PiÅŸtî ku hevdîtinên pêkanîna Koalîsyonê bi ser neketin doh serok Wezîrê Ingilîstanê Gordon Brown îstîfa kir.
PiÅŸtî vê, Melîkeya Ingilîstanê Elîzabeta 2. wezîfeya çêkirina hukûmetê da serokê partiya muhafezekar David Cameron.
PiÅŸtî ku serokwezîrê Ingilîstanê Gordon Brown îstîfaya xwe da Melîkeya Ingilîstanê, melîkeyê jî ji lîderê muhafezekaran David Cameron xwest hukûmetê ava bike.
Bi vî rengî David Cameron bû serokwezîrê Ingilîstanê.
Cameron ê di 43 salî, herwiha di dîroka ingilîzan a 200 salên dawî de bû serokwezîrê herî ciwan.
David Cameron wê serokwezîriya hukûmeteke koalîsyona di navbera muhafezekaran û demokratên lîberal de bike.
Serokê partiya Demokratên Lîberal Nick Clegg wê alîkariya serokwezîr bike û ji partiya wî 4 wezîr wê di kabîneyê de cihê xwe bigirin.
Di mijarên perwerde û sîstema hilbijartinan de muhafezekar wê tawîzan bidin demokratên lîberal, lê di mijara kêmkirina hejmara koçberan de muhafezekar wê siyaseta xwe bimeÅŸînin.