 Komeleya Xwezaya Mûnzûrê ji bo parastina zindiyan ket nava tevgêrê |
|
Santralên Uzunçayir, Kaletepe, Konaktepe I-II û Bozkaya Hidro-elektrik ên li Dola Pilûr û Mûnzûrê tên avakirin mîrateya çand û dîrokê wêran dikin. Li aliyê din 43 nebat û gihayê ku tenê li Dêrsimê hene winda dike. Her wiha lavlavka ku tenê li Dêrsimê heye dixe nava xetereyê. Aktîvîstê Komeleya Xwezaya Munzurê Haydar Çetinkaya, diyar kir ku wan ji bo nebatên endamîk kampanya parastinê dane destpêkirin.
Bendav û santralên hîdroelektirîkê ên li ser çem û rûbarên Mûnzûrê tên avakirin, li aliyekî xweÅŸikahî û dewlemendiya Xwezayê wêran dike, li aliyê din bi sedan cudeyên giha û nebatên gîyanê didin xwezayê dikuje. 43 cûreyên nebatên ku tenê li erdnîgariya Dêrsimê û derdorê Mûnzûrê ÅŸên dibin, ji ber bendav û santralên hîdroelektirîkê di nava xeteriyê dene. Komeleya Xwezaya Munzurê, bi armanca cureyên nebatan biparêzin kampanya bi navê "Li xwezaya xwe xwedî derkeve" dest pê kirin. Aktîvîstê Komeleya Xwezaya Munzurê Haydar Çetinkaya, diyar kir ku ew dixwazin li reng, dewlemendî û xweÅŸikahiya xwezayê xwedî derkevin û ji ber vê yekê kampanya dest pê kirine.
'Sîr û Deqsor li ber winda bûnê ne'
Çetînkaya, da zanîn ku wan ji bo li xweza û nebatên endamîk xwedî derkevin û biparêzin kampanya dane destpêkirin û wiha got: "Li gorî daneyên fermî li Çiyayên Mûnzûrê 43 cureyên nebatên endamîk hene. Li dervê qeydên fermî hêjmara nebatan 55 zê zanîn. Ev cûreyên nebat û gihayan gelek jê ji ber bendav û santralên hîdroelektirîk di nava xetereyê dene. Bi taybetî cûreyê sîr û deqsor li ber tunebûnê ne. Ji bo em can cûreyan biparêzin em ketin nava xebatê." Çetînkaya, da zanîn ku ji bo parastina van cûreyên zindîyan zêtedir peyvir dikeve ser milê dewletê û xwest dewlet li hemberî vê yekê hiÅŸyar be û gavan biavêje. Çetînkaya, destnîÅŸan kir ku ji bo van cûreyên li ber talûkeyê biparêzin dê di nava hewldanan de bin û wiha dom kir: "Em dê li hemberî hemû faktorên ku jiyana giya, nebat û zindiyên Mûnzûrê tehdît dike, têbikoÅŸin. Bi taybetî li herêmê cûreyên Sîrên Çiya û Deqsorê Mûnzûrê li ber winda bûnê ne. Hêj sîran serî nedaye û tovên xwe negirtine ji nava axê kom dikin. Bi nezanîn neslê wan tune dikin. Em li hemberî vê yekê tedbîran distînin. Em hemû rayedraran jî hiÅŸyar dikin.
Ji bo debarê qir dike
Welatiyekî ku nexwest navê xwe bi de diyar kir ku ji ber kar tune, diçe li Çiyayê Mûnzûrê Sîran kom dike û kiloya wan bi 15 TL difroÅŸe. Welatî destnîÅŸan kir ku ji ber karê bike tune û debara xwe bi sîra kom dike vi karî dike.
Cûreyên nebatên endamîk ên li Mûnzûrê
Çûreyên nebatên endamîk ên ku tenê li Çiyayên Mûnzûrê çêdibin wiha ne: sîr, kulîlka nemir, gulhirç, sakayik, (kiwark) kufkarik çakÅŸir, gihayê zîro, ali gelin, qurnefila top, xaÅŸxaÅŸa biyanî, tiriyê reÅŸ ê fernk, koka havaciva, sater, kadranardici, sarikokulu, çatalli salep, saleba mêrgan, sinbila berfê, pîvong, bizbilîq (pîvonka tal) newroza mor, pîvonga reÅŸ, glayora biyanî, nawroz, tatarîcum, ÅŸakayik, gulhirç, kiwarka çakşır, kiwarka gobek, sinbila berfê, gulîlka zozana, rewas, nêrgiz,
|
|