Site Search:

    

Weşana Rojê
  
Fri, 15 Jan 2010 03:46:00

Li hemberî Qursên Navenda Çanda Cegerxwîn eleqeyek mezin

Fri, 15 Jan 2010 03:46:00
0 / 5 (1 Votes)
Qursên Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn a Şaredariya Peyasê rastî eleqeyek mezin tê.
Li hemberî Qursên Navenda Çanda Cegerxwîn eleqeyek mezin
Qursên Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn a Åžaredariya Peyasê rastî eleqeyek mezin tê. Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn 9 qursên cuda yên çand û hunerê vekir. Ji bo beÅŸdariya qursan zêdeyî 2 hezar kesî serî li Navenda Cegerxwîn dan. Hîndekarê Ziman û Wêjeya Kurd a Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn Mehmet Çakmak diyar kir ku ji bo çand û wêjeyê bingehê akademiyê ava dikin. Çakmak, anî ziman ku dê li gorî pêdiviyan beÅŸên qursan zêde bikin.

Qursên ku li Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn hatin vekirin rastî eleqeyek mezin tê. PiÅŸtî Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn a Åžaredariya Peyasê di 9 ÅŸaxan de qursên çand û hunerê vekir, zêdeyî 2 hezar kesî serî li wan dan. Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn ku qursên sînema, ÅŸano, lîstikên gel, wêne, resîm, erbane, keman, gîtar û tembûr dide, eleqe pir zêde ye. Herî zêde qursa tembûrê rastî eleqeyek mezin hat û heta niha 500 kesî serî li Navenda Cegerxwîn dan. Di serlêdana ku ji bo temen nehatiye bi sînorkirin ji bo kesên temenê wan di bin 14 salî re ji bilî beÅŸê sînema û wêne, polên cûda hatin avakirin. Meha borî dema qeydên qursan bi dawî bû. Lê ji ber eleqeyek mezin, kêmasiyên pol û mamosteyan ancak nêviyên xwendekaran hatin hilgirtin. Hîndekarê Ziman û Wêjeya Kurd a Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn Mehmet Çakmak diyar kir ku serlêdan û eleqe pir zêde ye, lê ji ber kêmasiyên polan û mamosteyan neçarin ku kesên serî li wan didin, qeyd nekin.

'Xebat ji bo çand û hunera kurd girîng in'

Çakmak, da zanîn ku ji bo her qursekê 13 hîndekarên di qada xwe de pispor hene û ji bo gelek qursan piÅŸtgiriyê ji xwendekarên konservatuarê distînin. Çakmak, destnîÅŸan kir ku hemû qursên wan bê pere ne û wiha got: "Navenda Çand û Hunera Cegerxwîn ji bo avakirina bingehê çand, huner û wêjeyê xebatek girîng dimeÅŸîne. Demek dirêje amadekariya van xebatan dihat meÅŸandin. Di serî de avahiya Cegerxwîn hat sazkirin, piÅŸtre jî ji bo bingeha perwerdehiyê, amûrên teknîkî hatin bicihkirin. Ev qurs ji bo avakirina bingehê çand û hunera kurd pêngava yekem e." Çakmak, da zanîn ku di 9 beÅŸan de qurs vekirine û eleqeyek pir mezin heye. Çakmak, bibîrxist ku heta niha zêdeyî 2 hezar kesî serî li wan daye û ev jî pêdiviya civakê ya çand û hunerê dide xuyakirin. Çakmak, daxuyand ku wan li gorî daxwazên gel qurs vekirine û bernameya xwe amade kiriye.

'Qurs bingehê akademiyê ne'

Hîndekarê Ziman û Wêjeya Kurdî ya Cegerxwîn Mehmet Çakmak, destnîÅŸan kir kir ku armanca wan ne tenê vekirina qursan e û wiha axivî: "Em dê van qursan bidomînin. Ya muhîm ne hêjmar e. Ya girîng em ji bo pêÅŸerojê bingeha çand û hunera kurd li ser hîmekî xurt ava bikin. Em dixwazin bingehê akademiya çandê ava bikin. Di vê akademiyê de em dê xebamtên konservatuarê û gelek atolyeyên din ava bikin. Her wiha dîsa em dê kursiyerên xwe yên serkeftî di nava xebatên akademiyê de bi cih bikin." Çammak, da zanîn ku ew girîngiye didin hemû xebatê çand û hunera kurd û dixwazin xebatê di hemû qadên çand û hunerê de pêÅŸ bixin.



Navê We :
E-maîla We :
Sermijar:
Nêrîna We :




 Other Articles
 

Ji jinên Wanê meÅŸa bêdeng »  Ji jinên Wanê meÅŸa bêdeng

Nûnerên rêxistinên jinan ên li Wanê, bi armanca lîncên li dijî kurdan pêk tê şermezar...

Polîsan raste rast bombeyên gazê bikar anîn: 11 kes rakirin nexweÅŸxaneyê »  Polîsan raste rast bombeyên gazê bikar...

Kurdên li Taxa Şevket Sumerê ya Navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê dijîn, dema bûyerên lincê...

Avahiya MHP'ê ya ÃŽzmirê ÅŸewitî »  Avahiya MHP'ê ya ÃŽzmirê ÅŸewitî

Li Îzmirê di saetên sibê de di avahiya MHP'ê ya Îzmirê de şewat derket. Avahiya ku sedema...

Bakîrhan: AKP dê bi kijan ru dengên 'erê' bixwaze? »  Bakîrhan: AKP dê bi kijan ru dengên...

Alîkarê Hevserokê BDP'ê Tuncer Bakirhan, diyar kir ku AKP dixwaze bûyerên Înegolê û...

Li Dortyolê kurd nikarin biçin ser karê xwe »  Li Dortyolê kurd nikarin biçin ser karê...

Piştî ku li Dortyolê li dijî kurdan êrîşên nijadperest ev 4 roj in kurdên li Taxa...


 

© 2008 RO.TV . A www.roj.tv Company.
All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you.                                                                                                                  
Read our privacy guidelines. Contact us.