Site Search:

    

Weşana Rojê
  
Mon, 01 Mar 2010 05:39:00

'Xweza ber bi tunebûnê ve diçe'

Mon, 01 Mar 2010 05:39:00
0 / 5 (1 Votes)
Parlamenterê BDP'ê yê Şirnexê Hasip Kaplan di 3'yemîn Komcivîna EGEÇEP'ê de axivî û got ku ew kesên hawirdorê, xwezayê û çandê tune dikin, cudatiha tu nijad, ziman, ol, netewe û civakê nakin û ew çerxa xwe ya hovane dizivirînin. Şaredarê Bergamayê Mehmet Gonenç jî got ku xweza bi ber bi tunebûnê ve diçe.
'Xweza ber bi tunebûnê ve diçe'
Parlamenterê BDP'ê yê Åžirnexê Hasip Kaplan di 3'yemîn Komcivîna EGEÇEP'ê de axivî û got ku ew kesên hawirdorê, xwezayê û çandê tune dikin, cudatiha tu nijad, ziman, ol, netewe û civakê nakin û ew çerxa xwe ya hovane dizivirînin. Åžaredarê Bergamayê Mehmet Gonenç jî got ku xweza bi ber bi tunebûnê ve diçe.

3'yemîn Komcivîna EGEÇEP'ê li Navenda PêÅŸangehan a Tepekuleya Îzmirê pêk hat. Parlamenterê BDP'ê Hasip Kaplan, Parlamenterê AKP'ê Mehmet Emin Hidir, Parlamenterê CHP'ê Mustafa Kemal Cengiz û gelek hawirdorparêz tevlî komcivînê bûn. Gundiyên Bergamayê jî kefenê li serê 'Mirî xwe bi zêran naxemilînin' li xwe kirin û bal kiÅŸandin ser tunebûna xwezayê. Parlamenterê BDP'ê û Endamê Komîsyona Lêkolînkirina Pirsgirêkên Berbesvaniyê Hasip Kaplan di beÅŸa bi navê 'Bandora madenvaniyê ya li ser qadên jiyanê' de axivî û got ew kesên hawirdorê, xwezayê û çandê tune dikin, cudatiha tu nijad, ziman, ol, netewe û civakê nakin û ew çerxa xwe ya hovane dizivirînin. Kaplan wiha axivî: "Divê ku di hemû civakê de, li dijî wan kesên ji bo pere xwezayê tune dikin hiÅŸmendiyeke bê afirandin. Ne tenê 72 milyon, dewlemendiya xwezaya me dikare 720 milyon mirovan xwedî bike. Divê li çar aliyê Tirkiyeyê li dijî vê mêtîngeriyê nerazîbûn bên nîÅŸandan."

'Divê em xwe ji koletiya DYA'yê rizgar bikin'

Endamê Komîsyona Lêkolînkirina Pirsgirêkên Berbesvaniyê (Manencilik) û Parlamenterê AKP'ê Mehmet Emin Hidir jî da zanîn ku mirovên sosyalîst pir îdealîst in û got: "Heke dirust bin, bila canê min bigirin. Canê min feda ye. Lê bila ji bo hin tiÅŸtan bigirin. Divê ew kesên ku ji bo parastina hawirdorê têdikoÅŸin, objetifiya xwe winda nekin. Ez hin caran hawirdorparêzan nemafdar dibînim. Gelo li dijî berbesa Marmarayê ne? Em li dijî berbesa zêr in? Di binê me de 5 hezar û 500 ton zêr heye. Divê em xwe êdî ji koletiya DYA'yê rizgar bikin. Divê dema em li zêran bigerin ne nerihetiyê bidin gundiyan û ne jî nebin sedema seqetbûna sewalan." Endameke din ê komîsyonê Parlamenterê MHP'ê Mustafa Kemal Cengiz jî daxuyand ku tiÅŸtê kefir qul dike, ne leza avê ye, berdewamkirina avê ye û wiha pê de çû: "Heke hawirdorparêz dixwazin bi ser bikevin, divê çalakiyên xwe her bidomînin."

'Li Tirkiyeyê pirsgirêka demokrasiyê û dîktatoriyê heye'

Serokê Lijneya Rêveber a Odeya Endezyarên Metalorjiyê Cemalettin Kuçuk jî ev 20 sal in ew li dijî vê yekê têdikoÅŸin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev bi deh salan e em li ber xwe didin. Li gelek cihan heman tiÅŸt bû. Li wê jî digotin ku dê xweza tu zirarê nebîne. AKP, beriya ku bê desthilatdariyê li dijî vê yekê bû. Lê em niha dinêrin ku bi dilekî mezin vê yekê dixwaze. Dibêjin em dê serê dolimê 5 hezar TL bidin. Dixwazin mirovan bi pereyan bixapînin. Divê her kes biçe û xebatên berbesan ên li Mûnzûrê bibîne. Dîsa li Balya'yê jî ev berbes 70 sal berê hatin girtin lê hê jî ji ber wî sewal seqet dimînin. Hê jî masî dimirin. Dîsa li EÅŸmeyê jî di sala 2006'an de rewÅŸeke wiha qewimî. Me dît ku mirov ji ber hîdrojena siyanûran jehrî bûne. Niha dixwazin heman tiÅŸtî li Bergamayê bikin. Ev ÅŸîrketa dixwaze vê berbasê vekole, bi televîzyon û rojaneyên xwe propagandaya vê yekê dike. Divê ku em destûrê nedin vê yekê."

'Dê çamên fistiqan jî bê tunekirin'

Åžaredarê Bergamayê Mehmet Gonenç jî derbirî ku li wan doza li dijî berbasê qezenc kiriye lê dîsa jî xebatên lêgerîna zêran bi lezgînî didomin. Xweza bi gefên mezin re rû bi rû ye. Cewhera Bergamayê qedandin. Niha jî çav berdan Kozakê. Li Kozakê dê tenê xwezayê tune nekin. Dê çamên fistiqê yên ku gundî debara xwe pê dikin jî dê bê tunekirin. Divê ku hemû gergamayî û kozakî bi hev re têbikoÅŸin." Berdevkê Demê yê Platforma Hawirdora Bergamayê Erol Engel jî da xuyakirin ku cara yekem gudniyên Bergamayê biryareke dadgehê ya bi vî rengî girtine û êdî Bergama ji bo hemû kesên ku ji bo hawirdorê têdikoÅŸin re bûye çavkaniya hêzê.

'Midûrê GiÅŸtî yê Åžîrketa li Berbasê zavayê Serokwezîr e'

Aktîvîstê hawirdorê Prof. Dr. Tahir Ongur jî ji hemû endamên Komîsyona Lêkolînkirina Pirsgirêkên Berbesvaniyê xwest ku ev axaftinên xwe wekî pirsiyarnameyeke bixin rojeve parlamentoyê jî. Ongur wiha dirêjî da axaftina xwe: "Åžîrketa Rio Tintoyê ya ku oli Erzinganê xebatê dikir, ji sedî 20'ê xebatan dewrî ÅŸîrketeke tirk kir. Ev ÅŸîrket jî ÅŸîrketa bi navê Çalik Madencilik e û Midûrê GiÅŸtî yê vê Åžîrketê jî zavayê Serokwezîr e. Mixabin li Tirkiyeyê hevpariyên mezin ên stratejîk hene. Ev hepvarî jî dê di pêÅŸerojê de bibin sedema hin pirsgirêkên mezintir."



Navê We :
E-maîla We :
Sermijar:
Nêrîna We :




 Other Articles
 

Ji jinên Wanê meÅŸa bêdeng »  Ji jinên Wanê meÅŸa bêdeng

Nûnerên rêxistinên jinan ên li Wanê, bi armanca lîncên li dijî kurdan pêk tê şermezar...

Polîsan raste rast bombeyên gazê bikar anîn: 11 kes rakirin nexweÅŸxaneyê »  Polîsan raste rast bombeyên gazê bikar...

Kurdên li Taxa Şevket Sumerê ya Navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê dijîn, dema bûyerên lincê...

Li Dortyolê kurd nikarin biçin ser karê xwe »  Li Dortyolê kurd nikarin biçin ser karê...

Piştî ku li Dortyolê li dijî kurdan êrîşên nijadperest ev 4 roj in kurdên li Taxa...

Li Sêrtê teqîn: 4 çawîşên pispor birîndar bûn »  Li Sêrtê teqîn: 4 çawîşên pispor...

Li navçeya Sêrt Berwariyê di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqînek pêk hat. Di encam...

Li Pirsûsê provaya qetlîama Zangirtê »  Li Pirsûsê provaya qetlîama Zangirtê

Li Navçeya Pirsûsê jina ku 4 salin rastî îşkenceya hevserê xwe tê ji hêla cendermeyan ve...


 

© 2008 RO.TV . A www.roj.tv Company.
All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you.                                                                                                                  
Read our privacy guidelines. Contact us.