Site Search:

    

Weşana Rojê
  
Wed, 24 Feb 2010 07:27:00

'Ez nizanim ku min çima ceza girt'

Wed, 24 Feb 2010 07:27:00
0 / 5 (1 Votes)
Doza zarokê bi navê E. A. yê 15 salî ku li Edeneyê bi îdîaya tevlî çalakiyên derzagonî bûye dihat darizandin, bi dawî bû. Heyeta dadgehê 4 sal û 8 meh cezayê girtîgehê da.
'Ez nizanim ku min çima ceza girt'
Doza zarokê bi navê E. A. yê 15 salî ku li Edeneyê bi îdîaya tevlî çalakiyên derzagonî bûye dihat darizandin, bi dawî bû. Heyeta dadgehê 4 sal û 8 meh cezayê girtîgehê da. E. A., diyar kir ku li qereqolê, polîsan bi darê zorê kevkanîkekê dane destê wî û wiha got: "Ez hêj jî nizanim ku min çima ceza girt."

Doza der barê 16 kesên ku 5 jê zarok a bi hinceta tevlî çalakiyên piÅŸtgirîdayîna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bûne, li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê bi encam bû. Lijneya dadgehê bi hinceta 'Tevlî ku ne endamê rêxistinê ne, li ser navê rêxistinê sûc pêk anîne', 3 sal, mehek û 15 roj, bi hinceta 'li dijî hêzên ewlehiyê muxalefetê kirine' 8 meh, bi hinceta 'gef xwarin' 5 meh û 16 roj û bi hinceta 'propagandaya rêxistinê kirine' jî 5 meh cezayê girtîgehê da 5 zarokên bi navên L. O., D. Ç., A. E., M. O. û O. D.'an

Zarokê bi navê E. A. yê ku diçe pola 8'emîn a dibistana seretayî, ji bo alîkariya aborî ya malbata xwe bike, piÅŸtî dibistanê, diçe dixebite. E. A. ji ber ev cezayê ku lê hatiye birîn, matmayî maye. E. A. wiha got: "Ez nizanim da ku ez dê çi bikim."

'Ez bi topê dilîstim'

E. A. roja hatiye binçavkirin vegot û da zanîn ku ew di wê demê de li kuçeyê bi topê dilîst. E. A. wiha lê zêde kir: "Me bi topê dilîstin. Min carek dît ku çalakvan bi aliyê me ve tên. Çalakvan di taxa me re derbas bûn. Ji ber ku em tevlî bûyeran nebibûn, em nereviyan û me lîstika xwe domand. Lê piÅŸtre polîsan ez binçavkirim. Dema ku ez li erebeyê suyar kirim jî li min didan. PiÅŸtre polîsekî kevkanîkekê xist destê xwe û ji min re got 'ev a we ye'. Min got na. Lê dîsa li me dan. Ez hê jî nizanim ku ji ber çi min girtin bin çavan û min girtin.

Dayika E. A. AyÅŸe A. jî diyar kir ku dema kurê wê girtine, kurê wê bi hevalên xwe re li kuçeyê dilîstin û wiha got: "Dema ku kurê min binçavkirin, serê wî ÅŸikenandin. Niha jî ceza dan wî. Tu sûcê wî jî tune bû."



Navê We :
E-maîla We :
Sermijar:
Nêrîna We :




 Other Articles
 

Ji jinên Wanê meÅŸa bêdeng »  Ji jinên Wanê meÅŸa bêdeng

Nûnerên rêxistinên jinan ên li Wanê, bi armanca lîncên li dijî kurdan pêk tê şermezar...

Avahiya MHP'ê ya ÃŽzmirê ÅŸewitî »  Avahiya MHP'ê ya ÃŽzmirê ÅŸewitî

Li Îzmirê di saetên sibê de di avahiya MHP'ê ya Îzmirê de şewat derket. Avahiya ku sedema...

Bakîrhan: AKP dê bi kijan ru dengên 'erê' bixwaze? »  Bakîrhan: AKP dê bi kijan ru dengên...

Alîkarê Hevserokê BDP'ê Tuncer Bakirhan, diyar kir ku AKP dixwaze bûyerên Înegolê û...

Li Sêrtê teqîn: 4 çawîşên pispor birîndar bûn »  Li Sêrtê teqîn: 4 çawîşên pispor...

Li navçeya Sêrt Berwariyê di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqînek pêk hat. Di encam...

Li Pirsûsê provaya qetlîama Zangirtê »  Li Pirsûsê provaya qetlîama Zangirtê

Li Navçeya Pirsûsê jina ku 4 salin rastî îşkenceya hevserê xwe tê ji hêla cendermeyan ve...


 

© 2008 RO.TV . A www.roj.tv Company.
All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you.                                                                                                                  
Read our privacy guidelines. Contact us.