WeÅŸanên Belgeyê ku hewildide dengê girtiyên di dema 12'ê Îlonê de di girtîgehê de rastî pêkanînên dermirovî hatîn û yên sirgûnê cihên din ên cîhanê bûyîn weÅŸandin. Pirtûka Cezmî Ancîl a bi navê, "Li Îlonê Pênc Åžev", pirtûka Memîk Horuz a bi navê, "Îtîrafkar/12 Îlonê...Ji Metrîsê Serpêhatiyek Jiyanê a Rasetqîn", pirtûka N. Mehmet Guler a bi navê "Reqsa Bêdeng" çap kirin. WeÅŸanxane bi heman armancê 3 pirtûkên wekî dengê girtiyan dê di 2010'an de jî biweÅŸîne.
WeÅŸanxaneya Belgeyê ku bi boneya cih dide pirtûkên ne li gorî îdeolojiya fermî ya Tirkiyeyê heta niha rastî 40 dozan hatiye. WeÅŸanxaneya heta niha gelek xelat girtine ji hêla AyÅŸe Nur Zarakolu ve di sala 1995'an de hatibû avakirin, xelatên Yekîtiya WeÅŸangerên Tirkiyeyê (TYB) û xelata Yekîtiya WeÅŸangerên Cîhanê (IPA) ya di 50'emîn Salvegera Peymana Mafên Mirovan a Gerûnî de girtine. WeÅŸanxaneyê piÅŸtî wefata Zarakolu ya di sala 2002'yan de jî xeta xwe bi biryar meÅŸand. 10 sal piÅŸtre di sala 2008'an de cardin TYB û IPA'yê heman xelat dan weÅŸanxaneyê.
'Ji Metrîsê Serpêhatiye Rasteqîn'
WeÅŸanxaneyê bi armanca dengê girtiyan ragihînê pirtûkên kesên di dema Darbeya 12'ê Îlonê de di hundir de mane çapkirin. Ji van yek pirtûka Memîk Horuz a bi navê, "Îtîrafkar/12 Îlonê...Ji Metrîsê Serpêhatiyek Jiyanê a Rasetqîn" e
pirtûk di çarçoveya rêze pirtûkê ji sala 1985'an heta di ji girtîgehan diweÅŸînê de çap kir. WeÅŸanxaneyê bi slogana, "Dengên Nû" ligel van pirtûkan biryar da ku di 2010'an de 3 pirtûkên din jî bi heman armancê biweÅŸîne. Pirtûka Cezmî Ancîl a bi navê, "Li Îlonê Pênc Åžev" û ya N. Mehmet Guler a bi navê "Reqsa Bêdeng" jî du pirtûkên din ên bi riya weÅŸanxaneyê digihin berdestê xwendevanan e.
Di pirtûkan de îÅŸkence û zordariyên di dema 12'ê Îlonê de li ser girtiyan hatine meÅŸandin, sepandinên îtîrafkariyê, bandora vê hovîtiyê ya li ser girtiyan û arastekirina jiyana girtiyan bi berfirehî û bi zimanek herikbar hatine vegotin. Di sala pêÅŸiya me de jî pirtûka Edîp Yalçinkaya ên bi navê, "Welatê Ma" a Dêrsimê vedibêje, pirtûka Nuri Akalin a bi navê "Rûbarê Xeyalan Volta" û pirtûka Alî Ekber Gurgoz a bi navê "Åževa Amedê/Li Tirkiyeyê Kurd bûn ku berî niha li Fransayê ji hêla Wexanxaneyê L'Harmattan ve hatibû çapkirin, digihîne xwendevanan.