Site Search:

    

Weşana Rojê
  
Sat, 27 Feb 2010 09:04:00

Dayîkên Şemiyê gora Sabahattîn Alî pirsîn

Sat, 27 Feb 2010 09:04:00
0 / 5 (3 Votes)
Dayîkên Şemiyê, ji bo bûyerîn kiryar nediyar bên ditîn û berpirsiyar bên darizandin li Qada Galatasarayê di heftaya 257'emîn de civiyan Dayîkên Şemiyê vê hefteyê xwastin cinayeta Nivîskarê Sosyalît Sabahattîn Alî yê 62 sal ber li sînorê Bulgarstanê hateye qetilkirin bê aşkera kirin û gora vî li ku derê ye pirsîn.
Dayîkên Şemiyê gora Sabahattîn Alî pirsîn
Dayîkên Åžemiyê, ji bo bûyerîn kiryar nediyar bên ditîn û berpirsiyar bên darizandin li Qada Galatasarayê di heftaya 257'emîn de civiyan Dayîkên Åžemiyê vê hefteyê xwastin cinayeta Nivîskarê Sosyalît Sabahattîn Alî yê 62 sal ber li sînorê Bulgarstanê hateye qetilkirin bê aÅŸkera kirin û gora vî li ku derê ye pirsîn. Di çalakiyê de nameya Serokê Åžaxa ÎHD'ê ya Amedê yê gîrtî Muharrem Erbey ya ji bo xizmên windayiyan hatiye ÅŸandin hate xwendin.

Dayîkên Åžemiyê, bi wêneyên xemilandî yên windayîna li ber Qada Galatasarayê hatine cem hev û pankarta "windayî aÅŸkera ne lê kiryar li ku ne" vekirin. Dayîkên Åžemiyê vê heftyê çîroka Nivîskarê Sosyalît Sabahattîn Alî ku 62 sal ber hate kuÅŸtin xwend. Di çalakiyê de ji bo piÅŸtigiriyê bide xizmên windayiyan Åžaîr Muslîm Çelîk axivî û diyar kir ku li Tirkiyeyê yekemîn kuÅŸtina siyasî li hemberî Sabahattîn Alî pêk hatiye. PiÅŸtî axaftina Çelîk, li ser navê komê Parlementerê DEP'ê yê berê Mahmut Alinak, daxuyanî xwend. Alinak, diyar kir ku ji ber ku Sabahattîn Ali nivîskarekî muxalîf û sosyalîst bû ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin û wiha got: "Ev 62 sale kesên vî welatî rêvedibin cinayeta Sabahattîn Alî dernexistin holê bûne hevparên vê cinayetên. Ev 62 sale çi hatiye serî Alî û li ku derê hatiye defin kirin em nizanin."

'Bila dewlet berpirsyariya xwe ya di gor û kuÅŸtina Alî aÅŸkera bike'

Alinak got ku di encamê de Alî neçar ma bi riyên qaçaxî derkeve derveyî welat û wiha axivî. "Di 31'ê adara 1948'an de ji Stenbolê veqetiya. Wî nizanibû ku ew qaçaxvanî xîsurê MAH'ê ye. Jê re gotin ku ew dê wî ji sînor derbas bikin lê li Kirklareliyê ew radestî sîxurên dewletê kirin. Wî li Midûriyeta Polîsan xistin lêpirsînê. PiÅŸtî çend rojan, cesede wî ji aliyê ÅŸivanekî ve hat dîtin. Lê dewletê cenazeyê wî neda malbatê. Wekî wî, gora wî jî winda kirin." Alinak anî ziman ku heta dewlet berpirsyariya xwe ya di windakirina Ali de qebûl neke, mirov nikare behsa pêÅŸerojeke zelal bike. Alinak xwest ku eÅŸyayên li gel Ali hatine dîtin bidin malbata wî û dewlet jî di ÅŸexsê wî de ji hemû civakê lêborîna xwe bixwaze.

Erbey ji xizmên windayan re name ÅŸand

PiÅŸtî axaftina Alinak, Åžanoger Mehmet Atak, nameya Muharrem Erbey xwend. Erbey di nameya xwe de da zanîn ew zihniyeta van kesan winda kiriye, wî jî xistiye girtîgehê. Erbey got ku ew dê heta dawiyê piÅŸgtiriya xwe ya ji malbatan re kêm neke.



Navê We :
E-maîla We :
Sermijar:
Nêrîna We :




 Other Articles
 

Polîsan raste rast bombeyên gazê bikar anîn: 11 kes rakirin nexweÅŸxaneyê »  Polîsan raste rast bombeyên gazê bikar...

Kurdên li Taxa Şevket Sumerê ya Navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê dijîn, dema bûyerên lincê...

Avahiya MHP'ê ya ÃŽzmirê ÅŸewitî »  Avahiya MHP'ê ya ÃŽzmirê ÅŸewitî

Li Îzmirê di saetên sibê de di avahiya MHP'ê ya Îzmirê de şewat derket. Avahiya ku sedema...

Bakîrhan: AKP dê bi kijan ru dengên 'erê' bixwaze? »  Bakîrhan: AKP dê bi kijan ru dengên...

Alîkarê Hevserokê BDP'ê Tuncer Bakirhan, diyar kir ku AKP dixwaze bûyerên Înegolê û...

Li Dortyolê kurd nikarin biçin ser karê xwe »  Li Dortyolê kurd nikarin biçin ser karê...

Piştî ku li Dortyolê li dijî kurdan êrîşên nijadperest ev 4 roj in kurdên li Taxa...

Li Sêrtê teqîn: 4 çawîşên pispor birîndar bûn »  Li Sêrtê teqîn: 4 çawîşên pispor...

Li navçeya Sêrt Berwariyê di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqînek pêk hat. Di encam...


 

© 2008 RO.TV . A www.roj.tv Company.
All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you.                                                                                                                  
Read our privacy guidelines. Contact us.