 Li Êlihê rojên wêjeyê |
|
Rojên Wêjeya Kurdî ya ji aliyê Åžaredariya Êlihê ve hate organîzekirin, bi belgefilm û panelê dest pê kir. Di bernameyêroja destêkê de Cegerxwîn hate bîranîn.
Rojên Wêjeya Kurdî ya ji hêla Åžaredariya Êlihê ve hatiye organîzekirin, li Salona Sînemaya Yilmaz Guney, bi axaftina vekirinê dest pê kir. Di nava wan de Hevserokên Rêxistina BDP'ê ya Bajarê Êlihê Saadet Becerîklî, Åžehmus Aslan, Cigirê Åžaredarê Êlihê Serhat Temel, Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd Îrfan Babaoglu, keçên Helbestvanê navdar Cegerxwîn Suada, nivîskar û helbestvanên ji Herêma Federal a Kurdistan, Surî û Tirkiyeyê jî hebûn gelek kes beÅŸdar bûn. Axaftina vekirinê ji hêla Cigirê Åžaredarê Êlihê Serhat Temel ve hate kirin. Temel, bi ÅŸermezarkirina êrîÅŸê li hemberî xwendekarên kurd ên li rojavayê Tirkiyeyê û operasyonên hewayî dest bi axaftinê kir. Temel, da zanîn ku her çiqas ji ber êrîÅŸên li dijî xwendekarên dilê wan bi kûl be jî, ew dê 3 rojan wêjeya kurdî li Êlihê nîqaÅŸ bikin. Temel, ji ber vê bernameyî nivîskar û helbestvanên ji cihên cûr bi cûr hatine, kêfxweÅŸiya xwe anî ziman û destnîÅŸan kir ku ew dê vê rojên wêjeyî di salên pêÅŸ de jî berdewam bikin. Nivîskarê kurd ê ji Surî hatiye Bavê Nazê jî axaftinek kir û diyar kir ku 55 salin bi hunerê eleqeder dibe, lê yekem car e wisa kêfxweÅŸ e. Bavê Nazê, anî ziman ku ev dinya li ser milên lehengên bêdeng xebatên dimeÅŸînin digere û derbirî ku heke karibin rojên wiha bên organîzekirin bi xêra serê van lehengên bêdeng ango piÅŸt perdê pêk tê. PiÅŸtî axaftinên vekirinê, belgefilma jiyana Helbestvan Cegerxwîn hate nîÅŸandan. PiÅŸt re, panela bi navê "Ji devê hevalên Cegerxwîn Kêlikên Jiyanê" hate lidarxistin. Di panela de Nivîskar Ehmed Kurdî, Keçên Cegerxwîn Suada Cegerxwîn û Selama Cegerxwîn wekî panelîst amade bûn. PêÅŸkêÅŸvanê Panelê Konê ReÅŸ helbesta Cegerxwîn xwend û mafê axaftinê da Keça Cegerxwîn Suada Cegerxwîn.
'Bavê min li xwe tenê nedifikirî'
Suada Cegerxwîn, diyar kir ku bavê wê pir bi zarokên xwe re eleqedar nedibû. Suada Cegerxwîn anî ziman ku çi cara diçû malê bavê wê an di nava civatek mezinde axaftin dikir, an jî dinivisand û her tim di nava fikrê de bû. Pir caran diya min xwe pêre aciz dikir û digot 'tu debara me nake, em dê niha çi bikin?' û gazin dikir. Lê bavê min her tim bersiva, 'xatûn dê Kurdistan azad bibe, dê dildarên min ji min re li ber Gola Wanê xaniyek çêbikin, ew dem wê kêf kêfa te be' dida. Pir zêde bawer dikir ku dê di demek nêzîk de Kurdistan azad bibe." Suada, anî ziman ku Cegerxwîn gelek destfireh bû û wiha got: "Rojek cinarên me 2 çuwal genim anîn. Rojek kesek hate mala me û derdê xwe ji bavê min re got. Bavê min gazî diya min kir û got 'cuwalekî genim bidin vî mirovî'. Em pir ecêbmayî man. Lewre, 2 çiwalên genim dê heta 6 mehan debara me kiribûya. PiÅŸtî ew mirov çû, diya min xwe pêre aciz kir. Lê dîsa bavê min got 'Xatun ez Cegerxwîn im, hindik be jî ez tême naskirin sibê dû sibê dê hinekî din ji me re tiÅŸtekî bînin. Lê kes vî mirovê reben nas nake. kes tiÅŸtek nade wî."
PiÅŸt re keça Cegerxwîn a biçûk Selama Cegerxwîn jî, diyar kir ku bavê wê ji ber karên siyasî, niviskarî û hewêndin dikir, hevdû nedidîtin. Selama, da zanîn ku di hêla mafê keç û jinan de pir bi hîstiyar bû û anî ziman ku her tim di got 'divê keç bixwînin lewre heke jin bi perwerdeh bin dê civak jî perwerdeh bin, lewre li zarokan mezin dikin, ên li malê dinêrin jinin, tu zarokan çewa mezin bikî dê ew civak jî bi ÅŸiklî bigire'. Selama, anî ziman bavê wê bi qasî ji welat hez dikir ji zarokên xwe hes nedikir.
PiÅŸtî panelê, bernameya bi navê 'Ji Bexçeyê Helbestên Cegerxwîn çend guldeste' hate lidarxistin. Bernameya ku moderatora wê Helbestvan Kawa Nemir kir wek beÅŸdarvan jî Parlementerê BDP'ê ya Sêrtê Osman Ozçelîk, Åžehmus Kaya, Salihê Silêmanê Hecî Usiv, her yekî helbestan ji dîwana Cegerxwîn û yên wan nivisandine, xwendin.
|
|