 Hewldana Heskîfê cara dawî banqa hişyar kirin |
|
Hewldana Jindana Heskîfê, cara dawî Akbank û Banqa Garantî ku ji bo qirêdiyê bide Projeya Bendava ILisu ku dê dîrok û berhemên Heskîfê di bin avê de bihêle bi hikûmetê re hevdîtin çêkir, hiÅŸyar kir. Hefteyek berê hewldanê dîsa biryara boykotê bi daxuyaniyekê aÅŸkere kiribû û nameyên ku banqan hiÅŸyar dike ji banqan re ÅŸandibûn. Hewldanê ji banqan xwestibû ku nebin ÅŸirîkê wêrankirina xweza û dîrokê.
PiÅŸtî welatên Ewropayê çavkaniyên razemenî û qirêdiyan ji ser projeya Bendava Ilisû kiÅŸandin, hikumet ji bo qirêdîe ji projeya bendavê re bibîne, bi Banqa Akbank û Garantî re ket nava bazarê. Hewldanê Jindana Heskîfê têkildarî mijarê cara dawî Banqa Akbanq û Garantî hiÅŸyar kir û diyar kir ku ger gavan paÅŸve navê û bi hikûmetê re peymanê îmze bike dê li hemû ÅŸaxên banqeyên li Tirkiyeyê boykot bikin. Hewldanê di daxuyaniyê de diyar kir ku ew cara dawî banqan hiÅŸyar dikin û ger ku hiÅŸyariya wan nedin ber çavan dê hemû derdorparêz û xweza parêz banqên wan boykot bikin.
Zerara wê dê ji fêdeya wê wê gelek gelek mezintir be
Rêveberê Komeleya PiÅŸtgiriya Jiyana Biyanî, Ekolojî û Derdorê ya Mêrdîn Nusret Çakar diyar kir ku ew cara dawî banqayên ku dixwazin peymana qrêdiyê îmze bikin hiÅŸyar dikin. Çakar, anî ziman ku ew dîsa pêdiviyê bi hiÅŸyariya vegerê dibînin û ger ku ji biryara xwe venegerin dê ev projeya hemû mîrateya çand, dîrok, xweza û ekolojiyê wêran bike û zirar û ziyanek pir pir mezin bi xwe re bîne.
'Em cara dawî hiÅŸyar dikin'
Çakar, daxuyand ku wan ji 12 banqayên ku gumana wan a piÅŸtgirî û qirêdiyê bidin projeya bendavê re nameyên hiÅŸyariyê ÅŸandine û di nameyan de fikarên xwe yên derbarê zerar û ziyana Heskîfê de anîne ziman. Çakar, da zanîn ku piÅŸtî van nameyên hiÅŸyariyê tu bersîv ji banqeyan nehatiye û wiha got: "Ji ber ku Hawzeya Dîcle û Bajarê Dîrokî yê Heskîfê li gorî tê xwestin nehatiye lêkolînkirin, ger ku proje têkeve jiyanê dê bi qasî 313 km2 warê dîrokî ku nirx û bihayê wî bi tu giranbihayi nayê pîvan dê di bin avê de winda bibe û wêran bibe. Ger ku Banqa li gel hemû van rastiyan û zanîna van rastiyan disa piÅŸtgiriye bide projeya Bendava Ilisu, dê li welat û dervê welat bi çalakiyên cuda banqa bên ÅŸermezarkirin. Hemû kesên bihistiyar ku hesabên wan di banqê de hebin dê hesabên xwe ji van banqan bibirin. Em cara dawî bagn li Akbank û Garantî dikin û dixwazin nebin ÅŸirîkê wêrankirin û talankirina xweza, çand û dîrokê.
|
|