Li Nisêbînê pirtûkxaneya Ekîn Ceren a di bin banê Navenda Çanda Mîtanî de
rastî eleqeyeke mezin a Nisêbîniyan tê.
Hejmara endamên pirtûkxaneyê nêzî hezarî bû.
Ciwan û zarok bi taybetî eleqeya wan ji pirtûkxaneyê re heye.
Pirtûkxane jî her roja heftiyê vekiriye.
Li pirtûkxaneyê her weha deh hezar pirtûk hene.
Li pirtûkxaneyê sîstema modern a pirtêkxaneyan û endametiyê heye û hejmara endaman jî êdî nêzî hezarî ye.
Endam dikarin pirtûkan ji bo demekê bibin malê û bixwînin jî.
Xwendekarên li malê derfetên wan ê ferbûna dersan nîne jî ji derfetên pirtûkxaneyê sûdê werdigirin.
Berpirsiyara pirtûkxaneya Ekin Ceren Hülya Aslan, jî bal kiÅŸan ser eleqeya mezin û got ew dixwazin li her taxê pirtûkxaneyeke zarokan vekin.
Di nava pirtûkan de berhemên wêjeya cîhanê û kurdan jî hene.
Hulya Aslan her weha anî ziman ku Nisêbînî dikarin pirtûka bidin pirtûkxaneyê jî û banga destekê kir..