 Jinên li Enqerêyê dê di 8'ê Adarê de li qadan bin |
|
Rêxistinên jinan ên li Enqereyê, diyar kirin ku di 8'ê Adarê de dê li qadan bin û wiha gotin: "Li Qadan ji bo Medîniya 16 salî bi saxî hate veÅŸartin, ji bo Ceylan Onkol ku bi guleya hewanê hate qetilkirin, bi jinên kurd ên ku nasname û zimanê wan qedexeye em dê bihevre bi qîrin."
Rêxistinên jinan ên li Enqerê, têkildarî ÅŸahiyên ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê amadekirine li Weqfa Hevgiriyê ya Jinê civîna çapameniyê li dar xistin. Di civînê de li ser navê jinan Ozlem Kinal diyar kir ku di 100'emîn salvegara 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de bi mîlyonan jin, ji bo azadî, wekhevî, biratî û aÅŸtiyê dê li kolanan bin. Kinal wiha got: "Em dê destên we bigîhînin hemû jinên ku di bin navê cînayîtên namûsê de hatin qetilkirin, bi tacîz û tecawîzê ve tên çewisandin, di ÅŸeran de tên kuÅŸtin û bûne qurbanên nefretê, di girtîgehan de tên girtin, li derve keda wan tê mêtîngerkirin, keda wan a li malê nayê dîtin û jinên kurd, tirk, ermen, laz, çerkez ên cîhanê biguherînin." Kinal, destnîÅŸan kir ku hêviya wan a ku dê jin tiÅŸtinan biguherînin zêdir dibe û wiha axivî: "Ji bo Medîneya 16 salî bi saxî hate veÅŸartin, em dê dengê xwe bigihînin bin erdê. Ji bo Ceylan Onkola ku bi guleya hewanê ve hate kuÅŸtin û bi jinên kurd ên ku nasname û zimanê wan qedeqeye re bi qîrin. Em dê ji bo Seher Tumer û Olcay KanlibaÅŸ ku li gel girtîne jî bêdeng namînin, em dê têkoÅŸîna xwe mezin bikin. Em dê di 8'ê Adarê de bibin Pinar Seleka dixwazin bigrin. Ji bo karekî bi ewlehî em dê li kuçeyan bibin TEKEL." Bernameya ÅŸahiyên 8'ê Adarê yên li Enqereyê jî wiha ye;
* 6-7 adar: Li ser Kolana Sakaryayê saet di 12.30'yan de dê daxuyaniya çapemeniyê bê dayîn. Dê stand bên vekirin, konser bên dayîn, sînevîzyon bên pêÅŸandin û pêÅŸandana wêneyan dê bê nîÅŸandan.
* 8 adar: Saet di 12.00'yan dê jin li KavÅŸaxa Kolejê bicivin û ber bi Kolana Ziya Gokalpê ve bimeÅŸin. PiÅŸtî meÅŸê di mîtînga bê lidarxistin de Koma GuneÅŸlî dê konserekê bide. Dîsa heman rojê êvarî saet di 19.00'yan de li Åžanoya Hunera Enqereyê dê listika "Rûyê din ê Åžanoyê" bê pêÅŸandan.
|
|