Site Search:

    

Weşana Rojê
  
Fri, 18 Jun 2010 04:27:00

PIŞTGIRIYA KOMA AŞTÎ YE GEL XWEDÎ AŞTIYÊ DERKET

Fri, 18 Jun 2010 04:27:00
3.5 / 5 (5 Votes)
Piştî girtîna 10 endamên Koma aştî û çareseriya demokratîk gel li Edene, Mêrsîn, Enqere û Bedlisê ji bo şermezarkirina biryarê meş û daxûyanî lidarxistin.
PIŞTGIRIYA KOMA AŞTÎ YE GEL XWEDÎ AŞTIYÊ DERKET

PiÅŸtî girtîna 10 endamên Koma aÅŸtî û çareseriya demokratîk gel li Edene, Mêrsîn, Enqere û Bedlisê ji bo ÅŸermezarkirina biryarê meÅŸ û daxûyanî lidarxistin.

ENQERE
Tevgera Ji Bo Demokrasiyê Yekitî ya Enqereyê têkildarî darizandin û girtina 10 endamên "Koma AÅŸtî û Çareseriya Demokratîk" de li avahiya BDP'ê ya Enqereyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Berdevkê Tevgera Ji Bo Demokrasiyê Yekitî  Huseyên Taka, li ser navê komê daxuyanî da û diyar kir ku, ev kom ji bo aÅŸtiyê li ser daxwaza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû Tirkiyeyê.

Taka, anî ziman ku ji xwe diyar bû ku ev kes endamê rêxistinê ne û girtina endamên komê wekî durûtiya hikûmetê bi navkir. Taka, herî dawiyê xwest ku endamên Koma AÅŸtiyê bên berdan.

BEDLÎS

Li Bedlîsê jî nêzî 200 kes li ber avahiya Rêxistina BDP'ê ya Bedlîsê hatin cem hev û bi sloganên "Ji ÅŸer re na, aÅŸtî a niha", "Destên dirêjî aÅŸtiyê dibin bila biÅŸkên", "Bijî Serok Apo", "Em hemû qazidê aÅŸtiyê ne." berz kirin û heta ber Mizgefta Mezin meÅŸiyan. Åžaredarê NorÅŸînê M. Emîn Ozkan û rêveberên BDP'ê tevli çalakiyê bûn. Serokê Rêxistina BDP'ê M. Can Demîr daxuyanî xwend û anî ziman ku dewletê tehemûl nîÅŸanê coÅŸa kurdan nedaye û xwest endamên Koma AÅŸtiyê bên berdan.

EDENE

Meclîsa AÅŸtiyê ya Edeneyê jî, li ber Parka Înonuyê daxuyanî da çapemeniyê. Li ser navê Meclîsa AÅŸtiyê ya Edeneyê Îsmîl Bulca daxuyanî xwend û bi bîr xist ku di pevajoya "PêÅŸîlêvekirina" AKP'ê de di nav de gelek ÅŸaredar û nêzî 500 siyasetmedarên kurd hatine girtin. Bulca, diyar kir ku di 19'ê cotmeha 2009'an komên aÅŸtiyê ji Mexmûr û Qendîlê ji bo pêÅŸiya pevajoyê bê vekirin hatin Tirkiyeyê. Bulca, anî ziman ku Berdevkê Koma AÅŸtiyê Mehmet Åžerîf Gençdal, ji ber ku hatine Tirkiyeyê hate girtin. Bulca, xwest ku dest ji polîtîkayên îmha û tasfiyeyê bên berdan û wiha got: "Daxwaza aÅŸtiyê sûc nîn e. Ji ber vê yekê divê demildest Mehmet Åžerîf Gençdal serbest bê berdan. Divê doz bi beraetê encam bibe." Bulca, bi lêv kir ku heke girtinên nû pêk bên dê darbeyekî mezin li aÅŸtiyê bê dayîn.

MÊRSÎN

Li Mêrsînê jî bi sedan kes li ber avahiya BDP'ê ya Mêrsînê hatin cem hev heta TaÅŸbinayê meÅŸek li dar xistin. Rêveberên DOKH, DYG, GOÇ-DER, MKM, ÎHD û MEYADER'ê, Åžaredarê Akdenîzê M. Fazil Turk jî di nav de bi pankarta "Qasidên me yên aÅŸtiyê tên darizandin, ji ÅŸer re dawetiyeyê derdixînin" vekirin û sloganên "Bila destên dirêjî aÅŸtiyê dibin biÅŸkên" û "Qasidên aÅŸtiyê rûmeta me ne" berz kirin. PiÅŸtî meÅŸê li ser navê komê Serokê Rêxistina BDP'ê ya Mêrsînê Cîhan Yilmaz, axivî û wiha got: "Projeya gelê me ya samîmî hatine komên aÅŸtiyê ji aliyê hêzên tarî ve bi taktîkên ÅŸer vergerandine pevajoya tarî. Diyar e ku ev doz bi îdîayên vala tije ye. Em sekna komên aÅŸtiyê ya bi rûmet silav dikin."

Hate zanîn ku esnafên Taxa Çîlekê ya Akdenîz dikanên xwe girtin.




Navê We :
E-maîla We :
Sermijar:
Nêrîna We :




 Other Articles
 

Di meha tebaxê de 34 jin hatin »  Di meha tebaxê de 34 jin hatin

Li Tirkiyeyê her diçe hejmara jinên ku tên qetilkirin zêde dibin. Di meha tebaxê de 34 jin ji...

Li Colemêrgê heta paÅŸivê 'Nobate AÅŸtiyê' »  Li Colemêrgê heta paÅŸivê 'Nobate...

Li Colemêrgê, ji aliyê 43 rêxistinên sivîl yên civakî ku endamên Platforma Demokrasiyê ya...

Xebatên 'Eniya Boykotê' didome »  Xebatên 'Eniya Boykotê' didome

Xabatên boykotkirina referandûma 12'ê îlonê ya "Eniya Boykotê ya Kedkar û...

Bi hezaran kes ber bi girtîgeha Amedê ve meÅŸiyan »  Bi hezaran kes ber bi girtîgeha Amedê ve...

Bi sedan kesên ji endam û rêveberên MEYA-DER, TUHAY-DER û Federasoyna 78'an pêk dihat bi...

LI GIMGIMÊ OPERASYON, LI ZAPÊ ÊRÃŽÅž »  LI GIMGIMÊ OPERASYON, LI ZAPÊ ÊRÃŽÅž

Li Kurdistanê, li herêmên din jî, operasyonên eskerî dewam dikin.. HPG'ê, derbarê...


 

© 2008 RO.TV . A www.roj.tv Company.
All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you.                                                                                                                  
Read our privacy guidelines. Contact us.