Site Search:

    

Weşana Rojê
  
Mon, 01 Mar 2010 05:36:00

Di konferansa KCD'ê de pêşniyarên çareseriyê

Mon, 01 Mar 2010 05:36:00
0 / 5 (1 Votes)
Di konferansa ji aliyê KCD'ê ve hate amadekirin a bi navê "Çeribandinên Çareseriyê û Muzakereyên Navneteweyî" ya li Amedê 2 rojan domkir de banga diyalog û muzekereyê hate kirin.
Di konferansa KCD'ê de pêşniyarên çareseriyê
Di konferansa ji aliyê KCD'ê ve hate amadekirin a bi navê "Çeribandinên Çareseriyê û Muzakereyên Navneteweyî" ya li Amedê 2 rojan domkir de banga diyalog û muzekereyê hate kirin. Her wiha bang li rayagiÅŸti ya navneteweyî ji hate kirin ku tevlî pêvajoyê bibin. Di konferansê de pêÅŸniyarên girîng ên wekî "Bila ewropa raportorekî peywirdar bike, Komisyona Hevhatin û Lêkolînan a Hakîkatan bê avakirin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji girtigehê derxin di malekê de bê girtin û ji bo çareseriyê PKK wekî alî bê dîtin" hatin kirin.

Di Konferansa, bi navê "Çeribandinên Çareseriyê û Muzakereyên Navneteweyî" ya ji aliyê Kongra Civaka Demokratîk (KCD) ve 2 rojan li Amedê pêk hat de; ji bo çareseriya pirsgirêka kurd pêÅŸngiyarên girîng hatin kirin. Di konferansê de ji Kamaraya Londan, Galîçyayê, Herêma Baskê, Neteweyên Yekbûyî û ji gelek welatên Ewropayê 120 siyasetmedar, akademîsyen û dîplomat li hev civîyan. Di konferansê de ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, pêÅŸniyarên wekî muhatap, diyalog û muzakere hatin kirin. Di roja konferansê ya yekemîn de kesên ji Galîçyayê û Herêma Baskê hatin, çeribandinên xwe bi beÅŸdarvanan re parvekirin û diyar kirin ku ceribandinên wan li Tirkiyeyê jî dikarin bê bikar anîn. Di konfransê de pêÅŸniyarên derketin holê li hemberî kompleksa "parçebûn" û "bûçûkbûn" a li Tirkiyeyê jî wekî bersiv bû. Di modelên çareseriyê de hate xwestin ku piÅŸtî pêvçûnan diyalog û muzakere dest pê dike. Ji Tirkiyeyê hate xwestin ku ji bo gavên yekemîn bên avêtin, divê pêvjoya ÅŸer bi dawî bibe û di navbera aliyan de diyalog û muzekere dest pê bike. Di konferansê de tiÅŸta herî zêde hatiye ziman "Gava yekemîn" divê qada baweriyê bê afirandin derket holê.

PêÅŸniyarên konferansê ên çareseriyê

Di konferansa ku çareserî û rêbazên çareseriyê û ceribandinên hatin nîqaÅŸkirin de, beÅŸdaran mijarên wekî, "Asîmîlasyon an jî piranî", "Muzakere û Çareserî", "Têgeha pirsgiraka kurd", "Tezên fermî, perspektîfên muhalîf û aktor", "Rêbarêzên diyalogê û modelên çareseriyê" pêÅŸniyar kirin. Bi pêÅŸniyarên hatin kirin de li hemberî pirsgirêkê nêrînek cûda hate pêÅŸxistin. Di konferansê de perspektîfên wekî, "Ji bo çek bên bêdengkirin bawerî û biryarbûnek bê nîÅŸandan, ji bo nasnameyên cûda di makeqanûnê de bên nasîn û di makeqanûnê de bên misogerkirin. Ji bo alîkariyê bide pêvajoya aÅŸtiyê jî ÅŸert û mercên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bên sererastkirin û wî bixin hepsa malê. PKK ku di pirsgirêkê de aliyê û ev alî jî divê di maseya çareseriyê de cîh bigre. Her wiha divê BDP jî muhatap bê girtin" derketin holê. Di konferansê de têkildarî modelên muzakereyê yên BaÅŸûrê Efrîqayê jî ku nîqaÅŸ hatin kirin, hate destnîÅŸan kirin ku wekî Rêberê ANC'ê Nelson Mandela, Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan jî, di pirsgirêka kurd de xwedî rolekî girîng e û ji bo çareseriyê wekî hêzek nebe nabe hate nirxandin.

YE'ê û NY ji ber li hemberî pirsgirêka kurd dirûtiyê dikin, hatin rexnekirin

BeÅŸdarvanan di axaftinên xwe de, derbarê modelên Îspanya, Îrlanda, Brîtanya û BaÅŸûrê Efrîqayê de mînak dan û xwest kevneÅŸopiyên Tirkiye jê tê û rewÅŸa wê jî li ber çavan bê girtin. Di konferansê de hate gotin ku ji bo pêÅŸiya pêvajoya çareseriyê bê vekirin û pirsgirêk ji civakê re bê gotin rolekî mezin dikeve ser milê hikûmetê. Li gel pêÅŸniyarên hatin kirin de ji ber berê dewletê nakeve aliyê Firatê yê din û di vê mijarê de helwesta YE'ê û NY'ê hatin rêxnekirin. Di konferansê de wekî perspektîf derket holê ku modelên netewe-dewlet hatine derbaskirin û li cihê wê li ser bingeha paradîkmaya demokrasî û civakîbûnê de, nîqaÅŸkirina pirsgirak kurd û di vê çarçoveyê de ji bo gelan pêÅŸniyarên çareseriyê bên derxistin. Her wiha balkiÅŸandin ser ku pirsgirêka kurd tenê kurdan eleqedar nake, bi taybetî dewletên kurd bi wan re dijîn û bi giÅŸtî Rojhilata navîn û cîhanê eleqedar dike.

Banga raportora ji bo pirsgirêka kurd

Di konferansê de bang li DYA û YE'yê jî hat kirin ku bi armanca ÅŸopandina pirsgirêka kurd, raportoreke taybet peywirdar bikin û ji bo makeqanûneke sivîl jî hin pêÅŸniyaran bikin. Di konferansê de mijara 'PKK terorîst e yan na' jî hat nîqaÅŸkirin û di encama nîqaÅŸan de jî derket holê ku PKK encama hin pirsgirêkên Tirkiyeyê ye û divê ku ew pirsgirêk jî di demeke kurt de bên çareserkirin. Dîsa bang li hin welatan jî hat kirin ku PKK'ê ji lîsteya terorê derbixin. Rojnameger Cengiz Çandar jî da zanîn ku wî heta niha tu caran PKK'ê wekî rêxistineke terorê nedîtiye û dê ji vê û pêve jî nebîne. Çavdar wiha got: "Heke ku rêxistineke terorîstbûna, ne pêkan bû k heta niha li dijî ewqas dewletan li ber xwe bide."

PêÅŸniyara Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo avakirina "Komîsyona Lêkolînkirina Heqîqetan û Lihevkirinê" jî hat dubarekirin.

PêÅŸniyarên konferansê û deklerasyona KCK'ê

Her çiqas tu kesî ne hanîtibe ziman jî, pêÅŸniyarên konferansê yên wekî "agitbesta du alî, serbest berdana siyasetmedaran, derxistina Ocalan a ji Îmraliyê û muzakereyên di navbera du aliyan de", bi deklerasyona KCK'ê ya ku meha borî weÅŸand re heman tiÅŸtan vedigotin. Dîsa di konferansê de bal hat kiÅŸandin ser NexÅŸeriya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a k ji aliyê dewletê ve hat desteserkirin. Hat gotin ku ew gavên di nexÅŸeriyê de cih girtine, ji bo her du aliyan jî gele guncav in û dê çareseriyê jî hêsantir bike.

Strana Kurdistanê ya bi ingilîzî

BeÅŸdaran di encamê de li ser mijara muzakere û diyalogan de ramanek hevpar avêt holê û bang kirin ku bila li Tirkiyeyê jî diyalog û muzakere pêk bên. Dîsa bang li raya giÅŸtî ya navneteweyî jî hat kirin ku bila piÅŸtgirî bidin vê pêvajoyê. Her wiha, di dema xwarina êvarê de, Serokê Partiya Neteweyî ya Gallerê Dafydd Iwan strana xwe ya ku li ser Kurdistanê nivîsandiye xwend. BeÅŸdaran eleqeyeke mezin nîÅŸnanê stranê dan.



Navê We :
E-maîla We :
Sermijar:
Nêrîna We :




 Other Articles
 

Ji jinên Wanê meÅŸa bêdeng »  Ji jinên Wanê meÅŸa bêdeng

Nûnerên rêxistinên jinan ên li Wanê, bi armanca lîncên li dijî kurdan pêk tê şermezar...

Polîsan raste rast bombeyên gazê bikar anîn: 11 kes rakirin nexweÅŸxaneyê »  Polîsan raste rast bombeyên gazê bikar...

Kurdên li Taxa Şevket Sumerê ya Navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê dijîn, dema bûyerên lincê...

Li Dortyolê kurd nikarin biçin ser karê xwe »  Li Dortyolê kurd nikarin biçin ser karê...

Piştî ku li Dortyolê li dijî kurdan êrîşên nijadperest ev 4 roj in kurdên li Taxa...

Li Sêrtê teqîn: 4 çawîşên pispor birîndar bûn »  Li Sêrtê teqîn: 4 çawîşên pispor...

Li navçeya Sêrt Berwariyê di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqînek pêk hat. Di encam...

Li Pirsûsê provaya qetlîama Zangirtê »  Li Pirsûsê provaya qetlîama Zangirtê

Li Navçeya Pirsûsê jina ku 4 salin rastî îşkenceya hevserê xwe tê ji hêla cendermeyan ve...


 

© 2008 RO.TV . A www.roj.tv Company.
All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you.                                                                                                                  
Read our privacy guidelines. Contact us.