 BDP'ê şertên xwe aşkera kirin |
|
Hevserokê BDP'ê Selahattin DemirtaÅŸ di koma meclîsê de ÅŸertên ku BDP'ê destekê bide pakêta guhertînê ya Makeqanûnê aÅŸkera kirin. DemîrtaÅŸ daxistina bendava hilbijartinê di rêza yekemîn de vegot û got: 'Ev nebe, tiÅŸtekî ji me nexwazin'
Hevserokê BDP'ê Selahattin DemirtaÅŸ di civîna koma parlamentoyê de nerînê partiya xwe yên der barê pêvajoyê de anîn ziman. DemirtaÅŸ bi taybetî li ser rojeva guhertinên di destûra bingehîn de rawestiya û ÅŸertên ku destekê bidin guhertinê rêz kirin. DemirtaÅŸ têkildarî mijarê got; 'Pakêteke ku daxistina bendava hilbijartinê, alîkariya xezîneyê, perwerdeya bi zimanê zikmakî û azadiya rêxistinbûyînê tê de cîh negirin dê destekê ji me negirê.
DemirtaÅŸ di destpêka axaftina xwe de bal kiÅŸande ser cîvîna Desteya Rêvber a Navendî ku li navçeya MûÅŸê Kopê lidarxistin û diyarkir ku bi vê civînê wan bal kiÅŸandiye ser êrîÅŸ û kuÅŸtinên bi pîlan ên li navçeyê pêk hatin. DemirtaÅŸ birina doza qetilkirina 2 kesan a Samsunê jî rexne kir û bi van gotinan diyarkir ku dixwazin aqûbeta doza Ugur Kaymaz li bûyera Kopê jî ferz bikin: "Ne li Samsûnê li fîzanê jî hûn dadgehê pêk bînin emê biÅŸopînin. Ji bo qatil li cezayê ku heq dikin werin qelibandin tevî gelê me çi ji destê me were emê bikin."
DemirtaÅŸ di axaftina koma meclîsê de bal kiÅŸande ser konferansa dawiya hefteya borî ya li Amedê bi navê, 'Parvekirina Tecrûbe û Muzakereyên Navnetewî'. DemirtaÅŸ bibîrxist ku mîna partî ew beÅŸdarî konferansê bûne û wiha berdewam kir: "Di wê konferansê de têkildarî ceribandinên navnetewî de em agahdar bûn û me tecrûbeyên xwe pêÅŸkêÅŸ kirin. Xwezî hikûmet jî beÅŸdar bûba û dîtiba ka kîjan tecrûbeyên navnetewî ji bo Tirkiyeyê guncav in." DemirtaÅŸ bibîr xist ku hikûmetê nûner ne ÅŸandibû konferansê û bang li Wezîrê Karê Hûndir BeÅŸîr Atalay kir ku hemû belge û girtînameyên konferansê lêbiloke da mîna koordinator hinekî asoyê wî berfireh bibe.
Darbeya 2'yê kanûnê
Hevserokê BDP'ê Selahattin DemirtaÅŸ bi munasebeta salvgera darbeya 2'ê Adarê ya li dij DEP'ê bûyerên wê demê bibîr xistin û pêkhatinên di 2'ê Adar a 1994'an mîna 'lekeyeke reÅŸ' binav kirin. DemirtaÅŸ bibîrxist ku biryara ji meclîsê avêtina DEP'ê ji aliyê MGK'ê ve hatibû standin û ev darbe mîna destpêka pêvajoya ÅŸewitandina gundan, qetilkirina mirovan li kolanan û bi giÅŸtî pêvajoyeke tarî raxiste ber çavan. DemirtaÅŸ destnîÅŸan kir ku tevî 16 salên derbas bûne jî diyar bûye ku di têgihiÅŸtinê te du guhertin tûne ye û pêvajoya desilatdariya AKP'ê ji ya wê demê dijwartir binav kir.
DemirtaÅŸ bi van gotinan rexneyên tund li AKP'ê kirin: "Dibe ku ji bo desilatdariyê pêvajoya darbeyê qediya be. Lê belê ji bo hêzên demokratîk 12'ê Îlonê, 2'ê Adarê û 28'ê Sibatê hêj didome. Qedexeya turbanê hêna didome. Yên îdîa dikin ku 28'ê Sibatê qediya ye bila li kolanê mêze bikin. Bi navê demokrasiyê deng ji ciwanên misliman û entellektuelên misliman dernakeve. Bi destê AKP'ê potansiyala îslamî ya muxalîf entegreyî sîstemê hate kirin. Heger hinek ÅŸiyar nebin dê 28'ê Sibatê hezar salî bijî."
'Gelo AKP bi çi re mijûl dibe?' DemîrtaÅŸ got ku bi operasyona li hemberî leÅŸkerên teqawîtbûyî wesayeta leÅŸkerî bi dawî nabe û wiha got: "Darizandina hewldanên ji bo darbeyê girîng e. Heke tê xwestin ku wesayeta leÅŸkerî bi dawî bibe, divê ev yek demildest bê kirin. Erê gelo, AKP îro bi vê zîhniyetê re mijûl e yan hewldanên darbeyê yên li hemberî xwe ve? Ji destpêka operasyonên Ergenekonê ÅŸûnde me ev tiÅŸt gotiye. Erê, di bin sîwaneya parlamentoyê de têkiliya çend parlamenteran bi vê çeteyê re heye?"
DemîrtaÅŸ di dewama gotinên xwe de bal kiÅŸand ser cotstandartiyên dozgeran û got ku dozgerên der barê her axaftineke ji bo aÅŸtiyê de fezlekeyan amade dikin çima der barê parlamenterên ku têkiliya wan a bi çeteya Ergenekonê re tê axaftin, dengê xwe dernaxin. DemîrtaÅŸ bang li Serdozgerê Dadgeha Bilind jî kir û wiha got: "Der barê girtina partiyên kurdan de hûn hemû fersendan bi kar tînin. Gelo hûn di vê mijarê de hemû tiÅŸtan paÅŸguh dikin? Birêz Baykal, hê jî partiya me bi terorîstiyê sûcdar dike. Berpirsyarê vê yekê jî desthilatdariya AKP'ê ye. Bila hikûmet hemû agahiyên der barê me û yên der barê CHP'ê de ne aÅŸkera bike. Heke ku behsa têkoÅŸîna li dijî hiÅŸmeniya darbeyê dike, divê xwe biguherîne. Bi vî awayî nabe."
Xetên sor ên BDP'ê DemîrtaÅŸ da zanîn ku ev krîz, krîzeke 85 salan e tenê bi guherînên ÅŸênber dikarin xwe ji vê krîzê rizgar bike. DemîrtaÅŸ wiha dirêjî da gotinên xwe: "Em makeqanûneke sivîl û demokratîk dixwazin. Lê heke ku dê pakêteke bê, divê ev pakên hêviyên gel bibersivîne. Heke ku wiha nebe, tu pêdivî bi guherîneke seqet nîn e. Heke ku ev guherîn dê rê li ber perwerdehiya bi zimanê zikmakî û azadiya rêxistinbûna kedkaran biek, em dê nîqaÅŸ bikin. Bendava hilbijartinê, xêza me ya sor e. Heke ku ew bi dest xistina ji sedî 44'ê dengan dixwazin, tu tiÅŸtê me yê ku dê bê nîqaÅŸkirin tune ye."
Berxwedana Karkerên TEKEL'ê
Selahattin DemîrtaÅŸ daxuyand ku karkerên TEKEL'ê ji bo têkoÅŸîna demokrasiyê ya li Tirkiyeyê kevneÅŸopiyeke mezin a berxwedanê derxistine holê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em wan pîroz dikin. Ez bawer dikim ku ev giyana berxwedêriyê ne tenê ji bo wan e. Di vî welatî de ji sedî 60'ê gel, di bin sînora birçîbûnê de dijî. Dîsa ji sedî 90'ê vê welatê jî misilman e. 3 trîlyon TL'ê Serokwezîr heye. Ma gelo ew kesên di bin sînora birçîbûnê de dijîn ne misilman in? Divê ku bi hestiyarî nêzîkê mijarê bibin."
Ji bo CHP'ê çi got?
Selahattin DemirtaÅŸ di axaftina xwe ya ji bo komê de bal kiÅŸand ser civîna li Çankayayê û wiha pê de çû: "Kî hate gel hev? Serokwezîr, karmendê Serokwezîr ê ku ewlehiyê berpirsyar e û Serokwezîr. Hemû kes dizane da ku li wê çi axivîn. Di heman saetan de lêpirsîna li Edliyeya Stenbolê dom dikir. Lêpirsîn li Stenbolê bû lê biryar ji Çankayayê derket. Pêdivî bi girtina generalan nedîtin. Baykal digot 'li Çankayayê bazariyê kirin, AKP'ê paÅŸve gav avêt û generalan berda'. Lê em dibînin ku Baykal ji vê hevdîtinê kêfxweÅŸ e. Ji ber ku ew kesên li wê hatin berdan û ew kesên li Xebûrê hatin berdan ne wekî hev in. Ew kesên li Stenbolê hatin berdan, generalên darbekar bûn. Sekna CHP'ê ya di vê mijarê de îbret e. Sekna yên din jî wiha ne. PaÅŸayên darbekar berdidin û piÅŸtre jî dibêjin 'daraz'. Wiha nabe."
|
|