaÅŸtin. Ji ber vê rewÅŸê em bi xemgînî Roja Zimanê Dayikê ya îsal pêÅŸwazî dikin."

Bila 2010 bibe 'Sala Wehheviya Çand û Ziman'

Azîzoglu li ser girîngiya Roja Ziman a Cîhanê rawestiya û wiha pê de çû: "Em jî wekî Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî ji sala 2006'an vir de vê rojê bi çalakiyên cur bi cur pîroz dikin. Îsal jî saziyên kurd,dê vê rojê bi çalakiyên mîna ÅŸahî, daxuyanî, panelan pîroz bikin. Neteweyên Yekbûyî sala 2009'an wekî "Sala Zimanan" diyar kiribû, di asta navneteweyî de jî gelek çalakî pêk hatin, lê mixabin li Tirkiyeyê di warê parastina zimanên ji bilî tirkî de tu xebat nehat kirin, bi vepêçan ji bo piÅŸaftina mirovan gelek tiÅŸt hatin kirin.
Sala 2010'an ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve wekî "Sala lihevkirina çandî" hatiye diyarkirin. Em dikarin vê salê wekî "Sala wekheviya çand û zimanan" bi nav bikin û ji bo vê yekê xebatê bikin. Em bang li hemû mirovên azadîxwaz dikin ku Roja Zimanê Dayikê ya Sala 2010'an bikin destpêka têkoÅŸîna azadî û wekheviya çand û zimanan."

'TêkoÅŸînê bilind bikin'

'Em hêvîdar in, ji ber ku têkoÅŸîna gelê kurd a ji bo parastin û pêÅŸvebirina kurdî ji aliyê hiÅŸmendî û rêxistinî ve her ku diçe xurtir dibe.' Azîzoglu di dewama van gotinên xwe de hêvîdariyên xwe yên ji bo pêÅŸeroja zimanê kurdî anîn ziman û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Bi van hêviyan em têkoÅŸîna parastin û pêÅŸvebirina zimanê xwe geÅŸtir dikin. Em bang li gelên din jî dikin ku doza azadiya çand û zimanên xwe bikin da ku em destên xwe bidin hev û ala wekheviya çand û zimanan berz û bilind bikin. Em dixwazin zimanê xwe ji pêla asîmîlasyonê rizgar bikin. Ji bo vê yekê jî divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û bibe xwediyê statûyeke fermî. TêkoÅŸîna me ji bo vê yekê ye û heta ku em van mafên xwe yên rewa û demokratîk bi dest bixin ew ê bidome. Bi van bîr û baweriyan em Roja Zimanê Dayikê û Sala Wekheviya Çand û Zimanan li hemû mirovên azadîxwaz pîroz dikin"

Di 'Dibistana Azad' de dersa matematîkê ya bi kurdî hat dayîn

PiÅŸtî axaftinê li KoÅŸuyoluyê kursî hatin danan û 'Dibistana Azad' hate avakirin. Hevserokê BDP'ê Selhattîn DemîrtaÅŸ û nûnerên saziyên sivîl jî wekî ÅŸagirt di dibistanê de rûniÅŸtin. Dersa Matematîkê ya bi kurdî ji hemû beÅŸdarên meÅŸê eleqeyeke mezin dît. PiÅŸtî ders hate dayîn ji Berdevkên TZP'a Kurdî Hatîce Åžen, daxuyaniyek kurd da û diyar kir ku zimanê kurdî dikare di her war û mijara jiyanê de bê bikaranîn. Åžen got ku ew ê her pençÅŸemê li parkeke Amedê dersa bi zimanê kurdî bidin.



Navê We :
E-maîla We :
Sermijar:
Nêrîna We :




 Other Articles
 

Di meha tebaxê de 34 jin hatin »  Di meha tebaxê de 34 jin hatin

Li Tirkiyeyê her diçe hejmara jinên ku tên qetilkirin zêde dibin. Di meha tebaxê de 34 jin ji...

Li Colemêrgê heta paÅŸivê 'Nobate AÅŸtiyê' »  Li Colemêrgê heta paÅŸivê 'Nobate...

Li Colemêrgê, ji aliyê 43 rêxistinên sivîl yên civakî ku endamên Platforma Demokrasiyê ya...

DOKH: Berpirsiyarê girtiyên nexweÅŸ hikûmet e »  DOKH: Berpirsiyarê girtiyên nexweÅŸ...

Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk (DOKH), bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş Nurettîn...

Xebatên 'Eniya Boykotê' didome »  Xebatên 'Eniya Boykotê' didome

Xabatên boykotkirina referandûma 12'ê îlonê ya "Eniya Boykotê ya Kedkar û...

Cenazeyê Endamê HPG'ê Ozkurt ji aliyê hezaran kesan ve hate veÅŸartin »  Cenazeyê Endamê HPG'ê Ozkurt ji aliyê...

Cenazeyê Endamê HPG'ê Fesîh Ozkurt (Bawer Mûş) ê ku li di pevçûna li Çiyayê Tendûrekê...


 

© 2008 RO.TV . A www.roj.tv Company.
All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you.                                                                                                                  
Read our privacy guidelines. Contact us.