Site Search:

    

Weşana Rojê
  
Sun, 27 Jun 2010 03:08:00

Dayîkên Şemiyê ferdên ji malbata Bîrlîk ên ku hatin windakirin pirsîn

Sun, 27 Jun 2010 03:08:00
2.5 / 5 (7 Votes)
Dayîkên Şemiyê di 274'emîn hefteya çalakiya windayan de ji bo aqûbeta windayan bipirsîn li Qada Galatasarayê hatin cem hev.
Dayîkên Şemiyê ferdên ji malbata Bîrlîk ên ku hatin windakirin pirsîn
Dayîkên Åžemiyê di 274'emîn hefteya çalakiya windayan de ji bo aqûbeta windayan bipirsîn li Qada Galatasarayê hatin cem hev. Malbatan vê hefteyê aqûbeta Midûre Nifûsê yê Mûtkiyê Abdulbakî Bîrlîk, kurên wî Midûrê Tapuyê Zubeyîra Bîrlîk, Kemal Bîrlîk û xalê wan Zekî Alabalikê ku ji bo pêÅŸvazikirina kurê xwe yê ji Girtîgeha Qoserê hatibûn berdan bi rêkitibûn û careke din jê agahî nehatibûn wergirtin, pirsîn.

Di 274'emin hefteya windayan de Dayîkên Åžemiyê ji bo aqûbeta windayan bipirsin li Qada Galatasarayê hatin cem hev. Dayikan li vir pankarta "Kiryar diyar in, winda li ku nê?" vekirin. Birayê Hasan Ocak, Huseyîn Ocak, der barê gera xizmên windayan ya li Enqereyê de agahî dan û daxwazên xwe yên pêÅŸkeÅŸî Meclîsê kirin wiha bi rêz kirin: "Bila li meclîsê ji bo windayan komîsyon bê avakirin. Bila berpisyar bên darizandin. Bila cenazeyên di qeydên cenazeyên bê xwedî yên li Tiba Edlî, yên Åžaredarê û goristanan de bê pere di desta DNA'yê re bên derbaskirin. Bila gorên tomarî û bîrên mirinê li gorî esasên zanîstî bên vekirin û ev dosya careke din bên vekirin." Ocak, her wiha diyar kir ku wan ji bo mudaxîlê dozên Cemal Temîzoz û Mehmet Agar bibin serî li dadgehê daye, lê ev daxwaza wan hatiye redkirin. Ocak, ev yek wekî hewldaneke derveyî hiqûqî û siyasî bi nav kir.

'Bav, 2 kur û xal ev 15 sal in tune ne'

Birayê Ridavan Karakoçê ku di bin çavan de hatiye windakirin, Hasana Karakoç, çîroka malbata Bîrlîk vegot. Karakoç diyar kir ku Midûre Nifûsê yê Mûtkiyê Abdulbakî Bîrlîk, kurê wî Midûrê Tapuyê Zubeyîr Bîrlîk û xalê wî Zekî Alabalikê ku di 1995'an de ji bo pêÅŸwazikirina kurê xwe yê bi navê Kemal Bîrlîkê ji Girtîgeha Qoserê tehliye bû, çûne Qoserê ji 29'ê gulana 1995'an heta niha tu agahî ji wan nehatiye girtin. Hemû serlêdanên malbatê bê encam mane. Hemû kes dizane ku ev kes ji aliyê tîmên dewletê yên sûc ve hatine kuÅŸtin. Rayedarên wekî Tansu Çîller, Mehmet Agar, Meral AkÅŸener û ji bersûcên Ergenekonê Atîlla Ugur berpisyarê windabûna van kesan in. Em dixwazin ev kes ben darizandi."



Navê We :
E-maîla We :
Sermijar:
Nêrîna We :




 Other Articles
 

DAXUYANIYA OCALAN »  DAXUYANIYA OCALAN

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kir, ku ew cara dawî banga çareseriya demokratîk li...

Li 7 bajaran operasyona li Colemêrgê hate ÅŸermezarkirin »  Li 7 bajaran operasyona li Colemêrgê hate...

Rêxistinên BDP'ê li Îdir, Agirî, Riha, Aydin, Semsûr Enqere û Manîsayê bi girseyî...

4 zarok li Sêrtê bi teqemeniyê giran birîndarbûn »  4 zarok li Sêrtê bi teqemeniyê giran...

Li Navçeya Dihê ya Sêrtê 4 zarokên ku perçeyê dîtin û rahiştinê, di destê wan de teqiya...

LeÅŸker raste rast gule li zarokê 15 salî reÅŸand »  LeÅŸker raste rast gule li zarokê 15 salî...

Zarokê bi navê Enver Tûran ê 15 salî ku di bûyerên li Colemêrgê de ji aliyê çawîşê...

Li Wanê terora polîsan: Gelek kes birîndar bûn »  Li Wanê terora polîsan: Gelek kes...

Li Wanê girsê bi armanca operasyona li Colemêrgê pêk hat û 9 gêrîllayên HPG'ê jiyana xwe...


 

© 2008 RO.TV . A www.roj.tv Company.
All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you.                                                                                                                  
Read our privacy guidelines. Contact us.