 Zarokê li kolanê rastî êrîşê hat felç bû |
|
Zarokê bi navê Recep Çelik (17) li ber kamarayên MOBESE rastî êrîÅŸa çekdarî hat, felç bû. Li gel 27 roj di ser bûyerê re derbas bûn hêj bûyer nehatiye ronîkirin. Çelîk, diyar kiribû ku ew ji polîsan dikeve ÅŸikê.
Xwendekarê lîseyê Recep Çelîk ê 17 salî di 25'ê hezîranê de dema saet di 02.00'an de diçû mala xwe ya Navçeya Rezan rastî êrîÅŸek çekdarî hat û birîndar bû. Çelik, piÅŸtî rastî êrîÅŸa çekdarî hat rakirin NexweÅŸxaneya Dewletê ya Amedê û ji vir jî sewqî Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê kirin. Çelîk piÅŸtî 10 rojan li BeÅŸa Cerrahiya Mejî ma ÅŸandin beÅŸa Întaniyeyê. Lê ligel hemû mudaxaleyên doktoran Çelîk, felç bû. Ligel di bûyere de kamarayên MOBESE hebûn jî disa 27 roj derbas bûn, lê hêj kesên êrîÅŸ pêk hanîn nehatin dîtin. Çelîk, diyar kir ku dema diçû malê kesekî ku difikere polîs e gule bera wî daye.
'Bi milê min girt û 2 caran gule berda min'
Çelîk, bûyera bi serê wî de hatiye wiha vegot: "Kesekî di erebeyê de nezîkî min bû û got 'Tu vê saetê li vir çi digere?' Ez tirsiyam ku min birevînin. Kes li kolanê tune bû. Ez ji tirsan reviyam. Kesê ku min ew nas nedikir ji erebeyê daket guleyek bera hewa da, 2 gule jî per piÅŸta min da. Ez ketim xwarê. Kesê gule bera min da, bejna wî 1.80 cm bû. Porzer bû. Wê demê min xwe winda kir. Tirkiya wî baÅŸ bû. DiÅŸibiya polîsan. 2 kes bûn. Kesek di erebeyêde ma, kesê din jî gule bera min da. PiÅŸtî gule bera min dan û ez ketim erdê, yê din jî ji erebeyê daket û got 'lan ev mir em birevin' û dûr ketin."
Bavê Çelîk Veysî Çelîk jî diyar kir ku dujminantiya wî bi tu kesî re tune û kurê wî kesekî bê deng bû. Çelîk, xwest kesê gule bera kurê wi dane bên dîtin û darizandin. Veysî Çelîk, serî li Åžaxa ÎHD'ê ya Amedê da û alîkariya hiqûqî xwest.
|
|