Site Search:

    

Weşana Rojê
  
Sat, 05 Jun 2010 03:27:00

Bi hezaran jinan ji çanda tacîz û tecawizê re got 'Êdi Bes e'

Sat, 05 Jun 2010 03:27:00
0 / 5 (1 Votes)
Meclîsa Jinan a Bajarê Amedê û Tevgêra Jinan a Azad û Demokratîk (DOKH), di çarçoveya "Em civakek azad ava bikin, çanda tecawizê ji holê rakin" de, ji Parka Orman heta Parka Koşuyolu meşek bi girseyî pêk anî.
Bi hezaran jinan ji çanda tacîz û tecawizê re got 'Êdi Bes e'
Meclîsa Jinan a Bajarê Amedê û Tevgêra Jinan a Azad û Demokratîk (DOKH), di çarçoveya "Em civakek azad ava bikin, çanda tecawizê ji holê rakin" de, ji Parka Orman heta Parka KoÅŸuyolu meÅŸek bi girseyî pêk anî. Di meÅŸê de bi hezaran jinan ji çanda tecawizê re got "Êdî Bes e".

Bi hezaran jin, di çarçoveya kampanya "Em civakek azad ava bikin, çanda tecawizê ji holê rakin" a ji aliyê Tevgêra Jinan a Azad û Demokratîk (DOKH) ve hatibû destpêkirin, li Amedê meÅŸiyan. MeÅŸa di pêÅŸengiya Meclîsa Jinan a Bajarê Amedê de hate organîzekirin û ji Parka Orman heta Parka KoÅŸuyu pêk hat, bi hezaran jin amade bûn. Jinên ku li Parka Orman li he kom bûn, pankarta "Civaka azad û demokratik ava bikin, çanda tecavuzê ji hole rakin", "Tecawiz binpêkirina mafan e, vê îhlalê rawestîne", "Azadiya reber Apo azadiya jinê ye", "An azadî, an qet" "Gelê Sêrtê dê li Rûmeta xwe xwedî derkeve" "Navenda komkujiya çandê YÎBO' ne" û "Ji girtin û çanda tacîz û tecawizê re na" vekirin û dowîzên "Operasyonan rawestînin", "Dest nedin bedena min", "Ji çanda tecawizê re na" "Dest nedin zarokên me", "Bila YÎBO bên girtin" û "Qedexaya zimanê zikmakî tecawiz e" bilind kirin. Her wiha di meÅŸê de wêneyên Ugur Kaymaz, Ozcan Akyurek, Ceylan Onkol ku ji aliyê hêzên dewleta Tirkiyeyê ve hatin kuÅŸtin û Åžîrîn Elem Hulu ku ji aliyê Rejîma Îranê ve hate darvekirin û posterê Rêberê PKK Abdullah Ocalan hatin vekirin.

Di meÅŸa ku di bin tedbîrên zêde yên polîsan de pêk hat, girsê bênavber dirûÅŸmeyên "Bijî Serok Apo", "Bi can bi xwîn em bi tere ne ey ÅŸehît", "Vir navende her kes gerîlla ye", "Em dê bigrin ser meclîsê Kerdoganı darvekin", "Tolhildan" û "PKK gel e, gel li vir e" berz kirin. Di meÅŸê de welatiyên derdorê û esnafan jî bi çepik û dirûÅŸmeyan piÅŸtgirî da meÅŸê. PiÅŸtî meÅŸê li ser navê jinan Aktîvîsta Jinên Bajar ên Amedê Melek Engîn, daxuyanî xwen û destnîÅŸan kir ku çanda tecawizê tenê li dijî jinan pêk nayê, her wiha li dijî hemû nirxên civakê yên çand û civakî pêk tên. Engîn, anî ziman ku ev çand bi destê dewletê pêÅŸ dikeve û dê li hemberî vê çandê têkoÅŸîna xwe bilind bikin. Engîn, destnîÅŸan kir k wekî Meclîsa Jinan a Bajar dibêjin ji çanda tecawizê re Êdî Bes e! û wiha axivî: "Em hemû sucên mirovahiyê yên bi destê dewletê pêk tên, wekî çanda tecawizê dinirxînin û li dijî vê yekê têdikoÅŸin. Heta tecawiza li ser bedena me, ziman, ax, çand û nirxên me bi dawî bibe dê têkoÅŸîna me jî bidnome."

Jin piÅŸtî daxuyaniyê bi çepik û tilîliyan belav bûn.



Navê We :
E-maîla We :
Sermijar:
Nêrîna We :




 Other Articles
 

DAXUYANIYA OCALAN »  DAXUYANIYA OCALAN

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kir, ku ew cara dawî banga çareseriya demokratîk li...

Li 7 bajaran operasyona li Colemêrgê hate ÅŸermezarkirin »  Li 7 bajaran operasyona li Colemêrgê hate...

Rêxistinên BDP'ê li Îdir, Agirî, Riha, Aydin, Semsûr Enqere û Manîsayê bi girseyî...

4 zarok li Sêrtê bi teqemeniyê giran birîndarbûn »  4 zarok li Sêrtê bi teqemeniyê giran...

Li Navçeya Dihê ya Sêrtê 4 zarokên ku perçeyê dîtin û rahiştinê, di destê wan de teqiya...

LeÅŸker raste rast gule li zarokê 15 salî reÅŸand »  LeÅŸker raste rast gule li zarokê 15 salî...

Zarokê bi navê Enver Tûran ê 15 salî ku di bûyerên li Colemêrgê de ji aliyê çawîşê...

Li Wanê terora polîsan: Gelek kes birîndar bûn »  Li Wanê terora polîsan: Gelek kes...

Li Wanê girsê bi armanca operasyona li Colemêrgê pêk hat û 9 gêrîllayên HPG'ê jiyana xwe...


 

© 2008 RO.TV . A www.roj.tv Company.
All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you.                                                                                                                  
Read our privacy guidelines. Contact us.