 Têkoşîna kurdan a 30 salan ji gelên din re bû mînak û deskeftin |
|
Pirtûka Nivîskar û Rojnamegerê Çerkes Recep Genel a serpêhatiya gelê Çerkes ku mahkumî mirinê hatiye kirin bi navê, "Me Åžorbeya Xwedê Vexwaribû" ji WeÅŸanên Îthakî derket. Nivîskar Genel di pirtûka de cih dide mijarên dîrokî jî. Genel ku ev 4 sale ji bo weÅŸandina pirtûkê hewil dide, diyar kir ku têkoÅŸîna gelê kurd jibo gelên din jî destkeftiyek e.
Gelê Çerkes ku piÅŸtî Sirgûna Mezin a Çerkesan ji Qafqasyayê ri baya 1864'an de hatine li Anatoliyê bi cih bûne piÅŸtû avakirina komarê wekî kêmarêndin rastî polîtîkaya asîmîlasyonê hatin. Rojname û weÅŸanên hatin girtin, zimanê wan hate qedexekirin, paÅŸnavên wan hatine girtin û di çarçoveya polîtîkaya tirkîtiyê de hatine helandin. Li Tirkiyeyê bi zimanê bêexlaqî an wekî, "Tirkên Qafqasyayê" an jî wekî, "Tovê Moskovayê" tên bi navkirin, niha gelek pirsgirêkan dijîn. Serpêhatiya gelê mahkûmî mirinê hatiye kirin di pirtûka Nivîskar û Rojnamegerê Çerkes Recep Genel a bi navê, "Me Åžorbeya Xwedê Vexwaribû" de tê vegotin. Genel, li ser bingeha serpêhatiyek di salên 1930'an de li Qeyseriyê dest pê kirî derdikeve rê û ber bi Stenbolê ve didomîne. Genel balê dikiÅŸîne ser qampanyaya di destpêka komarê de bi slgana, "Hemwelatiyo tirkî biaxive pir biaxive" û bi çavê kurd, ermen, çerkes û roman vê polîtîkayê pirsiyar dike.
'Serpêhatiya bapîrê min perçebûna gelê Çerkes e'
Serpêhatiya Genel tîne ziman wekî pêkanînên bi sedana salan e li kurdan tên kirine û wekî rûreÅŸiyek mirovahiyê xwe dide nîÅŸan. TiÅŸtên li Tirkiyeyê ji kurdan û kêmarên cuda re rewa hatine dîtin, di heman demê de serpêhatiya Çerkesan jî radixe berçavan. Genel di pirtûkê de jiyana bapîrê xwe Mahîrbiy vedibêje. Mahirbîy ji bo ÅŸerekê dibin Urdinê û ji neçariyê li wir dimîne. Li wir dizewice û zarokên wî çê dibin. Lê ji ber bêriya axa xwe malbata xwe ya li Ammanê dihêl û vedigere Uzunyaylayê. PiÅŸtî vê hatinê êdî venagere Urdunê jî. Genel diyar dike ku serpêhatiya Mahîrbiy di hean d emê de trajediya perçebûna gelê Çerkes e.
'154 sal berî niha 3-4 milyon hebûn'
Li ser mijaerê Genel daxuyand ku 145 sal berî niha hejmara Çerkesan a li ser vê axê wekî 3-4 milyonan hatiye kiÅŸfkirin û wiha domand: "Niha jî cardin hejmar wekî 3-4 milyonan tê gotin. Hejmar qet neguheriye. Ji ber ku gelê Çerkes di her ÅŸerî de hatine kuÅŸtin û yên mayîn jî hatine asîmîlekirin. Ji Samsûnê heta Urdunê bi kurdan û tirkan, ermen û kurdan, koorîdorek hatiye avakirin. Lê di dîroka Tirkiyeyê de cih ji Çerkesan re tune ye. Ez dixwazim dîroka gelê xwe bi van xebatan bînim ziman û pêÅŸiya lêkolînê pêÅŸerojê vekim."
'Çepgiran gelên din nedît, dewletê jî derew kirin'
Genel diyar kir ku çepê tirk salên dirêj polîtîkayek kêmaran nabîne meÅŸandiye û ev tiÅŸt anîn ziman. "Di vê pirtûkê de dibe nav li gorî naverokê nebe. Dibe sedema nivîsandina pirtûkê têr venebêje. Ez jî demekê di nav çepê tirk de bûm. Di nav çepê tirk de li hemberî kêmar û cudahiyên civakê nêrînek pir teng heye. Niha jî ev yek neguheriye. Xeletiya vê nêrîna çepê tirk bi têkoÅŸîna neteweya kurd û asata hatiyê û destkeftiyên hildayîn derket holê. Ji ber ku kurdan di vê têkoÅŸînê de piÅŸtgiriyî ji çepê tirk negirt. Heman tiÅŸt ji bo çerkesan jî derbas dibe. Ji ber vê yekê dilÅŸikestina min a ji çepgiriyê derketiye holê. Mînak çepê tirk daxwaza serxwebûnê ya çeçenan qet girîng nedît lê ji bo Kosovayê pir hasas tevgeriya. Ji ber ku çepgir xwedî li çeçenan derdikevin ev nayê wateya ku daxwazên çeçenan xelet in. Em niha heman tiÅŸtan di warê çareseriya pirsgirêka kurd û hewildana derbarê kurdan de jî dibînin. Li ser cudahiya di navbera çerkes û çepgiran de jî ji ber vê yekê bûye."
'TêkoÅŸîna 30 salan a gelê kurd ji gelên din re bû mînak'
Li ser mijarê Genel anî ziman ku pirtûka wî ji bo nîÅŸandana polîtîkaya înkarê ya 70 salan mînakek e û wiha pêde çû: "NîqaÅŸên hewildana çareseriya pirsgirê kurd di çapkirina pirtûkê de bûye xwedî rol. Pirtûk 4 sal berî niha hate çapkirin lê ancax min karî îsal çap bikim. Genel diyar kir ku têkoÅŸîna gelê kurd a 30 salan niha tiÅŸta bûyî deskeftiya gelê çerkes û wî pirtûka "Me Åžorbeya Xwedê Vexwariye" û hêvî dike ku dê dawiya vê yekê bê. Genel anî ziman ku têkoÅŸîna kurd serê neteweperewstî ya têkoÅŸîna gelê kurd û ji kêmarên din re bûye mînak.
|
|