Site Search:

    

Weşana Rojê
  
Fri, 04 Dec 2009 04:44:00

Mûzîka kurdî ya qesran wekî pirtûk hate çapkirin

Fri, 04 Dec 2009 04:44:00
2 / 5 (3 Votes)
Xebatên bêhempa ên li ser çand û hunera gelê kurd berdewam dikin.
Mûzîka kurdî ya qesran wekî pirtûk hate çapkirin
Xebatên bêhempa ên li ser çand û hunera gelê kurd berdewam dikin. H. Mem, Zana Farqînî, Miraz Ronî û Åžefîk Beyaz bi xebata xwe ya nû dewlemendiya mûzîka kurdî raxistin ber çavan. Xebata bi navê Mûzîka Sarayê ya Kurdî wekî pirtûk hate çapkirin, li îngîlîzî û tirkî jî hate wergerandin. Navê pirtûka wergera wê a erebî jî hatiye kirin, ji aliyê Civaknas Îsmaîl BeÅŸîkçî ve hate kirin.

Xebatên li ser çanda kurdî bi berhemên nû dewlemendiya çanda qedîm radixin ber çavan. Pirtûka nû bi zaravayên kurmancî û soranî yên kurdî hate çapkirin a bi navê 'Mûzîka Sarayê ya Kurdî' ji bilî çanda dewlemend a dengbêjiyê, di heman demê de aliyê mûzîka kurdî ya gel jî radixe ber çavan. Mûzîka hunerê ya kurdî ji hêla H. Mem, Zana Farqînî, Mîrza Ronî û Åžefîk Beyaz ve yekem car bi berfirehî hate dahûrandin. Di pirtûkê de estrûman û meqamên mûzîkê yên di pirtûka Ehmedê Xanî ya bi navê Mem û Zînê de cih digirtine hatine tespîtkirin û dahûrandin.

Pirtûk bi 4 zimanan hat çapkirin

Pirtûka bi kurdî hate nivîsandin, li erebî, îngîlîzî û tirkî jî hate wergerandin. BeÅŸa bingehîn a xebatê li ser ji besteyên têkildarî meqamên kurdî yên di Mem û Zînê de hatine bikar anîn, hatiye avakirin. Di pirtûkê de aliyê mûzîka kurdî ya remzî, hejmara meqaman, jiyandin û nejiyandina van û l i ser vê bingehê li çar perçeyên kurd lê dijîn, xebat hatiye meÅŸandin. Di pirtûkê de CD'yek ji 12 berhemên Mûzîka Kurdî ya Sarayê cih digirin jî hene.

12 meqam ca rdin hatin bestekirin

Mûzîsyen Behrûz Rezaî di çarçoveya xebatek berfireh de 12 meqamên heyîn cardin beste kirin. Meqamên hatine bestekirin wiha ne: Evîna Xanî, Dûrî, Dengî, Dîl, Rizgarî, ÊÅŸa Memê, Serkeftin, Åžahî, Neviyê Baban, Bayê EÅŸqê û Newroz. Xebatkarê vê projeya berhemdar û zimanzanê kurdî, xwediyê ferhenga herî mezin a Kurdî-Tirkî Zana Farqînî diyar kir ku xebata wan xebatek kolektîf e û wiha got: "Aliyek xebetê teorîk e û aliyê din jî pratîkbûna mûzîkê ye. Ji xwe Ehmedê Xanî di Mem û Zînê de meqam, têgeh û enstrûmantalên mûzîkê vedibêje. Me dîroka mûzîka sarayê ya kurdî girte dest. Navê pirtûkê jî birêz Îsmaîl BeÅŸîkçî pêÅŸniyar kir. Gelê kurd derbarê dîrokê xwe de zêde xwedî agahî nîne. Dewlemendiya mûzîka kurdî nizane."

'Me xwest bi meqamên berê besteyên nû çê bikin'

Farqînî da zanîn ku bi bîr xist ku Ehmedê Xanî berhema xwe ya Mem û Zînê di 1695'an de amaed kiriye û di xebatê de behsa meqamên kurdî tê kirin. Farqînî diyar kir ku meqamên berheman lêkolîn kirine û wiha got: "Me xwest em ji wan meqaman berhemên nû çê bikin. Me xwest em balê bikiÅŸînin ser dîroka kurdî. Me xwest em sarayên k urdan û Åžeref Xan vebêjin. Her wiha me xwest em malbata Bedîrxan û Qesra Birca Bele, saraya Îshak PaÅŸa û sarayên din ên bûne bingeha mûzîka hunerî ya kurdî vebêjin.

'Ji sedî 60'ê mûzîka hunerî ya tirk ji mûzîka hunerî ya kurdî pêk tê'

Têkildarî mijarê Farqînî anî ziman ku li gorî otorîteyên mûzîkê ji sedî 60'ê mûzîka hunerê ya tirk ji mûzîka hunerê ya kurdî pêk tê û wiha axivî: "Li gorî xebatên Prof. Dr. Mustafa Erduran Surat xebatên berfireh li ser repertûara mûzîka hunerê kiriye. Li gorî lêkolînê ji se dî 40 repertûara TRT'ê ji meqamên kurdî pêk tê. Ji se dî 20 jî ji meqamên Mezopotamyayê pêk tê. Li gorî Surat di bingehê de mûzîka hunerî tirkî ji mûzîka hunerî ya kurdî pêk tê. Fanqîhî diyar kir ku di mûzîka kurdî de Malbata Mûsûliyan malbatek herî zêde derdikeve pêÅŸ e û wiha d omand: "Îbrahîm Mehdî Musulî ku bi eslê xwe kurd e di dema Dewleta Abasiyan de teoriya mûzîkê ya Pythagorasê ava kiriye. Mûsûlî di bin hîmameya Harun ReÅŸîd de yekemîn dibistana mûzîkê vekiriye. Dûre Îshaq Mûsûlî ji bavê xwe ders girtiye û her wiha û her wiha piÅŸtre neviyê wî ev xebat meÅŸandiye. Malbat demekê koçî Endûlîsa Îspanyayê bûye û gelek meqamên nû yên kurdî bikar anîne."



Navê We :
E-maîla We :
Sermijar:
Nêrîna We :




 Other Articles
 

Ji jinên Wanê meÅŸa bêdeng »  Ji jinên Wanê meÅŸa bêdeng

Nûnerên rêxistinên jinan ên li Wanê, bi armanca lîncên li dijî kurdan pêk tê şermezar...

Polîsan raste rast bombeyên gazê bikar anîn: 11 kes rakirin nexweÅŸxaneyê »  Polîsan raste rast bombeyên gazê bikar...

Kurdên li Taxa Şevket Sumerê ya Navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê dijîn, dema bûyerên lincê...

Avahiya MHP'ê ya ÃŽzmirê ÅŸewitî »  Avahiya MHP'ê ya ÃŽzmirê ÅŸewitî

Li Îzmirê di saetên sibê de di avahiya MHP'ê ya Îzmirê de şewat derket. Avahiya ku sedema...

Bakîrhan: AKP dê bi kijan ru dengên 'erê' bixwaze? »  Bakîrhan: AKP dê bi kijan ru dengên...

Alîkarê Hevserokê BDP'ê Tuncer Bakirhan, diyar kir ku AKP dixwaze bûyerên Înegolê û...

Li Dortyolê kurd nikarin biçin ser karê xwe »  Li Dortyolê kurd nikarin biçin ser karê...

Piştî ku li Dortyolê li dijî kurdan êrîşên nijadperest ev 4 roj in kurdên li Taxa...


 

© 2008 RO.TV . A www.roj.tv Company.
All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you.                                                                                                                  
Read our privacy guidelines. Contact us.