Mamosteyan ji bo hînbûna kurdî serî li Egîtîm Sen'ê dan
Sun, 10 Jan 2010 04:16:00
Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Amedê li ser daxwaza mamosteyên li gundên Amedê perwerdehiyê didin û kurdî nizanin, qursa kurdî vekir.
Mamosteyan ji bo hînbûna kurdî serî li Egîtîm Sen'ê dan
Åžaxa Egîtîm Sen'ê ya Amedê li ser daxwaza mamosteyên li gundên Amedê perwerdehiyê didin û kurdî nizanin, qursa kurdî vekir. Nêzîk 30 mamosteyên dixwazin bi xwendekarên xwe re diyalogek baÅŸtir danên, beÅŸdarî qursa hatiye vekirin dibin. BalkêÅŸ e ku gelek mamosteyên tirk jî beÅŸdarî qursê dibin. Mamosteyê dersa kurdî dide Sabahattîn Gultekîn diyar kir ku mamoste di qursê de dewlemendiya kurdî ferq dikin.
Li Tirkikeyeyê ku bi salan e li ser kurdî polîtîkaya asîmîlasyonê ji hêla dewletê ve tê meÅŸandin û di encama berxwedana gelê kurd de vê polîtîkayê îflas kir, di warê kurdî de pêÅŸveçûnên nû çê dibin. Mamosteyên li gundên girêdayî Amedê wezîfeyê dikin bi boneya bi xwendekaran re nikarin têkiliyek baÅŸ danên ji bo hînbûna kurdî serî li Åžaxa Egîtîm Sen'ê ya Amedê dan. Egîtîm Sen'ê jî bi armanca vê daxwaza nêzîk 30 mamosteyan bi cih bîne qursa kurdî da destpêkirin. Mamosteyên piÅŸtî qursa wan qediyan vedigerin navenda bajar, beÅŸdarî kursa zimanê kurdîdibin. Di qursa dê 3 mehan berdewam bike mamosteyên tirk û erebe jî cih digirin. Ji mamosteyên qursê Sabahattîn Gultekîn diyar kir ku ji ber eleqeya li hemberî kurdî û pêwistiya heyî qurs dane destpêkirin û wiha got: "Mamoste dixwazin bi xwendekarên xwe re diyalogek baÅŸtir danên. Mamoste bi hewesek mezin tên qursê û di nav demek kin de jî dewlemendiya kurdî û orjînaliya wî fam kirin."
'Kurdî zimanek xwedî taybetmendî ye'
Gultekîn diyar kir ku mamosteyan dîroka kurdî û gramera wî ya li gorî xwe taybet fam kirine û wiha pêde çû: "Kurdî zimanek bi hezaran salan e li Mezopotamyayê dijî û li gorî xwe pîvan û rêbazên wî heyî ye. Mamosteyên ereb jî diyar dikin ku ji ber ew jî mîna kurdan bi zimanê zikmakî perwerdehiyê nabînin, kurdan baÅŸtir afam dikin. Ji ber ku xwendekarên kurd nikarin xwe baÅŸ îfade bikin diyaloga wan û mamoste qut dibe. Ji ber vê yekê mamoste neçar dimînin kurdî hîn bibin. Dewlemendiya kurdî heyecanê dide qursiyeran jî. Ev taybet bendî meraqa mamosteyên qursiyer zêdetir dike. Ev saleke em perwerdehiyek dubeÅŸî didin mamosteyan." Sekreterê Åžaxa Egîtîm Sen'ê ya Amedê Yildirim Arslan jî daxwaza hînbûna kurdî ya mamosteyên tirk û ereb di heman demê de daxwaza jiyana bi hev re ya gelên vê axê nîÅŸan dide. Arslan diyar kir ku xebatên Egîtîm Sen'ê yên têkildarî mafê zimanê zikmakî hilde rêziknameyê jî didomin.