Site Search:

    

Weşana Rojê
  
Sat, 27 Feb 2010 03:34:00

Li Fransa û Îtalyayê 20 kurd hatin binçavkirin

Sat, 27 Feb 2010 03:34:00
1.5 / 5 (3 Votes)
Li bajarê Fransa Marsîlyayê polîsan bi ser komele û çend malên kurdan de girtin. Li Komelê û malan gelek kes hatin binçavkirin. Di operasyonên hemwext ên li Îtalya û Fransayê de heta niha 20 kes hatine binçavkirin.
Li Fransa û Îtalyayê 20 kurd hatin binçavkirin
Li bajarê Fransa Marsîlyayê polîsan bi ser komele û çend malên kurdan de girtin. Li Komelê û malan gelek kes hatin binçavkirin. Di operasyonên hemwext ên li Îtalya û Fransayê de heta niha 20 kes hatine binçavkirin.

Li Fransa û Îtalya yê di oparasyonên ku ji aliyê polîsan ve hatî kirin de 20 kes hatin binçavkirin. Li Îtalyayê 11, li Fransayê jî 8 kes hatin binçavkirin. Serdegirtin di saetên sibehê de pêk hatin. Hate diyarkirin ku kesekî din jî di operasyonê de hatiye girtin.

Serê sibehê zû polîsen fransî bi hevkariya yekîneyên dijterorê bi ser komele û çend malên tên payîn yên kurdan in de girtin. Serdegirtina ku sedemê wê nehatiye zanîn heta niha li malekê de 4 bira û li maleke din de jî kesek girtin binçavan.

Oparasyona ku li bajarên Îtalya; Venedik, Treviso, Pisa, Grosseto, Modena, Udine, Pordenone, Milano, bakur û naverasta welat berfireh bûye hat zanîn biryar ji aliyê dozgerê Venedîkê ve hatiye dayîn.

Di wextê serdegirtinên malan de jî li bajar bi ser Komeleya Çandê ya Kurd de jî girtin. Serdegirtina ku bi tevilbûna sedan polîs û yekineyên taybet hatin kirin, hîn jî berdewam dike. Kurdistaniyên ku bûyer bihîstîn li nêzîkî xaniyê komeleyê kom bûn.

Polîs nahêlin kes nêzîkê komeleyê bibe. Ligel vê yekê jî girseyê bi sloganan nerazîbûn nîÅŸanî serdegirtina komeleyê da. Hate ragihandin di navbera polîs û girseyê de demdem nakokî rû didin...

Heta niha navê kurdên hatine binçavkirin nehatiye zanîn, dozgeriyê da ragihandin ku di çarçoveya operasyonên li Fransayê de li 10 kesan tê gerîn.



Navê We :
E-maîla We :
Sermijar:
Nêrîna We :




 Other Articles
 

Ji jinên Wanê meÅŸa bêdeng »  Ji jinên Wanê meÅŸa bêdeng

Nûnerên rêxistinên jinan ên li Wanê, bi armanca lîncên li dijî kurdan pêk tê şermezar...

Polîsan raste rast bombeyên gazê bikar anîn: 11 kes rakirin nexweÅŸxaneyê »  Polîsan raste rast bombeyên gazê bikar...

Kurdên li Taxa Şevket Sumerê ya Navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê dijîn, dema bûyerên lincê...

Avahiya MHP'ê ya ÃŽzmirê ÅŸewitî »  Avahiya MHP'ê ya ÃŽzmirê ÅŸewitî

Li Îzmirê di saetên sibê de di avahiya MHP'ê ya Îzmirê de şewat derket. Avahiya ku sedema...

Bakîrhan: AKP dê bi kijan ru dengên 'erê' bixwaze? »  Bakîrhan: AKP dê bi kijan ru dengên...

Alîkarê Hevserokê BDP'ê Tuncer Bakirhan, diyar kir ku AKP dixwaze bûyerên Înegolê û...

Li Dortyolê kurd nikarin biçin ser karê xwe »  Li Dortyolê kurd nikarin biçin ser karê...

Piştî ku li Dortyolê li dijî kurdan êrîşên nijadperest ev 4 roj in kurdên li Taxa...


 

© 2008 RO.TV . A www.roj.tv Company.
All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you.                                                                                                                  
Read our privacy guidelines. Contact us.